• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Newroza Wêranşarê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

Riha / AW

17 ADAR 2026 - 17:09
Kategorî: CIVAK, MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku gelê Kurd nasnameya xwe bi herkesî daye qebûl kirin û êdî înkar kirina gelê Kurd ne mimkûn e û pirsa, “Dê statûya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çewa be?” kir. Parlementero Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan xwest ku şert û mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan bên afirandin.

Li navçeya Weranşarê ya Rihayê bi şîara, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li qada Newrozê pîrozbahî hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî bi deh hezaran welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatiyan bi cil û bergên neteweyî û rengên kesk, zer û sor hatin qada Newrozê. Li qada ku coşeke mezin lê serdest bû, sloganên, “Bîji Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” bi domdarî hatin berzkirin.

Posterê Abdullah Ocalan hate vekirin

Bi destpêkirina bernameyê re posterek mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin. Di vê demê de jî sloganên, “Bê Serok jiyan nabe” bilind bûn. Bername bi xwendina sirûda neteweyî “Ey Reqib” dest pê kir. Pîrozbahiyê bi rêzgirtina ji bo şehîdên aştî û demokrasiyê dest pê kir. Piştî wê hunermend Evdila Sal derket ser sahneyê û bi stranên xwe coş girse coşand.

‘Îradeya aştî û demokrasiyê li Îmraliyê ye’

Piştî bernameya muzîkê, Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dilan Kunt Ayan axivî. Dilan Kunt Ayan bi bîranîna Salih Muslim dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku Newroz ji berê de li gel hemû astengî û xedexeyan bi têkoşîn û berxwedanê hatiye pîrozkirin. Dîlan Kunt Ayan bal kişand ser bangewaziya ku di 27ê Sibata 2025an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve li Îmraliyê hate kirin û got ku vê bangewaziyê rêya aştiyê vekiriye. Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku ew dê têkoşîna xwe mezintir bikin, yekîtiya Kurdan biafirînin û ji bo statûya gelê Kurd têkoşînê bidomînin û wiha got: “Divê şert û mercên azad ên Abdullah Ocalan werin peyda kirin. Îradeya aştî, demokrasî û çareseriyê li Îmraliyê ye.”

‘Statûya Ocalan dê çewa be?’

Piştî Dîlan Kunt Ayan, Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û Salih Muslim bi bîr anî. Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser bangewaziya 27ê Sibatê û pirsa, “statûya sermuzakerevan Abdullah Ocalan dê çewa be?” kir û wiha got: “Divê şert û mercên xebata azad bên afirandin. Her wiha pêwist e demildest girtîyên siyasî werin berdan. Em di vê mijarê de bi israr in.”

Çareserî neteweya demokratîk e

Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û dorpêç û êrişên li ser gelê Kurd hatine meşandin bi bîr xistin. Çîgdem Kiliçgun Uçar ev nirxandin kirin: “Li Rojava gelê herêmê daxwaza jiyana bi statû kir. Li dijî hemû êrişan gelê Kurd bedelên giran dabin jî bi muzakere û dîplomasiyê destkeftiyên xwe parastine.” Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku feraseta neteweya demokratîk ku ji hêla Abdullah Ocalan ve tê pêşniyar kirin rê dide ku hemû gel bi ziman û baweriya xwe bijîn û ev model ji bo hemû gelan pêwîst e.

‘Jin têkoşîna azadiyê didomînin’

Têkildarî berxwedana Rojavayê Kurdistanê Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku vê berxwedanê ruhê yekîtiyê li nav Kurdan zêde kiriye û li çar parçeyên Kurdistanê peyama “têkoşîna hevpar û yekîtiyê” derxistiye holê. Uçar ji Weranşarê silav şand ji bo hemû kesên ku li Rojava dijîn û têkoşîn dikin. Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser rola jinan û got ku jin bi sloganên “jin, jiyan, azadî” têkoşîna xwe didomînin û ji Weranşarê heta Ewropayê peyama jiyana azad didin.

‘Kurdan nasnameya xwe da qebûlkirin’

Çîgdem Kiliçgun Uçar di dawiya axaftina xwe de got ku li Tirkiyeyê û li çar parçeyên Kurdistanê bi têkoşîna Abdullah Ocalan re li Meclîsê komîsyonek hatiye damezrandin û îro mijara Kurd neçar e ku were nîqaşkirin. Uçar anî ziman ku gelê Kurd nasnameya xwe daye qebûlkirin û ev yek êdî nikare bê înkarkirin.

Wêranşarî bi stranên Gula Çiya û Kadîr Çat coşiyan

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin. Di dema pêxistina agir de sloganên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Bijî Kurdistan” hatin berzkirin. Bername bi stranên hunermend Gula Çiya û Kadir Çat berdewam kir. Girseyê li ber stranan govend girêdan û Newroz pîroz kirin. Piştî performansa hunermendan Newroz bi dawî bû.

 

Etîket: Abdullah OcalanÇigdem kiliçgun UçarDîlan Kunt AyanGula ÇiyaKadîr ÇatKurdistanNewrozNewroza Azadî û Yekîtiya DemokratîkWêranşar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne