• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd dest pê kir

Navenda Nûçeyan / AW

25 TEBAX 2025 - 12:57
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd li Silêmaniyê dest pê kir. Li ser jenosîd û hewldanên bişaftinê yên ku li her çar beşên Kurdistanê ji aliyê dewletên dagirker ve pêkhatine axavîn.

Konferans li Otela Highcrest ya li Silêmaniyê dibin çavdêriya Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan yê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Hemey Heme Seîd de Duyemîn Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya Jenosîda Kurd bi tevlibûna bi dehan kesayetan dest pê kir. Konferansê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan yê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Hemey Heme Seîd axaftina ewil kir.

Piştre Şêwirmendê Wezîrê Xwendina Bilind Dr. Amanc Seîd jî li ser rol û giringiya wêje, huner û çapemeniyê ya di nasandina jenosîdên li ser gelê Kurd pêkhatine kir. Amanc Seîd got: “Pêwîste bi rêya huner, wêje û çapemeniyê dîrok, rastî û êşên ku gelê Kurd kişandine nîşanî cîhanê û nifşên siberojê bidîn.”

Piştre Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî axaftinek kir û got: “Jenosîd berhemê zilma ku ferzkiriye ye, qebûl nekirina dengên cûdaye ku li beramberî gelê Kurd hatî kirine. Ji bilî tinekirina mirovan jenosîd li beramberî jîngeha Kurdistanê jî hatiye kirin û hewla bişaftinê hatiye dayîn. Ji bona wê pêwîste bi pênûsa Kurdî li ser asta navdewletî jenosîd bê nasandin. Pêwîste rêz li wan kesên ku tawanê enfalê li beramberî wan hatine kirin, bê girtin. Her wiha divê dosya enfalê ji beriya hemû karên din kar li ser were kirin.”

Di dewamê de Heval Ebûbekir da zanîn ku piştî bi salan dijminahiya Kurdan hat kirin û cîhan hemû hemfikirbûn ku Kurd werin bişaftin, lê Kurdan karî li ser lingên xwe bisekinin. Ebûbekir got: “Niha li Başûrê Herêma Kurdistanê heye, li Rojava sîstema Rêveberiya Xweser heye û li Bakur jî pêvajoya aştiyê heye. Ji bona wê nabe Kurd carek din rê bidin ku bi rêya nakokiyên navxweyî û şerê birakujî ev karesat dubare bibin. Ji bona wê divê Kurd yekgirtina xwe çêkin.”

Di dirêjiya konferansê de Nivîskar Dr. Mihemed Elî Sultanî jî axivî û got: “Divê dewletên dagirker û serdest bizanin ku gelekî xwdî ferheng, wêje û hunerê ti demê nayê bişaftin. Divê hewl bê dayîn li ser asta navdewletî jenosîdên bi serê Kurdan hatine werin nasandin. Pêwîste hewldanên di vê çarçoveyê de tên kirin bihevre bên meşandin û daxwaza qerebûkirina (Tazmînat) gelê Kurd bê kirin. Pêwîste yasayên navdewletî yên ku taybetin bi jenosîdê wergerî ser zimanê Kurdî bê kirin.”

Biryare Konferansa Jenosîda Kurd du rojan berdewam bike û têde gelek mijarên giring ên taybetin bi jenosîdên Kurdan bên nîqaşkirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne