• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

7emîn Rojên Ma Musicê diyarî Nesrîn Şêrwanê dikin

Fexredîn Kiliç / AW

11 HEZÎRAN 2025 - 08:10
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – Akademiya Ma Musîcê dê sibê 7emîn “Rojên Ma Musîcê” li dar bixe. Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar da zanîn ku dê Rojên Ma Musîcê ji bo bîranîna Nesrîn Şêrwan li dar bixin û banga tevlibûnê kir.

Konservatuara Aram Tîgran di sala 2010an de di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatibû damezrandin. Piştî ku qeyûm di Mijdara 2016an de tayînî şaredariyê hat kirin, konservatuar bi destê qeyûm hat girtin. Bi dû girtina konservatuarê re muzîkjen û xebatkarên wir bêkar man. Muzîkjen û mamosteyên li wir piştî demekê di 4ê Adara 2017an de bi dirûşma “Em zarokên vî gelî bê muzîk nahêlin” Akademiya Ma Musîc Centerê damezrandin. Akademî ya bi dirûşmeya “Ji bo herkesê muzîk, li her derê muzîk” bi rê ket, di nava van 8 salan de Koroya JinMa, Koroya Zarokan, Orkestraya Ma, Orkestraya Rîtmên Xwezayî, Zarok Ma, Akademiya Dengbêjiyê û Çand Ma ava kir.

Akademiya Ma Musîcê dê 7emîn “Rojên Ma Musîcê” li dar bixe. Aktîvîte dê di navbera 12 û 15ê Hezîranê bên lidarxistin. Aktîvîteyên îsal dê ji bo bîranîna hunermend Nesrîn Şêrwan bên kirin. Di 12ê Hezîranê saet 18.00an de dê li baxçeyê Ma Musîcê Dîwana Xwendekaran were danîn. Di 13ê Hezîranê de li Çand Mayê dê defjen, senturjen û piyanojen dê bi Dîwana Xwendekaran asta ku gihiştinê pêşkeş bikin. Di 14ê Hezîranê de dê li baxçeyê Zarok Mayê zarokên ku saleke perwerdehiyê dibînin dê stranên di nava salekê de fêrbûnê bi navê Dîwana Zarok Mayê bibêjin û di 15ê Hezîranê de jî dê Orkestraya Rîtmên Xwezayî, Koma Zarokên Mayê û endamên Koma Mayê û Zarokên Mayê dê ji naveroka Repertuara Stranbêjiyê bi hev re konserê bidin.

Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar têkildarî Rojên Ma Mûsîcê ji ajansa me re axivî.

Dê Rojên Ma Musîcê û salvegerê bikin yek

Şêrko Kanîwar diyar kir ku ji roja Ma Musîc ava bûye ve hewl didin her sal bi navê “Rojên Ma Musîcê” çalakiyan li dar bixin û wiha got: “Dema me cara ewil ‘Rojên Ma Musîcê’ li dar xist, me got li vir perwerdehiyek tê dayîn, zarok in, ciwan in, divê encama perwerdehiyê pêşkeşî malbatên xwe bikin. Da ku pêşketina xwe bibînin û malbatên wan bêtir xwedî li vê xebatê derkevin, bandora perwerdehiya muzîkê ya bi zimanê zikmakî li ser geşedana zarokên xwe bibînin. Bêtir li vê xebatê xwedî derkevin. Zarok û malbatên nû jî teşwîq bikin. Vaye îsal em heftemîn li dar dixin. Ji bilî xebatên di nava Mayê de em carna mevanan jî tev li Rojên Ma Musîcê dikin. Di pêşerojê de planeke me heye ku em Rojên Ma Musîcê û salvegerê bikin yek û bi navekî din xebatê bimeşînin.”

‘Gavavêtineke ber bi profesyoneliyê’

Şêrko Kanîwar, di berdewama axaftina xwe de armanca “Rojên Ma Musîcê” vegot û ev tişt gotin: “Di esasê xwe de gavavetineke ber bi profesyoneliyê, gavavêtineke ji bo ser sahneye ye ku wê kelecaniyê ji ser xwe biavêjin. Xwendekar bikaribin bi amûra xwe û denge xwe, xwe îfade bikin. Rojên Ma Musîcê vê bingehê ji xwendekaran re ava dike.”

‘Armanc ew e ku hunermendên kurd bidin nasîn’

Şêrko Kanîwar, da zanîn ku par biryar girtine ku her sal bi navê hunermendekî/e kurd “Rojên Ma Musîcê” li dar bixin û wiha bi lêv kir: “Heke em hewl bidin tenê di rojên wan ên bîranînê de wan bi bîr bînin, carna ji ber şert û mercên hewayê û rojeva bajêr, Kurdistanê çênabe ku tu di dîroka rastîn a hunermendan de wan bi bîr bînî. Me Rojên Ma Musîcê ya 6emîn bi navê hunermend Rêncber Ezîz ku yek ji pêşengê muzîka zazakî ye li dar xist. Me got bila îsal jî hunermendeke jin be. Em ne tenê hunermend, muzîkjenên ku tên nasîn em ê di demên pêş de ji bo muzîkjenên ku stranan nabêjin van rojan li dar bixin. Em dixwazin qiymeta muzîkjeniya kurdî hem ji bo stranbêjiyê hem jî ji bo amûrjeniyê derkeve pêş û nifşên nû ne tenê stranbêjan nas bikin. Ji ber wê dê îsal Rojên Ma Musîcê ji bo bîranîna Nesrîn Şêrwan dê bên lidarxistin. Dê di vê çarçoveyê de straneke Nesrîn Şêrwan di repertûara zarokan de cih bigire. Armanc ew e ku em hunermendên Kurd bidin nasîn. Da ku rojên ma Mûsîcê xizmeta wê jî bikin.”

Banga tevlibûna Rojên Ma Musîcê

Şêrko Kanîwar di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Werin kerem bikin bi rêya çalakiyên bi vî rengî em bi hev re çavên hevdû mêze bikin, bila dengê me bigihe hevdû, em bi hev re bistirên. Heke we derfet dît werin beşdarî Rojên Ma Musîcê bibin. Em bi hev re rojeke tejî stranên Kurdî pîroz bikin.”

 

Etîket: Ma MuzicŞerko Kaniwar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Pêşengeha Pirtûkan panela ji bo Aram Tîgran: Ew stûn û pira hunerî bû

Li Pêşengeha Pirtûkan panela ji bo Aram Tîgran: Ew stûn û pira hunerî bû

2 COTMEH 2026
Şêrko Kanîwar hate berdan

Şêrko Kanîwar hate berdan

26 TEBAX 2026
Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

26 TEBAX 2026
Li Enqereyê kargeha zarokan hat li darxistin

Li Enqereyê kargeha zarokan hat li darxistin

11 MIJDAR 2025
Ma Mûsîc ji bo înşakirina civaka demokratîk amade ye

Ma Mûsîc ji bo înşakirina civaka demokratîk amade ye

1 ADAR 2025
Saziyên çandê piştgirî dan çalakiya li pêş Şaredariya

Saziyên çandê piştgirî dan çalakiya li pêş Şaredariya

15 SIBAT 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne