• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Şêniyên Hesendînê: Em ê bi şev û roj liberxwe bidin

Omer Demîr / AW

9 TÎRMEH 2025 - 08:55
Kategorî: EKOLOJÎ
A A
Amed – Şêniyên Zozanê Hesendînê ku li dijî kanên madanê di çalakiya nobedê de ne, diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li vir bin û li diji talankirina xwezayê li ber xwe bidin.

Zozanê Hesendînê ya Pasûra Amedê bi destê şîrketên madenê tê talankirin. Şîrketa Anonîm a Bazirganiya Derve û Kanzakariyê ya Pasûrê ji bo lêgerina kanzayan bi awayekî bêhûqîqî dest bi lêgerina madanê dike. Şêniyên Zozanê Hesendînê dest bi çalakiya nobedê kirin. Kesên ku dixwazin xwezaya xwe biparêzin ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Heta dawiyê dê têkoşîna me berdewam bike’

Welatî Mehmet Salîh Toprak diyar kir ku 79 sal in li Zozanê Hesedînê dijî û wiha axivî: “Ew erd erdê bav û kalê me ne. Îro tê xwestin li vir kanên madanê bên vekirin. Dema kanên madenê bên vekirin dê avame zuha bibe. Av zuha bibe, em em ê nikaribin sewalkariyê bikin. Li Zozanê Hesendînê pêşiyên me sewalkarî dikirin. Îro em nekarin sewalkariyê bikin. Em nekaribin sewalkariyê bikin, em ê nikaribin debara xwe bikin. Ji bo parastina zozanê Hesendînê dê têkoşîna me bidome.”

‘Rapora şîrketê tune ye’

Welatî Burhan Baran jî da zanîn ku ew ji bo Zozanê Hesendînê ji Stenbolê hatiye û got: “Ew Zozan çavkaniya jiyana me û ajalên me ye. Dema ev kanên madenê bên vekirin em ê li vir perîşan bibin. Em li vir di çalakiya nobedê de ne. Em dixwazin ku tevahî gelê me bêne vir û beşdarî çalakiyê bibin. Madena Mehmet Eren ê li gundê Dimiliyan bê rapor e. Rapora şîrketê tune ye. Dewlet li pişt wan e. Tiştê ji destê me bê em ê bikin. Ev rojên xîretê ye. Heta talan berdewam bike em ê li vir li ber xwe bidin.”

‘Kanên madenê dê sewalkariyê tune bike’

Welatî Nedîm Emre jî destnîşan kir ku ew ji gundê Şîrnasê ye û got: “Hesendîn di nava 6 gunda de ye. Mehmet Eren ji Stenbolê hatiye vir. Zozanê Hesendînê heta Çiyayê Andokê biriye li ser navê xwe û Zozanê me firoştiye. 60 sal in ez li vir dijîm. Ji bo vê Zozanê gelek berdel hatine dayîn. Em dest ji Zozanê xwe bernadin. Dema madan were li vir mêşvanî û sewalkarî jî dê tune bibe.”

‘Armanc lêgerîna kanên madanê ye’

Welatî Îskan Çîçek bi bîr xist ku ew ji bo berxwedana Zozanê hatiye vir û got: “Ew Zozan her tiştê me ye. Em debara xwe bi vê Zozanê dikin. Bi şev û roj em li vir in. Em rê li pêş van kanan negirin, dê heta Çiyayê Andokê belav bibe. Ewil li Hesendînê dest bi lêgerênê kirin. Dibêjin em ê qerekolê çêkin. Lê armanc lêgerîna kanên madanê ye. Em bên kuştin jî em ê li dijî vê yekê li ber xwe bidin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne