• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Hesekê û Kobaniyê bernameya 8ê Adarê hate daxuyandin 

Hesekê/Kobanê / AW

28 SIBAT 2026 - 12:44
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Kongra Star a Bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê bernameya xwe ya 8ê Adarê ragihand û diyar kir ku destkeftiyên şoreşa jinan li Rojava xeta sor in û parastina van destkeftiyan berpirsyariyeke giştî ye.

Kongra Star a bajarê Hesekê bernameya 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi daxuyaniyekê li Parka 4ê Nîsanê, bi beşdariya jinên ji bajarên Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan û koçberan ragihand. Daxuyanî bi Erebî ji hêla Endama Kongra Star a Bajarê Hesekê Sîham Elî ve û bi Kurdî jî ji hêla mamosteya zimanê Kurdî Zêrîn Hesaf ve hate xwendin. Daxuyanî bi dirûşma, “Bi felsefeya jin, jiyan azadî em destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin” hate dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tundî dê me netirsîne, sûc dê me neşikîne û em ê gavekê jî ji parastina destkeftiyên şoreşa jinan paşve neavêjin. Ji Denîz Çiya bigire heta Gerîla Amara û ji her şehîdeke ku jiyana xwe ji bo parastina rûmeta jinan û azadiya civakê daye, em piştrast dikin ku xwîna wan veguheriye hêzeke ajotinê ji bo têkoşînê û hişmendiyeke kûr di nava jinan de. Her sûcek ku li dijî jinan hatiye kirin, biryardariya me ya birêxistinkirin û berxwedanê xurt kiriye û her hewldanek ji bo bêdengkirina dengê me, em bêtir amade û berxwedêr kirine. Di 8’ê Adarê de, em radigihînin ku destkeftiyên şoreşa jinan li Rojava xeta sor in û parastina van destkeftiyan berpirsiyariyeke kollektîf e. Em ê rêxistina xwe li hemû qadan xurt bikin û em ê asta hişmendî û têkoşîna xwe bilind bikin, ji ber ku şoreşek ku ji hêla jinan ve tê birêvebirin, nayê têkbirin.”

Bernameya çalakiyên 8ê Adarê yên Kongra Star a Hesekê û Dirbêsiyê wiha ye:

1ê Adarê bajar dê ji aliyê Kongra Star ve werin xemilandin û jinên ciwan dê li ser gorên şehîdên dar û kulîlkan biçînin.

2yê Adarê komek jinan dê çekan hilgirin û beşdariya xwe di seferberiya giştî de ragihînin. Jinên ciwan dê bi wêneyan keziyan têketina Hesekê bixemilînin.

3yê Adarê gundên Jinwar û Zirgan werin ziyaretkirin.

4ê Adarê dê mûm li ser gorên şehîdan werin vêxistin û jinên ciwan dê pêşangeheke destkariyan û wêneyên şehîdên jin vekin.

5ê Adarê saziyên sivîl û leşkerî dê werin ziyaretkirin, fîlmek li ser keziyan û wateya wan dê were nîşandan û jinên ciwan dê pîrozbahiyekê li dar bixin.

6ê Adarê dê çerxerêyek were destnîşankirin û jin dê li hev bicivin da ku porê xwe bikin kezî. Her wiha dê şano li kolanan ji hêla jinên ciwan ve were pêşkêşkirin.

7ê Adarê dê amadekariyên pîrozbahiya 8ê Adarê werin kirin û jinên ciwan dê broşûrên li ser kezî û girîngiya wê ya dîrokî ji bo Kurdan belav bikin.

8ê Adarê dê pîrozbahiyeke navendî li Stadyuma Beledî ya li Hesekê were lidarxistin.

Her wiha dê li Dirbêsiyê 1ê Adarê, li Zirganê 1ê Adarê, li Hesekê 2yê Adarê, li Til Temirê 7ê Adarê û li Kampa Waşokanî û Serêkaniyê 5ê Adarê civînên têkildarî dîroka 8ê Adarê werin lidarxistin.

Li Kobaniyê bernameya rengîn

Kongra Star a Kobaniyê jî bi daxuyaniyekê bernameya 8Adarê ragihand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “8ê Adarê wateyeke xwe heye ji bo tevahî jinan ku di vê rojê de li beramberî dîktatoriya ku li ser jinan tê kirin, li beramberî desthilatdarî û qetilkirina li ser jinan, dixwazin îrade û hebûna jinan ji holê rakin. Bi vê rojê em îradeya xwe, berxwedana xwe dubare dikin. Hemû rojên jinan dê bibin 8ê Adarê, rojek tenê ji bo jinên cîhanê têrê nake. Hewldanên ku dixwazin ji bo îrade û hêza jinan tune bikin pir in, lê em wek jinên azadîxwaz ên her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet jinên rojavayê Kurdistanê û jinên Kobaniyê, em ê ji bo îradeya xwe ya azad û nasnameya xwe ya azad û hebûna xwe ya azad, li her derê têkoşîna xwe xurttir bikin. Di beşên siyasî, leşkerî, îdarî li ku derê dibe bila bibe, em ê wek jin li wê derê hebin û têkoşîn û îradeya xwe ya heyî hîn xurttir bikin.”

Bernameya 8ê Adarê ya Kobaniyê wiha ye; 

1ê Adarê dê xemilandina bajêr bê kirin û dê ji bo piştgiriya YPJê meşek li Kobanê were lidarxistin.

2 û 3yê Adarê dê semîner li komîn û gundan werin dayîn.

4ê Adarê semînerên navendî li bajarê Kobanê, gundê Pêndir û navçeya Şêranê wê werin dayîn.

5ê Adarê serdana YPJê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê bê kirin.

6ê Adarê pêşbirka bezê û pêşbirka bisîklêtan ên jinên ciwan dê bên lidarxistin.

7ê Adarê dê dar bên çandin.

8ê Adarê dê ji Qada Jina Azad heta Qada Şehîd Egîd bimeşin û li wir dê şahiya mezin a 8ê Adarê were lidarxistin.

Bi vê boneyê em tevahî jinan dawetî şahiyê dikin û em ê bi vê têkoşîn û berxwedanê Sûriyeyeke azad, demokratîk û wekhev ava bikin.

Etîket: 8ê AdareHesekêKobanîYPJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

14 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026
Li Hesekê teqîn: Du kes mirin û zarokek birîndar bû

Li Hesekê teqîn: Du kes mirin û zarokek birîndar bû

28 TEBAX 2026
YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

Ji Fermandariya Giştî ya YPJê daxuyanî: Hevdîtin êrênî pêk hat

27 TEBAX 2026
YPJ dê weke hêzeke taybet di nava Wezareta Navxwe de cih bigire

YPJ dê weke hêzeke taybet di nava Wezareta Navxwe de cih bigire

27 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne