• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelê Cizîrê bi coşeke mezin Newroz pîroz kir

Şirnex /AW

20 ADAR 2025 - 14:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Bi deh hezaran welatiyên Cizîrê li navçeya Cizîrê bi dirûmeya, “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz pîroz kir. Girseya ku qada Newrozê tijê kir, bê navber dirûşmeya, “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê geş kir û bi coşeke mezin Newroz pîroz kir.

Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi dirûşmeya, “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz pîroz kir. Newroza ku li qada Newrozê ya li ser rêya Şirnexê hat pîroz kirin bi hezaran kes tevlî bûn. Welatiyên ku li navenda Şirnexê û navçeyên wê di danê sibê de herikîn Cizîrê bi cil û bergên xwe yên Kurdî tevlî Newrozê bûn. Qada Newrozê bi filamayên DBPê û DEM Partî ên rengê kesk, sor û zer hatin xemilandin. Endama MYKê ya DEM Partî parlamenterên DEM Partî aktivîsta TJA û Hevşeredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şadal tevlî Newrozê bûn. Hunermend Kasim Taşdogan, Rojda û Hozan Şervan jî li ser dîkê stran gotin.

Welatiyên ku di danê sibê de berê xwe dan qada Newrozê di demeke kin de qad tije kirin. Welatiyan li qadê bi seatan govend gerandin û dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” berzkirin. Welatiyên bi cil û bergên Kurdî û xemla, kesk sor û zer tevlî Newrozê bûn bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Ji zarokên 7 salî heta welatiyên 70 salî jin û ciwan tevlî Newrozê bûn. Beriya destpêkirina bernameyê welatiyan li qadê bi seatan govend gerandin û stran gotin. Bernameya Newrozê ji bo kesên ji bo cangoriyên azadiyê bi deqîqeyekê rêz girtinê dest pê kir. Di rêzgirtinê de bi hezaran kesên li qadê bi yek dengî dirûşmeya, “Şehîd namirin” berzkirin. Piştî rêzgirtinê Komîteya Amadekar a Newrozê li ser dîkê girse silav kir.

Dayikên Aştiyê kevokên aştiyê firandin

Piştî silav dayinê Dayikên Aştiyê li ser dîkê gel silav kirin. Dayikên Aştiyê kevokên aştiyê firandin û peyama aştiyê dan. Dayika Aştiyê Xelîce Beytur li ser navê dayikan axivî û got: “Em hevî dikin Newroz bibe Newroza azadiyê. Piştre jî Komîteya Amadekar a Newrozê li ser dikê girse silav kir. Hevserokên DBPê û DEM Partî yên Şirnex û navçeya Cizîrê û hevşeredarên Cizîrê jî li ser dikê gel silav kir.

‘Ew Newroz wê bibe Newroza azadî û aştiyê’

Piştre jî parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî û got: “Îro li her çar aliyên Kurdistanê Newrozeke bi heybet tê pîroz kirin. Ev Newroz wê bibe Newroza azadî û aştiyê. Gelê Kurd wê di vê sedsalê de li erdnîgariya Kurdistanê û Rojhilata Navîn aştiyê pêk bînin. Em banga Rêzdar Ocalan hezar caran silav dikin. Divê em li rêxistin û nirxên xwe xwedî derbikevin. Me berdêlên mezin dan. Ji niha û şûnde ji em ê ji bo nirx, ziman û çanda xwe têkoşîna xwe mezintir bikin. Bijî azadî.”

Cigirê Hevserokên DBPê yê Giştî Huseyîn Bîrlîk jî gel silav kir û wiha axivî: “Banga sedsalan a rêzdar Ocalan nexşereya jiyaneke bi hev re wekhev û azadiya gelan firsendeke mezin derxist hole. Wê jî bi sekna xwe piştgiriya li vê bangê nîşan da. Em ji têkoşîn, gel û Rêberê xwe bawerin. Em ê bi serbikevin. Serkeftin a gelê Kurd e.”

‘Ew rêya azadiyê ye’

Piştre jî aktivîsta TJA Neslîhan Şadal axivî. Neslîhan Şadal anî ziman ku Cizîr di dîroka Newrozê de cihekî xwedî girînge û got: “Ew kelecana we kelecana azadî û aştiyê ye. Gelê me bi sedan sal in li dijî qîrkirinê li ber xwe dide. Yek jî cihê li dijî bê edaletî û zilmê serî netewandiye Cizîre. Ew têkoşîna azadiyê bi civan û jinan hatiyê destpêkirin. Ew têkoşîn têkoşîneke bi rûmet e. Ew rêya azadiyê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangeke dîrokî kir. Em jî li vê qadê soz didin Rêberê xwe ku em ê ji bo aştî, azadî û wekheviyê têbikoşin. Me gelek şehîd dan. Gelek hevalên me jî di girtîgehan de li ber xwe didin. Em ji bo xeyal û xewnên wan pêk bînin jî têbikoşin. Ji bo wê jî soz didin. Heke em bi biryar bimeşin teqez em ê bi serbikevin.”

‘Divê êriş rawestin’

Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî axivî û balkişand ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Girîngiya vê Newrozê peyama birêz Abdullah Ocalan e. Gelê Cizîrê bi sekna xwe nîşan da ku ew piştgiriya banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan dikin. Em weke gelê Kurd li pişt bangê ne. Lê ji bo ew bang pêk were divê êriş rawestin. Êrişên li ser Rojava û tevahî Kurdistanê bên rawestandin. Divê operasyonên binçavkirinan bi dawî bibin. Em li vir dibêjin li gor banga Abdullah Ocalan em ê bi Mem û Zîn ên hemdem evîneke Kurdewar, ax û welat pêkbînin.”

‘Helbet encameke van berdelan wê hebe’

Piştre jî Cigirê Hevserokên Giştî yên DEM Partî Elîf Bulut axivî. Elîf Bulut jî bi lêv kir ku wan tu car dev jî têkoşînê bernedaye û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan rêyek nû vekir. Em jî bi gelan re têkoşîna xwe hê mezintir dikin û di vê re de dimeşin. Duh li Stenbolê operasyonek li dijî siyasiyan hat kirin. Ekrem Îmamoglu hat binçavkirin. Me gotibû ku heke em bi hev re li dijî vê sepana li dijî hiqûqî nesekinin em hemû kes rastî vê sepanê werin. Hat cespandin ku têkoşîna hevpar dikarê biguherîne. Birêz Ocalan gotibû, ‘Di dema şer de em netirsiyan. Dema em li hev hatin jî natirsin’. Em jî natirsin. Helbet em ê bi serbikevin. Helbet encameke van berdelan we hebe. Heke îro ew pêvajo hatiyê destpêkirin di encama têkoşîna gel de ye. Ji bo wê divê em xwedî li vê têkoşîna xwe derbikevin. Em dev jî têkoşîna xwe ya mafdar bernadin.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” hat geş kirin. Piştre jî hunermendan bi dorê li ser dikê stran gotin û pîrozbahiya Newrozê bi stran û gerandina govendan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

2 TÎRMEH 2026
Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

2 TÎRMEH 2026
Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

2 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

2 TÎRMEH 2026
Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne