• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rejîma Îranê bênavber êriş Kurdan dike: Di 6 rojan de bi dehan êriş

Navenda Nûçeyan / AW

5 ADAR 2026 - 10:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rejîma meleyan bi hinceta bersivdayîna Îsraîl û DYAyê bênavber êrişî Kurdan dike. Di nav 6 rojên şer de bi dehan drone û moşekên balîstîk di ser Kurdan de hatine barandin. Di encamê de windahiyên mirovî û xisarek mezin a madî derket holê.

Şerê Îsraîl, DYA û rejîma Îranê di roja 6emîn de berdewam dike. Rejîma Îranê ku derbayên giran xwarin, berê çekên xwe daye gelê Kurd. Rejîmê di bin navê bersivdayîna Îsraîl û DYAyê de ji 28ê Sibatê roja şer destpêkirî heta niha bi dehan êriş li dijî Kurdan pêk anîn. Di encama êrişên rejîma meleyan de Kurdên jiyana xwe ji dest dayîn û birîndar hene. Her wiha xisarek mezin a madî jî heye. Bîlançoya êrişên rejîmê tabloyek xeternak derdixe holê.

Roja yekemîn: Moşekên balîstîk li Koye û Soranê hatin barandin

Di roja yekemîn de Hêzên Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) bi moşekên balîstîk û dronên kamîkaze êrîş kirin. Di êrişan de bajarên Koye û Soran hedef hatin girtin. Li gorî rayedarên herêmî, moşek û dronan îsabetî li navendên hin komên muhalif ên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (KDPI) û Komala kirin. Çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku di êrîşan de bi dehan kes birîndar bûn.

Roja duyemîn: Bi dronê li derdora Hewlêrê xistin

Di roja duyemîn de êrîşên dronên çekdar berdewam kirin. Li gorî rayedarên herêmê hin hedefên li deverên rojhilatê Hewlêrê û nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê îsabet kirin. Hêzên Pasdarên Şoreşê di daxuyaniyekê de got ku ev êrîş li dijî komên “çekdar ên dijber” tên kirin. Hikûmeta Iraqê ev êrîşan wekî binpêkirina serweriya Iraqê rexne kirin. Lê ligel Îranê komên girêdayî wê jî ketin nav tevkegerê û bi dronan êrişî Herêma Kurdistanê kirin.

Roja sêyemîn: Sînorê Başûr û Rojhilat hate topbaran kirin

Di roja sêyemîn de hêzên Îranê bi topan û roketan êrişî sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de. Deverên wekî Sîdakan, Hacî Omeran û hin cihên nêzî Soran di bin topbaranê de man. Rayedaran gotin ku gelek gundên sînorî ji ber êrîşan vala bûn û malbatên sivîl ji bo ewlehiyê koç kirin deverên din.

Roja çaremîn: Li ser partiyên Kurdan êrişên giran pêk hatin

Di roja çaremîn de êrîşên Îranê bi moşekên balîstîk û dronên Şahed berdewam kir. Navendên hin partiyên Kurdan ên li Koye û deverên nêzî sînorê hedef hatin girtin. Di encama êrişan de hin navendên perwerdehiyê û rûniştinê yên partiyên Kurdan zirarek mezin dîtin û birîndar çêbûn. Di nav birîndaran de sivîl jî hene.

Roja pêncemîn: Êrişî Bradost û Pişderê kirin

Di roja pêncemîn de hêzên Îranê bi topan û dronan êrişî deverên Bradost û Pişderê kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li civaka navneteweyî kir ku zext li ser Îranê were zêdekirin da ku êrîşên li ser axa Iraqê rawestin.

Roja şeşemîn: Rejîma meleyan gef li Kurdan kir

Di roja şeşem de jî hin êrîşên sînorkirî bi drone û topbaranê hatin domandin. Hêzên Pasdarên Şoreşa Îranê bi daxuyaniyekê Kurd wekî alîgirên hêzên derveyî nîşan da û gefa zêdekirina êrişan xwar. Her wiha komên girêdayî Îranê yên li Iraqê jî heman gef li Kurdan xwarin.

Hemû partiyên Kurdan rastî êrişê hatin

Di êrişên li ser Partiya Jiyana Azad (PJAK), Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (KDPI), Komala û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) pêk hatîn de pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birînadar bûn. Her wiha gelek sivîl jî birîndar bûn û bi sedan gundî neçar man ku cih biguherin.

Herî dawî Balefirgeha Hewlêrê û Zirguwêz rastî êrişê hatin

Rejîma Îranê di saetên direngiya şeva 5ê Adarê de Qampa Komeleya Zehmetkêşan û gundê Zirguwêz bombebaran kir. Di encama êrişê de şewat di kabîneyek ya li qampê de derket. Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ragihand ku di encama êrişê de tu ziyanên canî çênebûn. Her wiha direngiya şevê gundê Zirguwêz yê ser bi sînorê Silêmaniyê, bi rêya balafirek bêmirov û bi çek ve hate bombebarankirin.

Li gorî agahiyan ku welatiyên li herêmê ragihandine, li sînor dengê çar teqînên mezin hatine bihîstin.

Di 6 rojan de 8 caran êrişê balefirgehê kirin

Rejîma meleyan herî zêde êrişî Balefirgeha Navneteweyî ya Herîr a li Hewlêrê kir. Hem rejîma Îranê bi moşekên balîstîk û dronan, hem jî hêzên girêdayî wê rejîmê yên li Iraqê bi cureyên cuda êrişî balefirgeh û derdora wê kirin. Di nav 6 rojan de balefirgeh û derdora wê 8 caran hedef hate girtin. Hind êriş bi riya pergala hewayî ya DYAyê ve hatin astengkirin.

Moşeka Îranê kete Qamişloyê

Her wiha Rojavayê Kurdistanê jî para xwe ji êrişên rejîma Îranê girt. Moşekek balîstîk a Îranê di roja 5ê Adarê de kete çoltera bajarê Qamişloyê. Ji ber ku moşek kete zeviyekê tu ziyana mirovî û madî pêk nehat.

 

Etîket: Başurê KurdistanêDYAHerêma Federal a KurdistanêHewlêrÎranIraqÎsraîlpartiyên Kurdanrejîma meleyanRojhilatê Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

30 ÎLON 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

26 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne