• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

3yemîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî dest pê dike

Navenda Nûçeyan / AW

27 MIJDAR 2025 - 13:32
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
3yemîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê, di navbera 7-14ê kanûnê de derkeve pêşberî sînemahezan.

3yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê, ku dê di bin mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi rêveberiya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîr ve pêk were, dê di navbera 7-14ê kanûnê de bi pêşandana 84 fîlman derkeve pêşberî sînemahezan.

Ya yekemîn di sala 2012yan de bi pêşengiya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû lidarxistin û piştî 8 salan, 3yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê dest pê dike. Di festîvala ku amadekariyên wê qediyane de; bi pêşandanên fîlman, masterclass (dersa sereke), atolye, û hevpeyvînên bi beşdariya derhêner û tîmên fîlman re, bernameyeke 7 rojan a tijî dê pêşkêşî temaşevanan were kirin.

Festîvala ku dê bi dirûşma “Dinya bi çîrokan tê ba hev” were lidarxistin, dê pêşandanên fîlman di kategoriyên hilbijartina neteweyî û navneteweyî de cih bigirin. Her weha, ji bo piştgirîkirina senaryoyên fîlmên Kurdî, dê 15 senaryoyên fîlman ji bo Fona Projeyê ya Sînebîr pêşbaziyê bikin.

Di vê beşê de dê fîlmên metrajdirêj, belgefîlm û kurtefîlmên ku di nava 8 salên dawî de di sînemaya Kurdî de hatine hilberandin cih bigirin. Ev beş, di heman demê de, dê cih bide fîlmên Kurdî yên ku li festîvalên din hatine pêşandan jî, û bi vî awayî avahiya Festîvala Fîlman a Amedê ya berfireh nîşan bide. Dê 8 salên navberê bên kurtkirin û careke din silav li cîhana sînemayê û hunerê were kirin.

Di Hilbijartina Neteweyî ya di bin sernavê Rêwîtiya Sînemaya Kurdî de, dê 16 fîlmên metrajdirêj, 7 belgefîlm û 13 kurtefîlm pêşbaziyê bikin. Di vê beşê de dê bernameyên pêşandana cihê jî hebin. Festîval, piştî 8 salan, dê careke din bi kelecanî derkeve pêşberî temaşevanên Amedê.

Yek ji beşên girîng ên festîvalê jî dê berhemên sînemaya Tirkiye û cîhanê yên ne-kurdî pêk bînin. Di Hilbijartina Navneteweyî de, dê 10 fîlmên metrajdirêj, 11 belgefîlm û 14 kurtefîlm werin pêşandan.

Di vê beşê de her weha, masterclass (dersên sereke) yên derhêner Kazim Oz bi sernavê “Derhênerî di Sînemayê de” û yên derhêner Touraj Aslanî bi sernavê “Cudahiya di navbera nihêrtin û dîtinê de” dê werin lidarxistin. Hevpeyvînên bi beşdariya derhêner û tîmên fîlman jî di bernameya festîvalê de cih digirin.

Her wiha, ji bo pêşxistina sînemaya Kurdî û teşwîqkirina nivîsandina senaryoyan, dê 15 projeyên fînalîst (5 metrajdirêj, 5 belgefîlm û 5 kurtefîlm) ên ku ji bo Fona Projeyê ya Sînebîr hatine hilbijartin, pêşbaziyê bikin. Di dawiya festîvalê de dê ji her kategoriyê projeyek xelat bigire.

Di çarçoveya festîvalê de, di roja vekirinê de, dê pêşangeheke bi navê “Ji Rê…Yol’dan” (Ji Rê) vebe. Di pêşangeha tevlihev a li ser serpêhatiya Yilmaz Guney û fîlmê Yol de dê karên gelek hunermendên girîng cih bigirin.

Fîlma destpêkê ya festîvalê dê belgefîlma Kardeş Turkuler be ku derhêneriya wê Çayan Demirel û Ayşe Çetinbaş kirine.

Di çarçoveya festîvalê de dê sê atolye jî pêk werin. Atolyeya derhêner Arîn Înan Arslan bi sernavê “Sînemaya Kurdî: Kameraya bêmukarrar a erdnîgariya belavbûyî”, ya Hulya Ugur Tanriover bi sernavê “Çîrokên xwe bi zimanê xwe vebêjin: Sînemaya Jinan” û ya derhêner Ayşe Çetînbaş bi sernavê “Hilberîna Fîlmên Belgefîlm ên Serbixwe” dê werin lidarxistin.

Her wiha, di festîvalê de dê paneleke bi sernavê “Fanon 100 Salî ye” jî were lidarxistin ku dê Evrîm Kaya moderatoriya wê bike û Dilawer Zeraq, Hakan Karaş û Ezgî Duman wekî axaftvan beşdar bibin.

Pêşandanên fîlman ên di çarçoveya festîvalê de dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, Şanoya Bajar a Amedê û salonên sînemayê yên Ceylan AVMyê werin pêşkêşkirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

21 MIJDAR 2026
Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

21 MIJDAR 2026
Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

21 MIJDAR 2026
TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

21 MIJDAR 2026
Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

21 MIJDAR 2026
YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

21 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne