• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

9 rojnamegerên jin meha Gulanê li zindanê derbas kirin

Amed /AW

3 HEZÎRAN 2025 - 13:09
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKG) rapora meha gulanê parve kir. MKGê di raporê de da zanîn ku di meha Gulanê de 9 rojnameger girtî bûn.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ropara binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha gulanê eşkere kir. Li gor rapora meha gulanê zext û zordestiyên li ser çapemeniyê dewam kiriye û li gor raporê di meha gulanê de 9 rojnameger di girtîgehan de ji mafê xwe yê azadiyê bêpar hatine hiştin.

Di dewamiya raporê de wiha hat gotin: “Tevî zextan jî em ê dewam bikin. Zextên li dijî rojnamevanên jin ne takekesî ne, tercîheke polîtîk e. Her meh bi şêweyên nû hewldana bêdengkirina heqîqetê derdikeve pêşberî me. Binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamevanan di meha gulanê de bênavber berdewam kirin. Rapora ku me wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê amade kiriye, wêneyekî berbiçav a zextên piralî yên ku rojnamevan li meydanê, li kolanan, li dadgehan û di qada dîjîtal de pê rû bi rû dimînin, nîşan dide.

Rojnamevan careke dinê, dema ku nûçe dişopandin gef li wan hat xwarin, lêdan xwarin û bi astengiyên fîzîkî rû bi rû man. Rê li rojnamegeran hat birîn, rojnameger li kolanan del dan, her wiha rojnamegerên li şînê nûçe dişopandin bi heqaretên zayendperest rû bi rû man û ji aliyê polîs û xizmên bersûcan ve hatin hedefgirtin. Rojnamegerên di bin van şertan de li qadan xebitîn, di heman demê de hewl dan ku ewlehiya xwe ya pîşeyî û laşî biparêzin û di bin zextan de nûçeyên xwe çêbikên.

Dema ku sersaxiyê dişopandin, rojnamevan bi barîkatan hatin astengkirin, ji kolanan hatin dûrxistin û rastî heqaretên zayendî hatin û ji aliyê polîs û xizmên sûcdaran ve hatin hedefgirtin. Her rojnamevanek ku di bin van şert û mercan de li qadê dixebitî, di nav zilmê de berdewam kir ku nûçeyan çêbike, di heman demê de hewl dan ku ewlehiya xwe ya pîşeyî û laşî biparêze.

Di meha gulanê de, ji bo îfadeyê bang li gelek rojnamegeran kirin, doz li dijî wan hatin vekirin û hin ji wan hîn jî di girtîgehê de ne. Nûçeyên ku wan li ser medyaya dîjîtal parve dikirin an jî dirûşmeyên ku wan berz kirin wekî “delîlên sûcekî” dihatin hesibandin. Di dadgehên ku rojnamevan lê dihatin darizandin de, tiştê ku wekî delîl dihat hesibandin pir caran tenê rastî bi xwe bû. Herwiha, di hin rewşan de, deriyên dadgehê ji bo çapemeniyê hatin girtin; nehiştin rojnameger tevli rûniştinên ji bo fêdeya raya giştîne, bibin, şopandina endamên medyayê hatin astengkirin. Ev ne tenê binpêkirinek eşkere ya azadiya çapemeniyê ye, di heman demê de binpêkirina mafê civakê yê wergirtina nûçeyane jî ye.

Rojnamevan ne tenê di bin zexta fîzîkî an hiqûqî de ne, di heman demê de di bin zexta aborî de ne. Nebûna ewlehiyê, bêkarmayina ji ber polîtîkayên sansurê û cezayên darayî yên li ser medyayê rojnamegeriyê dorpêç dikin. Her çend vê mehê rasterast rojnameger ji kar nehatibin derxistin jî, cezayên weşanê yên ji hêla RTUKê ve hatine ferzkirin bi awayekî razber pîşeya rojnamegeriyê dixe binê zextan. Her çend qedexeya gihîştina platformên medyaya dîjîtal di meha gulanê de di raporê de nehatibe nîşandan jî, ev qad hîn jî eniyek din e ku hikûmet bi berdewamî hewl dide kontrol bike. Çalakiyên rojnamevanan li ser platformên dîjîtal di bin çavdêrî, sansur û şopandinê de ne. Mafê wergirtin û belavkirina nûçeyan di qada dîjîtal de jî tê astengkirin.

Rojnamevanên ku hîn jî di girtîgehê de ne, qarneyê demokrasiya vî welatî bi awayê herî berbiçav eşkere dikin. Her çend tê zanîn jî rojnamegerî ne sûc e dîsa jî jinên ku rastiyê diparêzin, li pişt derabeyan têne girtin. Ev rojnameger berî bên girtin, demeke dirêj bûn hedef, piştî hatin girtin jî hat xwestin bên jibîrkirin. Em ê bilindkirina dengê hempîşeyên xwe ya ji derve bidomînin.

Rojnamegeriya jinan ne tenê hilberîna agahiyan e, di heman demê de dengê kesên ku tên paşguhkirin in, bîra civakî diparêzin û şîdeta mêran eşkere dikin. Ji ber vê sedemê, zextên ku her meh tên kirin ne tenê li dijî rojnamevanan in, di heman demê de li dijî rastiyê ne. Ev êrîşên ku di meha gulanê de me şahidiya wan kirine, ispat dike ku rojnameger bêdeng namînin û wê li hember her zextan pênûsa xwe bêtir bi hêz bikin.

Wek Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em careke din diqîrin:

Rastî bi zextên li ser rojnamevanan nayê veşartin!

Her ku em bêdeng bimînin, em mezin dibin, her ku em tên qedexekirin, em bêtir dinivîsin; her ku em tên çewisandin, em bêtir hevgirtinê nîşan didin!

Azadiya çapemeniyê bi azadiya jinan pêkan e!

Em ê tu carî dev ji nivîsandina rastiyê bernedin!

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê

Daneyên rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a Gulana 2025an

1) Binpêkirina mafên ewlehî û mafê jiyanê ya rojnamegeran

Yên êriş li wan hatin kirin Rojnameger 2

Weşan 1

Rojnamegerên hatin binçavkirin 1

Rojnamegerên hatin girtin 1

Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang wan kirin 5

Rojnamegerên bi mûameleya ne baş rû bi rû mane 2

Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin 2

Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hat astengkirin 1

2) Binpêkirina azadiya vegotin û ramanê ya rojnamegeran

Rojnamegerên derbarê wan de doz hat vekirin 6

Rojnamegerên hatine cezakirin Hejmara kesan 2

Cezayê girtîgehê 10 Meh

Cezayê pereyan 23.300 TL

Rojnamegerên darizandina wan didomin Hejmara dosyayê 12

Hejmara kesan 19

Di meha gulanê de 9 rojnameger girtî bûn

Lîsteya rojnamegerên girtî yên meha Gulanê

1. Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuş
2. Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilim
3. Ozden Kinik – Xebatkara TRT’ê ya berê
4. Perihan Erkilinç – Nûçegîhana Ozgur Gelecek
5. Rahime Karvar – Rojnameger
6. Reyhan Hacioglu – Rojnameya Yeni Yaşam
7. Songul Yucel – Gerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Onsoz
8. Zuleyha Muldur – Ajansa Nûçeyan a Etkin
9 Elîf Akgun (Elîf di destpêka hezîranê de hat berdan)

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne