• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

2yemîn Rojên Pirtûkan dest pê dike: Armanc avakirina civakeke demokratîk e

Gulîzar Turkoz / AW

5 GULAN 2026 - 09:03
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Amed – Şaredariya Erxeniyê di navbera 7 û 10ê Gulanê de 2yemîn Rojên Pirtûkan li dar dixe. Hevşaredar Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar destnîşan kir ku bi armanca avakirina pêşerojek û civakeke demokratîk rojên pirtûkan li dar dixin û banga tev li bûnê kir.

Di pêşengtiya Şaredariya Erxeniyê de di navbera 7 û 10ê Gulanê de bi hevkariya Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) û Şaxa Egîtîm Sen a Hejmara 3yemîn a Amedê li Park Ormanê ya Taxa Yenîşehîrê ya navçeya Erxeniyê 2yemîn Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê dê bê lidarxistin. Rojên pirtûkan bi armanca parastina çand, zimanê dayikê û têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê tê lidarxistin. Di pêşengeha ku zêdetirî 40 weşanxane û 61 nivîskar dê tev li bin de gelek panel, gotûbêj û aktîvîteyên cuda dê bên lidarxistin.

Di nav mêvanên bernameyê de kesayetên wekî Kemal Varol, Sebahat Tuncel, Metîn Aktaş û Gultan Kişanak hene. Her wiha di çarçoveya bernameya sê rojan de, dê 23 panel û gotûbêj ji bo ciwan û xwendevanan werin lidarxistin. Di standan de dê ji her ziman û nasnameyê berhem, bi taybetî jî berhemên bi zimanê Kurdî, derkevin pêş. Hevşaredara Erxaniyê Bîrsen Azak Bayar, têkildarî amadekariyên rojên pirtûkan û girîngiya xwendinê ji ajansa me re axivî.

‘Bersivek li dijî polîtîkayên şerê taybet e’

Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê. Bîrsen Azak Bayar destnîşan kir ku ev rojên pirtûkan wekî helwestekê ye û got: “Armanca me ya sereke ew e ku em li dijî polîtîkayên şerê taybet, ên ku bi taybetî li ser ciwan, keç û xortên me tên meşandin, bisekinin. Her ku ciwanên me ji dîrok û nasnameya xwe dûr dikevin, ew qas zêdetir dikevin nav pençên vê pergala qirêj. Ji ber vê sedemê, me wekî rêveberiya şaredariyê, pêwîst dît ku em Rojên Pirtûkan ên Duyemîn li dar bixin.”

‘Dîrok di paşerojê de, paşeroj jî di îro de veşartî ye’

Bîrsen Azak Bayar di berdewamiya axaftina xwe de girîngiya xwendinê û avakirina civakeke demokratîk bi bîr xist û wiha pê de çû: “Çiqas ku ciwanên me pirtûkan bixwînin û xwe nas bikin, ew ê ew qas baştir pêşeroj û dîroka xwe fêm bikin. Wekî ku tê zanîn, armanca me ya bingehîn avakirina pêşerojeke û civakeke demokratîk e. Heke ciwan nexwînin, nenivîsin û dîroka xwe fêm nekin, avakirina civakeke demokratîk nabe armanceke pêkan. Ev pergal tenê bi zanebûna pêşeroja xwe, bi xwendinê û bi nasîna dîrok û zimanê xwe tê avakirin.”
‘Rêveberiyên herêmî berpirsiyar in’

Bîrsen Azak Bayar destnîşan kir ku rêveberiyên herêmî di warê parastina zimanê dayikê de xwedî berpirsiyariyên mezin in û wiha domand: “Ziman çiqas dewlemend be, avakirina jiyanê jî ew qas dewlemend e. Her ku dayikek bi zimanê xwe bi zarokê xwe re biaxive û zarok bi zimanê dayikê bixwîne û fêm bike, dê pêşeroja wî zarokî ew qas ronîtir bibe. Pêwîst e em tenê bi axaftinê sînordar nemînin; divê ciwanên me bi xwendinê xwe ava bikin.”

Banga tevlibûnê

Hevserok Birsen Azak Bayar di dawiya axaftina xwe de, bang li hemû gelê Erxaniyê û derdorê kir û got: “ Rojên Pirtukan ku ji 7ê Gulanê heta 10ê Gulanê berdewam bike bila gelê me berê xwe bidin qada Park Ormanê ya Yenîşehîrê û piştgiriyê bidin vê xebata watedar.”

Etîket: 1emîn Rojên Pirtûkan ên Şaredariya Erxeniyê2yemîn Rojên Pirtûkan a ErxeniyêHevşaredara Erxaniyê Bîrsen Azak BayarRojên Pirtûkan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê di roja 3yemîn de berdewam dike

2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê di roja 3yemîn de berdewam dike

9 GULAN 2026
‘Ziman ji bo nifşên nû mîrateya herî mezin e’

‘Ziman ji bo nifşên nû mîrateya herî mezin e’

9 GULAN 2026
2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê bi eleqeyek zêde didome

2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê bi eleqeyek zêde didome

8 GULAN 2026
2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê destpê kir: Heta nexwînin dê nikaribin pêşeroja xwe ava bikin

2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê destpê kir: Heta nexwînin dê nikaribin pêşeroja xwe ava bikin

7 GULAN 2026
Şiyar Guldîken: Şoreşa zihniyetê çêbibe yên din jî dê çêbibin

Guldîken banga tevlibûna Rojên Pirtûkan kir: Dinya bi peyvan tê ba hev

6 GULAN 2026
Rojên Pirtûkan li benda we ye

Rojên Pirtûkan li benda we ye

11 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne