• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê
Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

Enqere/ Aw

4 ADAR 2026 - 15:14
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan piştî hevdîtina bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re bi lêv kir ku tê payîn piştî cejnê, hevdîtinên qanûnan dê di komîsyona edaletê de destpê bikin û Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e.

 

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê, piştî hevdîtinên bi Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî û Wezîrê Dadê Akin Gurlek re li ber avahiya Wezareta Dadê tekildarî hevdîtinan daxuyanî dan.

‘Bendewariya sepana qeyûm û biryarên dadgehan heye’

Pervîn Buldan diyar kir ku wan 2 hevdîtinên girîng pêkanîn û wiha got: “Wezîrê Dadê di serdemeke ku, biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) pêk nedihat de hat ser peywirê. Bendewariya gel a pêkanîna hiqûqê ji Wezîrê Dadê heye. Her wiha bendewariya gel ji ber sepana qeyûman ji Wezîrê Karên Navxweyî heye. Me her dû mijar jî ji wezaretan re parve kir û fikir û nêrînên xwe gotin. Hevdîtineke pir erênî bû.”

‘Temînata aştiyê edalet e’

Mîthat Sancar jî anî ziman ku ew li ser pêvajoyê, hiqûq û demokrasiyê hevdîtin pêk anîne û ev tişt gotin: “Me bendewariyên gel ji wezîr re ragihand. Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e. Ji bo aştiyeke mayindê pêdivî bi edaleteke ku ji bo hemû mirovan derbasdar e heye. Wezîrê Dadê ji bo derxistina qanûnan roleke girîng dilîze. Me ew yek ji Wezîrê Dadê re got. Her wiha Wezîrê Karên Navxweyî jî ji bo pêvajoyê girîng e. Me li ser xebatên wan agahî girtin û pêşniyarên xwe vegotin.”

‘Divê sepana qeyûm bi dawî be’

Mîthat Sancar têkildarî pirsa derbarê qeyûman de hatiye kirin jî bi lêv kir ku sepana qeyûman li dijî makezagonê ye û dirêjkirina sepanan, vê binpêkirinê zêde dike û anî ziman ku heviya wan ew ê, sepana qeyûman bi dawî bibe.

Pervîn Buldan jî li ser pirsa amadekirina dema qanûnan da zanîn ku li bende ye ku qanûn piştî cejne biçin komîsyona edaletê ji wir were komîsyona giştî.. Pervîn Bûldan têkildarî xebatan diyar kiriye, îhtîmaleke mezin piştî cejnê di komîsyonên edaletê de dê hevdîtinên qanûnan destpê bike.

Etîket: Faîk Ozgur ErolMîthat SancarPervîn BuldanŞandeya Îmraliyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

13 ÎLON 2026
Pervîn Buldan ji bo dîtina kujerên Buldan, Yildirim û Karay serî li Wezareta Dadê da

Pervîn Buldan ji bo dîtina kujerên Buldan, Yildirim û Karay serî li Wezareta Dadê da

17 TEBAX 2026
Heyeta DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Selahattîn Demîrtaş re daxuyanî da

Heyeta DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Selahattîn Demîrtaş re daxuyanî da

15 TEBAX 2026
‘Piştî vê hevdîtinê divê bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk were’

‘Piştî vê hevdîtinê divê bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk were’

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne