• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

ÎHD: DMMEyê Tirkiye mahkum kir

Amed /AW

12 TÎRMEH 2025 - 14:52
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Malbatên xizmên windayan û rêveberên Şaxa ÎHDê ya Amedê di hefteya 857an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû berdewam kirin. Di çalakiyê de li aqûbeta Mesût Dundar pirsîn û anîn ziman ku DMMEyê Tirkiye ji bo vê mijarê mahkûm kiriye.

Xizmên windayan û endam û rêveberên ÎHDe ya Amedê li aqûbeta windayê bi navê Mesût Dundar, ku di 13 Îlona 1992an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû kuştin pirsîn. Endamê Komîteya Windayan a Şaxa ÎHDê ya Amedê Berfîn Elçî, axivî. Berfin Elçî ewil diyar kir ku leşkerên dewleta Tirk bi xapandinê Mesût û bavê wî ji malê derxistine û got: “Mesut Dundar di zarokatiya xwe de bi nexweşiya menejîtê ketibû û ji ber tengasiyên aborî û nebûna dermankirinê neçar mabû jiyana xwe bêdermankirin bidomîne û nexweşiya wî bandoreke mezin li derûniya wî kiribû. Mesut Dundar di xwepêşandanên navçeya Cizîrê de ji ber hilgirtina alên rengên kesk û sor zer 3 caran hat binçavkirin û rastî îşkenceyên giran hat. Di tîrmeha 1992’an de polîsên Midûriyeta Polîsan a Cizîrê avêtin ser mala Mesût û ji malbatê re gotin; Em hatine Mesût bibin nexweşxaneya derûniyê ya Elezîzê. Polîs Mesûd û bavê wî ji malê derdixin. Pişt re jî Mesût dibin Nexweşxaneya Cizîrê. Lê Mesût tirsiya û ji şibakeya nexweşxaneyê xwe avêt derve û reviya.”

‘Polîsan bi ser malê de digirt’

Berfîn Elçî, anî ziman ku polîsan roja ku bi ser mala wan de negirtibûna tune bû û got: “Bavê Mesût ji aliyê polîsan ve hat tehdîtkirin. Polîsên ku bavê Mesût 3 rojan bi xwe re dibirin, li gundên derdorê li Mesût digeriyan. Polîsên ku nikaribûn Mesût Dundar bibînin, 3 rojan îşkenceya giran li bavê wî kirin. Bavê wî bi kuştinê tehdît kirin, jê re digotin ger tu kurê xwe neynî em ê te bikujin. Dema ku bav soza anîna wî dide ji aliyê polîsan ve tê berdan. Mesût Dundar venagere malê, her roj bi telefonê li malbata xwe digere. Di vê navberê de polîsan her roj bi ser mala wan de digirt.”

‘Kemînek hebû’

Berfîn Elçî, bi domdarî bal kişand ser îşkenceya ku polîsan li Mesût kiribûn û wiha axivî: “Di 6ê Îlona 1992an de cenazeyê Mesût Dundar hate dîtin. Destên Dundar ji pişt ve girêdayî li tenişta ava Şêx Degîrmenciyê ya gundê Sûlakê hatiye dîtin. Li gorî îfadeya gelek şahidên ku bûyera li gundê Sûlakê dîtine; Yek ji polîsên ku Mesût anîn cihê bûyerê 3 kesên çekdar bi cil û bergên sivîl bûn. Leşkerên ku hatin cihê bûyerê, bi hinceta di binê cenaze de dibe ku kemînek hebe, cenaze dikişînin pişt wesayîta zirxî.”

‘Îşkenceyên giran lê hatin kirin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Berfîn Elçî, wiha qala bûyerê kir: “Di 19ê Mijdara 1992yan de ev bûyer di manşeta Rojnameya Ozgur Gundemê de hat dîtin. Ji ber îşkenceyên giran di laşê Dundar de şûna gelek birînçên dijwar hebûn. Piştî ku cenaze radestî malbata wî tê kirin, têkildarî înfaza Mesût, Serdozgerî guh nade îfadeyên malbatê.”

‘Binpêkirina mafê jiyanê’

Elçî, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Malbatê di 13ê Îlona 1994an de bi nivîskî serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê da. Di 12ê Nîsana 1996an de Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ji malbatê îfade girt. Sedema serlêdana îfadeyê jî ew bû ku doz di 3ê Adara 1995an de sewqî Komîsyona DMMEyê hatibû kirin. Hat fêmkirin ku lêpirsîneke nepenî heye. DMMEyê di 2005an de di doza Mesût Dundar de Tirkiye bi ‘binpêkirina mafê jiyanê’ mehkûm kir. Niha jî em li aqûbeta Mesût Dundar û hemû kesên ku bûne qurbaniyên kuştinên kiryar nediyar, dipirsin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne