• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi girseyî serdana şîna Osman Kiliç hat kirin

Sêrt / AW

16 ADAR 2026 - 17:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi pêşengiya MEBYA-DERa Sêrtê bi girseyî serdana şîna rojnameger Osman Kiliç (Gundî) ê ku ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest dabû hat kirin.

Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) li mala şînê ya Sirri Sureya Onder a taxa Tekelê ya navçeya Misircê ya Sêrtê bi girseyî serdana şîna rojnameger Osman Kiliç (Gundî) ê ku ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest dabû hat kirin. Di serdanê de parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredarê Sêrtê Mehmet Kaysî û hevşaredarên navçeyê, TUAY-DER, hevserokên DEM Partî û DBPê yên navend û navçeyê, Komeleya Meleyan a Êlihê û gelek endam û rêveberên saziyên civaka sivîl tev li şînê bûn. Girseya ku ber bi mala şînê ve dimeşiya bênavber dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin. Her wiha piştî ku girse derbasî hundir bû, ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd e jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin û piştî rêzgirtinê dîsa dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin.

‘Heval û hogirên wî jî jê razîbûn’

Xwişka rojnameger Osman Kiliç, Sebelan Kiliç ewilî axivî, bi xêrhatina mêvanan kir û got: “Ji roja ku hevalê Gundî koça dawî kir vir ve hevalên wî yên çapemeniya azad li ser kesayetiya wî hest û bîranînê xwe parvekirin. Bi xwendina wan peyaman em hestiyar û di heman demê de jî serbilind bûn. Hevalê Gundî bi sekna xwe û bi girêdana xwe ya nirxên şoreşgerî û civakî her tim ji bo me mînakek bû. Jiyaneke dilnizm û sade esas girt. Ev jî bû aliyekî jiyana wî. Em weke xwişk û biyarên wî jê razî bûn. Em bi hêvî û bi bawerin heval û hogirên wî jî jê razîbûn. Di kêliyên dawiya jiyana xwe de jî girêdana xwe ya têkoşîna azadiyê dianî ziman. Ji ber hurmeta vê meha pîroz û pîrozbahiyên Newrozê wî nedixwest ku gelê Kurd bi şehadeta wî xemgîn bibin. Ji ber vê sedemê lêborîna xwe ji hevalên xwe dixwest. Lê di heman demê jî kêfxweş bû. Ku wê tev li karvanên şehîdan bibe. Em jî ji ber vê hestê wî oxir dikin û wî dispêrin axa pîroz dikin. Di serî de gelê me yên ku ji roja yekî heta îro em bi tenê nehiştin, em bi malbatî spasdar in. her wiha hevalên wî yên çapemeniya azad, hemû endam û nûnerên sazî û rêxistinên herêmî, xebatkarên malbatên şehîdan û şaredariya Misircê jî em gelek spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin. Xwedî derketina wan a van rojên dawî ji bo me gelek bi wate ye.”

‘Serê gelê Kurd û serê çapemeniya azad sax be’

Piştre parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, sersaxî ji malbatê re xwest û got: “Keda hevalê Gundî jî wekî ya rêhevalên xwe yên çûyîn heta niha kedeke mezin dane. Ji ber vê em gelek xemgîn in û êşa malbata xwe parve dikin. Hevalê Gundî bû êşa me hemûyan, tenê ne êşa malbatê ye. Sersaxiyê ji malbat û ji rêhevalên wî, çapemeniya azad û ji serokatî re û rêhevalên wî re dixwazin. Di heman demê de em hevalê Salih Muslim jî bi bîr tînin. Bavê Welat jî li Rojava pêşengekî gelê xwe bû. Bi vê yekê re 16ê adarê jî rojeke bi êş e. Em şehîdên komkujiya Helebceyê jî bi bîr tînin. Em dibêjin serê gelê Kurd û serê çapemeniya azad sax be.”

Herî dawî siyasetmedarê Kurd Nîzanettîn Toguç axivî, sersaxî ji malbatê re xwest û got: “Tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û em bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Di vî çend rojên dawî de gelek şehîdên me çêbûn. Her wiha hevalê Gundî, Salih Muslim û Ehmed Huseynî her sê jî kedkarên doza Kurdî bûn. Em sersaxî ji malbatên wan re dixwazin û em dibêjin serê gelê Kurd sax be.”

 

Etîket: Osman KiliçRojnamegersersaxîsêrt
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Doza 19 rojnemevanên tên darizandin hat taloqkirin

Doza 19 rojnemevanên tên darizandin hat taloqkirin

10 MIJDAR 2026
Tuncer Bakirhan li Amedê serdana saziyên rojnamegeran kir

Tuncer Bakirhan li Amedê serdana saziyên rojnamegeran kir

25 COTMEH 2026
‘Em li dijî astengî û sansûrê dengê xwe bilind dikin’

‘Em li dijî astengî û sansûrê dengê xwe bilind dikin’

25 COTMEH 2026
Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

24 COTMEH 2026
Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

21 COTMEH 2026
Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn

Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn

14 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne