• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

88 Xelatgirên Nobelê piştgirî dan banga Abdullah Ocalan

Navenda Nûçeyan /AW

24 TÎRMEH 2025 - 11:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

88 xelatgirên Nobelê yên piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nameyek ji saziyên navneteweyî re şand.

88 kesayetên ku Xelata Nobelê wergirtine, mohra xwe danîn binê nameyekê ku piştgiriyê dide Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. 88 kesayetên ku ji qadên cuda Xelata Nobelê wergirtine ji saziyên navneteweyî û Serokkomariya Tirkiyeyê re nameyek şandin ku tê de piştgiriyê didin banga aştiyê ya Abdullah Ocalan, pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd û di heman demê de fikarên xwe yên li ser şert û mercên girtîgehê yên Abdullah Ocalan ên 26 salan anîn ziman.

Kesayetên ku mohra xwe danîn binê nameyê gotin, “Di demekê de ku li cîhanê şer giran bûye, banga Birêz Ocalan a ji bo aştî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê, ji bo gelên herêmê bûye ronahiyeke hêviyê.”

Kesayetên ku mohra xwe danîn binê nameyê, têkildarî doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rexne li saziyên navneteweyî kirin û gotin: “Saziyên Ewropayê yên pêwendîdar û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hewldaneke bi wate nîşan nedan.” Di anmeyê de bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku bikin ku biryara sala 2014an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li hemberî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî wergirtiye û berpirsyariya li ser bicihanîna ‘mafê hêviyê’ pêk bînin.

‘Banga birêz Ocalan xwedî ruhê aştiyê ye’

Bi vê nameyê re kesayetên ku Xelata Nobelê wergirtine cara sêyemîn tev li doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin. Di nameyê de bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku di mijara parastina mafên Abdullah Ocalan de bikevin nava liv û tevgerê û bi van gotinan piştgirî ji pêvajoya aştiyê ya bi pêşengiya Abdullah Ocalan re hate dayin:

“Banga Birêz Ocalan xwedî ruhê aştî, xwişk û biratiyê ye ku Alfred Nobel bi xurtî destnîşan kir. Weke kesayetên ku Xelata Nobelê wergirtine em vê hewldanê nas dikin û piştgiriya wê dikin. Di çarçoveya jinûve destpêkirina danûstandinên aştiyê de, Birêz Ocalan ku lîder û nûnerê siyasî yê rewa yê gelê Kurd e divê azad bibe û destûr jê re bê dayin ku bi rengekî tam beşdarî pêvajoya aştiyê bibe; ev yek jî tê wê wateyê ku karibe bi rengekî serbest têkiliyê bi parêzerên xwe, partiya xwe û hemû aktorên vê pêvajoyê re deyne.”

Du xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê Jody Williams (1997) û Shirin Ebadi (2003) pêşengî ji vê hewldanê re kirin. Willims destpêka vê salê di hevpeyvînekê de bi van gotinan bal kişandibû ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan: “Em, ku rewşa wî demeke dişopînin, bêguman hêvî dikin ku Tirkiye bersiveke erênî bide, guh bide banga wî û şert û mercên tevlîbûnê biafirîne.” Williams got, “Ew bi xwe lîderê tevlîkar ê vê pêvajoyê ye û di heman demê de pêwîstî bi ewlekariya wî heye.”

Williams têkildarî têkoşîna mafên gelê Kurd got, “Di cîhana îro de weke ku em dibînin tenê qirkirin û nefret heye… Û Ocalan bi nîşandan helwesteke bi vî rengî re xwest aştiyê bi pêş ve bibe, ku ev yek cihê îlhamê ye.”

Name ji hemû saziyên navneteweyî yên Tirkiye endamê wan e re hate şandin. Di nava van de Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê, Komîserê Mafên Mirovan, Serokê Dadgeha Mafên Mirovan û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) cih digirin. Her wiha ji hemû endamên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re jî nameyek hate şandin. Ev komîte wê bicihanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a têkildarî Ocalan û Tirkiyeyê ya 25ê Îlonê dubare nîqaş bike.’’

Nameyek din a duyemîn jî ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ê ku hem bi bicihanîna biryarên DMMEyê yên têkildarî doza Abdullah Ocalan hem jî ji berdewamkirina pêvajoya aşitiyê û serkeftina wê gelekî berpirsiyar e re hate şandin.

Etîket: 88 xelatgirên Nobelênamepiştgiriya banga Abdullah Ocalansaziyên navnetewî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026
‘Sedema herî mezin ya bindestiya sed salan, nebûna Yekîtiya Neteweyî ye’

‘Sedema herî mezin ya bindestiya sed salan, nebûna Yekîtiya Neteweyî ye’

1 GULAN 2026
Werîşe Muradî ji bo zaroka li qawişa wan e nameyek nivîsand

Werîşe Muradî ji bo zaroka li qawişa wan e nameyek nivîsand

25 NÎSAN 2026
Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

6 ADAR 2026
Kesên navdar ji bo Rojava ji YEyê re name şandin

Kesên navdar ji bo Rojava ji YEyê re name şandin

24 ÇILE 2026
Ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re name şandin

Ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re name şandin

30 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne