• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji jinên girtî re fularên 8ê Adarê şandin: Ruhê 8ê Adarê di nava diwaran de nayê sekinandin

Stenbol/ AW

3 ADAR 2026 - 15:18
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
MATUHAYDERê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê de li Stenbolê daxuyanî da û ji jinên girtî re fularên 8ê Adarê şandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jinên Kurd bi salan e, li dijî hişmendiya baviksalarî û tunehesibandinê li ber xwe didin û wiha hat gotin: “Ruhê 8ê Adarê di nava diwaran de nayê sekinandin.”

Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) di çarçoveya bernameya 8ê Adarê de li PTTa Bakirkoyê ji jinên girtî re fularên 8ê Adarê şand. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo azadiya jinên girtî, em jiyanê dihonin” hat vekirin û dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatşz berzkirin. Berî ku fular werin şandin li pêşiya avahiyê PTTê daxuyanî hat dayîn. Daxuyaniyê Rêvebera MATUHAY-DERê Sevgî Çoban xwend.

‘Berxwedana jinan ne tenê herêmiye, netewiye’

Sevgî Çoban diyar kir ku ji li her derê Tirkiyeyê bi tundî û bêparastinê re rû bi rû ne û wiha axivî: “Keda jinê erzan tê dîtin. Tundiya ku li ser jinan pêk tê, bi awayekî sîstematîk e. Li vî erdnigariyê têkoşîna jinên Kurd, berxwedana 8ê Adarê şênber dike. Jinên Kurd bi salan e, li dijî hişmendiya baviksalarî û tunehesibandinê li ber xwe didin. Tenê daxwaza jiyaneke hevpar nekirin, herwiha nîşan dan ku jiyanekê azad pêkan e jî. Jin li Rojavayê, nîşanî cîhanê dan ku jin avakarên jiyanê ne. Berxwedana jinan ne tenê herêmî ye, navneteweyî ye jî.”

‘Ruhê 8ê Adarê di nava diwaran de nayê sekinandin’

Di dawiyê daxuyaniyê de Sevgî Çoban anî ziman ku îro jinên ku di girtîgehan de tên ragirtin remza berxwedanê ne û got: “Berxwedana wan ne tenê kesane ye, berdewamiya lêgerîna azadiya kolektîf e. Li girtîgehan jin bi salan e li dijî sirgûn, cezayên keyfî û tevahî astengiyan li berxwe didin. Dixwazin vîna jinan bişkînin. Lê em dizanin ku rûhê 8ê Adarê di nava diwaran de nayê sekinandin. Li dijî zextam berxwedan berdewam dike. Ber bi 8ê Adarê ve em jinên ku ji derve û di girtîgehan de li ber xwe didin, silav dikin.”

‘Em dixwazin Serok Apo azad be’

Dû re Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt axivî û got: “Bi salan e jinên Kurd ji bo azadiya gelê Kurd di girtîgehan de tên ragirtin. Rêberê Gelê Kurd ji bo jinan di 27ê Sibata 2025 û 2026an de peyam şand. Em dixwazin Serok Apo azad bibe. Îro di girtîgehan de poşmantî li zarokên me re ferz dikin lê zarokên me li ber xwe didin.”

Jin piştî daxuyaniyê ji jinên girtî re fularên 8ê Adarê şandin.

Etîket: Fularên 8ê AdarêJinên GirtîMATUHAY-DER
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sonay Mengutay piştî 30 salan azad e: Ji destê me çi were em ê bikin

Sonay Mengutay piştî 30 salan azad e: Ji destê me çi were em ê bikin

13 TEBAX 2026

‘Lijneyên çavdêriyê weke dadgehê tên bikaranîn’

7 GULAN 2026

Dayikên Aştiyê ji jinên girtî re qert şandin

5 ADAR 2026
Ji jinên girtî re qert û fularên pîrozbahiya 8ê Adarê şandin

Ji jinên girtî re qert û fularên pîrozbahiya 8ê Adarê şandin

2 ADAR 2026
Rapora 9 girtîgehan hat eşkerekirin

Rapora 9 girtîgehan hat eşkerekirin

11 KANÛN 2025
Ji bo jinên girtî qertên piştevaniyê şandin

Ji bo jinên girtî qertên piştevaniyê şandin

18 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne