• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye

Enqere/ Aw

27 SIBAT 2026 - 12:01
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Abdullah Ocalan, bi boneya salvegera 27ê Sibatê peyamek weşand û diyar kir ku divê ji qonaxa neyînî derbasî avakirina pozîtîf bibin û wiha got: “Ji bo entegrasyona demokratîk, pêdivî bi qanûnên aştiyê heye.” Abdullah Ocalan balkişand ser welatîbûna azad û pîvanên welatîbûna bi dewletê re pênase kir.

DEM Partiyê û endamên Şandeya Îmraliyê, bi boneya salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Sehneya Yilmaz Guney a li Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de peyama nû ya Abdullah Ocalan a têkildarî pêvajoya hate xwendin. Peyam, bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî û Ingilîzî hte parvekirin. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Veysî Aktaş û ya bi Tirkî jî endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê xwend. Veysî Aktaş, got ku Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 16ê Sibata 2026an de li Îmraliyê hevdîtinek pêk anî û peyama Abdullah Ocalan a bi rêya şandeyê şandî xwend.

Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:

“Banga me ya 27ê Sibata 2025an, beyana wê ye ku li cihê ku siyaseta demokratîk bi cih dibe çek wateya xwe winda dike û beyaneke eşkere ye ku siyaset hatiye tercîhkirin û temamkirina rêgezan e. Me bi îrade û pratîka yekalî bi awayekî bingehîn serdema serhildana neyînî derbas kir. Pêvajoya bihûrî şiyan û hêza me ya danûstandinê îspat kiriye û em dikarin rê li ber veguhestina ji siyaseta tundûtûjî û parçekirinê bo siyaseta demokratîk û entegrasyonê vekin. Bangewazî, konferans û kongreyên me ji bo vê armancê bûn. Biryarên rêxistinê yên ji bo fesix û bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî ne tenê redkirina fermî û pratîkî ya tundûtûjiyê, lê di heman demê de veguherîneke derûnî ber bi rêyeke siyasî ve jî nîşan da. Ev yek di heman demê de îlankirina lihevhatina derûnî bi komarê re bû. Ez îradeya birêz Erdogan, banga birêz Bahçeli, tevkariya birêz Ozel û hewldanên hemû kes û saziyên din ên siyasî, civakî û sivîl ên ku sala borî bi awayekî erênî beşdarî pêvajoyê bûne, gelekî girîng dibînim. Û ez bi taybetî hevalê me Sirri Sureyya careke din bi rêz û hesreteke mezin bi bîr tînim.

Têkiliya Tirk û Kurdan xwedî karakterek dîrokî ye’

Tirk bêyî Kurd, Kurd jî bêyî Tirk nabin. Ev diyalektîka têkiliyê xwedî karektereke dîrokî ya resen e. Nivîsên bingehîn ên di pêvajoya damezrandina Komarê de yekitiya Tirk û Kurdan nîşan didan. Banga me ya 27ê Sibatê hewldanek e ji bo vejandina wî ruhê yekitiyê û daxwaza Komara Demokratîk. Me armanc kir ku em mekanîzmaya xwîn û pevçûnê bişikînin. Li şûna ku em dîrokîbûn, cidîbûn û rîskên potansiyel ên pirsgirêkê bibînin, ku em li gorî berjewendiyên siyasî yên demkurt û teng tevbigerin ev dê me hemûyan qels bike. Hewldana domandina înkar û serhildanê, hewldana domandina nelirêtiya herî mezin e. Em astengiyên li pêşiya yekitiyê ji holê radikin ku di dused salên dawî de hat xwestin ku ev yekitî bê berevajîkirin, em şertên hiqûqa yekitiyê pêk tînin. Em dixwazin nîqaş bikin bê ka em ê çawa bên cem hev û jiyana bi hev re ava bikin.

Riyek nû li pêşiya siyaset û stratejiyê vedibe

Niha divê em ji qonaxa neyînî derbasî qonaxa erênî ya avakirinê bibin. Rê li ber serdem û stratejiyeke nû ya siyasetê vedibe. Armanca me ew e ku em serdema siyaseta tundûtîjiyê bi dawî bikin û pêvajoyek li ser bingeha civaka demokratîk û serweriya hiqûqê vekin. Em hemû beşên civakê vedixwînin ku di vî warî de derfetan biafirînin û berpirsyariyê bigirin ser milê xwe. Civaka demokratîk, lihevkirina demokratîk û entegrasyon bingehên hişmendiya qonaxa erênî ne. Qonaxa erênî rêbazên têkoşînê yên zorê û tundûtûjî veder dike. Armanca avakirina erênî, ne desteserkirina tu sazî yan avahiyekê ye, armanc ew e ku her kes di civakê de bikaribe berpirsyariyê bistîne û beşdarî avakirina civakî bibe. Armanc ew e ku avakirin bi hev re û di nav civakê de pêk were. Komên bindest, komên etnîkî, komên olî û çandî dikarin bi têkoşîna demokratîk a domdar û rêxistinkirî xwedî li afirînên xwe derkevin. Di vê pêvajoyê de pir girîng e ku dewlet bersivê bide veguherîna demokratîk.

Entegrasyona demokratîk modela civaka demokratîk e

Entegrasyona demokratîk bi kêmanî bi qasî destpêka Komarê girîng e. Ew bangek e ku bi qasî wê wate, siberoj û bi potansiyela hêza xwe hebûn û dewlemendiyê dihewîne. Di bingeha wê de modela civaka demokratîk heye. Ew alternatîfek e ji bo rêbazên parçeker an jî rêbazên asîmîlasyonîstiya berevajî. Ji bo veguhestina bo entegrasyona demokratîk pêdivî bi qanûnên aştiyê heye. Çareseriya civaka demokratîk, avakirina mîmarî û hiqûqeke di çarçoveya siyasî, civakî, aborî û çandî de pêşbînî dike. Gelek pirsgirêk û krîzên ku em îro pê re rû bi rû dimînin, ji ber nebûna hiqûqeke demokratîk derdikevin. Em di çarçoveya siyaseta demokratîk de çareseriyeke hiqûqî diparêzin. Pêdiviya me bi nêzîkatiyekê heye ku ji bo civaka demokratîk, ji bo demokrasiyê qadê çêke û ji bo vê yekê jî garantiyên hiqûqî yên bihêz ava bike.

Welatîbûn divê ne li ser aîdiyeta neteweyî be

Hemwelatîbûn divê li ser bingeha girêdana bi dewletê re çêbe, ne li ser aîdiyeta neteweyekê. Em hemwelatîbûneke azad diparêzin ku azadiya ol, netewe û ramanê dide pêşiyê. Çawa ku ol û ziman nayên ferzkirin, divê netewebûn jî neyê ferzkirin. Têkiliya hemwelatîbûnê ya qanûnî, di nav sînorên demokratîk de û li ser bingeha yekparçeyiya dewletê, mafê îfadekirin û rêxistinkirina bi azadî ya nasnameya olî, îdeolojîk û neteweyî dihewîne.

Parastina mafên cudahiyan

Îro, tu sîstemeke ramanê bêyî ku li ser demokrasiyê ava bibe nikare bijî. Sekn û rawestan, alozî û krîz demkî ne; di dawiyê de demokrasî dê bibe mayînde. Banga me armanc dike ku ne tenê li Tirkiyeyê, di heman demê de li Rojhilata Navîn jî çareseriyan ji bo pirsgirêka jiyana hevbeş û krîzên ku ji ber wê çêdibin bibîne. Em mafê hebûn û xweîfadekirina azad a hemû kesên ku rastî neheqiyan hatine diparêzin.

Bêyî pêşengiya jinê civak nikare hebûna xwe bidomîne

Jin, hêzên civakî yên pêşeng in ku tu civak an dewlet wan li ber çavan negire nikare hebûna xwe bidomîne. Îro, tundiya navmalî, kuştina jinan û zordariya baviksalar hemû, xuyangên hemdem ên êrişa dîrokî ne ku bi koletiya jinan dest pê kiriye. Ji ber vê yekê, jin pêkhateya herî azadîxwaz û hêza xurtkirinê ya entegrasyona demokratîk in.

Divê zimanek rêzder pêş bikeve

Zimanê vê serdemê divê serdest û otorîter nebe. Divê em derfet bidin her kesekî din ku bikaribe bi awayekî rast xwe îfade bike, bi baldarî guhdarî bike û rastiyên xwe îfade bike. Pêkhatina van xisûsan tevan, hewcehî bi aqilekî hevpar ê li dijî hev rêzgir heye.

Etîket: Abdullah OcalanAhmet TurkCengîz ÇîçekFaîk Ozgur ErolMîthat Sancarsalvegera banga 27ê SibatêŞandeya DEM PartiyêTulay HatimogullariTuncer BakirhanVeysî Aktaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

2 TÎRMEH 2026
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026
Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (32)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne