• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ayşegul Dogan: Şandeyeke DEM Partiyê dê tevlî merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

Enqere/ Aw

12 ADAR 2026 - 14:46
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim ku dûh şev jiyana xwe ji dest da bi bîranî û da zanîn ku hevserokên giştî yên DEM Partî jî di nav de şandeyeke DEM Partî dê tevlî merasîma cenaze bibe.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê geşedanên di rojevê de ne li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Ayşegul Dogan salvegerên komkujiya Qamişlo, Gazî û darbeya 12ê Adarê bi bîr xist û kesên di van pêvajoyan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Ayşegul Dogan rojnameger Nazim Babaoglu ku hatibû windakirin di 32emîn salvegerê windakirina xwe de ew bi bîr anî, got ku hê jî aqubeta Nazim Babaoglu nehatiye ronîkirin, kujer nehatinê cezakirin û da zanîn ku ew ê li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin. Ayşegul Dogan, Endamê Desteya Hevserokatiyê yê PYDê Salih Muslim ku dûh jiyana xwe ji dest da jî bi bîr anî û got: “Oxir kirina Salih Muslim êşeke mezin e. Ew şoreşgerekî kedkar bû. Di şert û mercên dijwar de xebitî. Her tim li rex gelê xwe bû. Em ser navê partiya xwe di serî de hevjîna wî Ayşe Efendî û gelê Rojava re sersaxiyê dixwazin. Em ê xwedî mîrateya têkoşîna wî derbikevin.”

Ayşegul Dogan di berdewama axaftina xwe de bal kişand şerê li Îranê û wiha axivî: “Xetereya şer ew e ku belavî tevahiya herême bibe. Ew şer ne tenê Rojhilata Navîn, lê hemû cîhanê alaqadar dike. Divê ew şer bidawî bibe. Îran rejîmeke zextkar bû. Gelên Rojhilat û Îranê pir zilma vê rejîme dîtin. Lê çareserî bi mudaxaleyên dervê û şer nabe. Çareserî bi têkoşîna hevpar a gelên Rojhilat û Îranê pêkan e. Kurd sed sal in li Rojhilat têkoşîna azadiyê didin. Weke DEM Partî em ji bo Rojhilata Navîn jiyaneke wekhev û azad dixwazin û li dijî mudaxaleyên dervê ne. Têkoşîna me jî ji bo vê yekê ye. Ji bo me çareserî pêkanîna hemû mafên gelên li Rojhilata Navîn e.”

‘Divê qanûnên pêwîst demildest derbikevin’

Di derdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan bi lêv kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji geşedanên li Rojhilata Navîn ne cuda ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê qanûnên pêwîst demildest derbikevin. Şandeya Îmraliyê bi Wezaretên Dadê û Karên Navxweyî re jî hevdîtin kir. Divê derxistina qanûnan neyê taloqkirin. Me ji berê de jî got beriya cejnê qanûnan derxînin. Lê diyar e hê jî di rojeva Meclîse de derxistina qanûnan tune ye. Em li vir careke din bang dikin; gavên ku ne hewceyê bi derxistinê jî hene. Biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) pêk bînin û girtiyên siyasî berdin. Çima girtiyên nexweş hê di girtîgehê de ne. Ji bo vê bêedaletiyê bi dawî bikin li benda çi ne? Bi milyonan kes li benda van gavan e. Girtiyên doza Kobanê berdin bila baweriya gel jî were. Lê çima bi israr tevî rapora komîsyonê jî van gavan navejin? Divê hemû girtiyên siyasî ku Dadgeha Mafê Mirovan biryara berdanê daye, demildest bên berdan. Civak li benda gavên şenber in. Doza Stenbolê li dijî demokrasiyê ye. Ew doz dîzaynkirina muxalefetê ye. Divê desthilat dev jî van sepanên li dijî hiqûq û demokrasiyê berde û ji bo demokrasî û hiqûqê gav baveje. Divê Wezîrê Edaletê jî van bêedaletiyan bi dawî bike.”

‘Agahiya me ji xaniyê ku dibêjin li Îmraliyê hatiyê çêkirin nîn e’

Ayşegul Dogan tekildarî nûçeyên derbarê çêkirina avahiyê nû yê ji bo şert û mercên baştir ên xebata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir ku agahiya wan nîn e û wiha pê dê çû: “Birêz Ocalan tevî di şert û mercên giran ên girtîgehan de jî bi 2 bangan girîng ên pêvajoyê pêş xist. Birêz Ocalan muzakerevanê serekê yê vê pêvajoyê. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) jî heye. Lê mijar ne xaniye. Birêz Ocalan muzakerevanê serekê yê vê pêvajoyê ye û yê ku pêşketina pêvajoyê de berpirsyarî girtî ye. Mijar ew e; Şert û mercên xebata azad ji bo birêz Ocalan dê çawa pêk werin? Hezeke Rêbertiyeke wisa xurt di girava Îmraliyê de nayê ragirtin. Ew yek jî bi derxistina qanûnan pêkan e. Tekildarî xaniyê hatiye çêkirin jî tu agahiya me nîn e. Beriya cejnê şandeya me dê bi birêz Ocalan re hevdîtin bike, heke tiştek wisa hebe em ê ragihînin.”

Şandeya DEM Partiyê dê tevlî merasîma cenazeya Salih Muslim bibe

Ayşegul Dogan derbarê parlementera DEM Partiyê Çiçek Otluya ku ameliyat bibû jî da zanîn ku rewşa Otluyê ber bi başiyê ve diçe. Ayşegul Dogan anî ziman ku bi nêzbûna Newrozê re ew ji aliyekî ve coşa Newrozê ji aliyê din ve jî xemginiya Salih Muslim pêşvazî dikin. Ayşegul Dogan destnîşan kir ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê bi şandeyeke DEM Partiyê re tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibin.

‘Divê rapora Dîlan Karaman paş were kişandin’

Di dawiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan rojnameger û hevala xwe Dîlan Karaman bi bîr anî û wiha got: “Meclisa me ya Jinan a DEM Partiyê ji bo rêzgirtina mîrateya Dîlan Karaman xwest rapora 5 saziyên jinan ve hatiye amadekirin paş de were kişandin. Malbatê ew bang kir. Em jî vê bangê dikin. Divê komîsyon van bangan guhdar bike û raporê paş de bikşînê. Heta bûyera Dîlanê bi hemû aliye xwe ve derdikeve holê û bêrsûc werin cezakirin, em ê bi baldarî vê pêvajoyê bişopînin. Em careke din rêhevala xwe Dîlan Karaman bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Etîket: Ayşegul DoganBerdevka DEM PartiyêdaxuyanîSalih Muslim
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

16 TEBAX 2026
Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne