• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ma Mûsîc ji bo înşakirina civaka demokratîk amade ye

Amed / AW

1 ADAR 2025 - 23:39
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Ma Mûsîc Centerê bi boneya 8emîn salvegera xwe li Çand Amedê şahiyek li dar xist. Kordînatorê Ma Mûsîcê Şêrko Kanîwar bal kişand ser peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û got: “Em jî weke xizmetkarên vî gelî ji bo avakirina civaka demokratîk amade ne.”

Ma Mûsîc Centerê bi boneya 8emîn salvegera xwe li Çand Amedê (Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê şahiyek li dar xist. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn û Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku qeyûm tayînî şûna wê hate kirin, parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz û Adalet Kaya, siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk, endam û rêveberên rêxistinên DBPê û DEM Partiyê yên Amedê, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û bi sedan kes beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de pirtûka “Repertuara Dengbêjiyê” li hemû beşdarvanan weke diyarî hate belavkirin.

Kordînatorê Ma Mûsîcê Şêrko Kanîwar bal kişand ser banga Rêberê PKKê Abdulah Ocalan û agirbesta PKKê û wiha got: “Em weke hunermendên vî gelî vaye herkes ya xwe dike. Em jî weke xizmetkarên vî gelî ji bo avakirina civaka demokratîk amade ne.”

Dema Şêrko Kanîwar bal kişand ser peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, beşdaran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

Şêrko Kanîwar da zanîn ku 24 hezar heb pirtûka “Repetuara Dengbêjiyê” belavkirine û daxwaza piştevaniyê kir û got: “Em dixwazin bi piştevaniya we xwe bigihînin bi milyonan zarokan. Bi piştevaniya we em mezintir bûn, em ê bi piştevaniya we derî bi derî bigerin û xwe bigihînin zarokên Kurdistanê. Em stranên xwe biparêzin. Dê civaka me hezar salên din jî bi nasnameya xwe bijî. Lê heke stranên me werin ji bîrkirin em ê ji holê rabin.”

‘Em 11 kes bûn’

Pişt re Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr axivî û got: “Di demeke ku di nava kaoseke mezin de bûn tovê Ma Mûsicê hatin çandin. Bi biryardariyeke mezin bi baweriyeke xurt em komeke biçûk ketin rê. Em 11 kes bûn. Me got em vê rêwîtiya xwe li vir xalê lê daneynin. Divê ciwan bê alternatif nebûna. Armanceke me û berpirsyartiya me hebû. Di rewşeke wiha de tovê ma mûsîcê hate çandin. Di şert û mercên gelek giran de ev rêwîtî heta îro hat. Ev tovê hatiye çandin îro bi milyonan belav bûye. Kesê xwe bi havênê tovê vê rêxistinê meyandibin ew di rêwîtiya xwe de serdikevin. Ma Mûsîc nîşaneya bîr û baweriyekê ye, encama berxwedanê ye. Saziyek hate girtin me pênc sazî vekirin.”

‘Ji bo serkeftina pêvajo divê her kes peywîra xwe bi cih bîne’

Devrîm Demîr, bal kişand ser pêvajoya niha û wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoya nû ku em ê bi her awayî serbikevin de peywîr li ser mile me hemûyan e, herkes berpirsyar e û em hemû şirîkê vê pêvajoyê ne. Ji ber wê yeke heke em bixwazin sibê roja me bi serkeftinê bê tacîdarkirin divê herkes peywîra xwe baş bi cih bîne. Em ê bibin milyon.”

Piştî axaftinan Koma Zarokan a Ma Mûsîcê bi çepikên beşdaran derket ser dikê û ji pirtûka “Repertuara Dengbêjiyê” çend stran gotin. Beşdaran li çepikan dan.

Dû re Hevserokê DBPê yê Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz destegul da mamosteyê Ma Mûsîcê Adar Bozaner ku yek ji kesên notayên pirtûka “Repertuara Stranbêjiyê” amade kirine. Mehmet Şirîn Gurbuz jî bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Xeberek ji Rêberê Gelê Kurd rêzdar Ocalan hat, ev xeber, ev mizgînî gihişt hemû cîhanê û ji rêxistinên wî jî piştgirî girt û agirbest hate îlankirin. Divê ev nêzîkatiya Serokê Gel bigihe hemû qadan û gel li vê peyamê xwedî derkeve. Serokekî azad, civakeke demokratîk li benda me hemûyan e.”

Piştî axaftinê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî destegulek da mamosteyê Ma Mûsîcê Ramîn Rebiei ku yek ji kesên notayên pirtûka “Repertûara Stranbêjiyê” amade kirine.

Dogan Hatûn xêrhatina siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk kir. Di vê navberê de beşdarvanan ji bo Aysel Tûglûkê çepikan da. Dogan Hatûn dû re qala Ma Mûsîcê kir û wiha got: “Em hêvî dikin ku bi milyonan zarokên kurd û Kurdistanî bê çand nemînin. Em ê weke rêveberên herêmî tişta ji destê me bê bikin.”

Lîstika Stand Upê pêşkeş kir

Pişt re Koma Jinma derket ser dikê stranên xwe pêşkeş kirin. Beşdarvanan bi telefonên xwe dîmen kişandin û li çepikan dan. Edalet Kaya bi polîtîkayên asîmîlasyon û taybet dixwazin çand û zimanê me tune bikin. Çand xwe nas kirine. Ji ber wê Ma çusîc ne tenê çanda me diparêze hevalên me jî tîne bahev û rêxistin dike. Ez ji dil û can spasiyên xwe pêşkeşî wan dikim û salvegera wan pîroz bikim. Em çand û hunerê bi avakirina civaka demokratîk mezin bikin.

Bername bi çepikên beşdarvanan bi dawî bû.

 

Etîket: Ma MuzicmuzîkşanoŞerko Kaniwar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Pêşengeha Pirtûkan panela ji bo Aram Tîgran: Ew stûn û pira hunerî bû

Li Pêşengeha Pirtûkan panela ji bo Aram Tîgran: Ew stûn û pira hunerî bû

2 COTMEH 2026
Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî bi promiyera lîstika ‘Moraşîn’ berdewam kir

Şanoya Bajêr a Şaredariya Amedê bi lîstika ‘Moraşîn’ dest bi serdemê dike

21 ÎLON 2026
Şêrko Kanîwar hate berdan

Şêrko Kanîwar hate berdan

26 TEBAX 2026
Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

26 TEBAX 2026
Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 1  Veysî Varli: Muzîk dengê wêneya herêma lê hatiye afirandin e

Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 1
Veysî Varli: Muzîk dengê wêneya herêma lê hatiye afirandin e

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne