• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

29 sal in bi hesreta vegera gundê xwe dijî: Divê dewlet lêborînê bixwaze

Mahmût Altintaş / AW

30 ÎLON 2025 - 09:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Abdullah Ay ku di sala 1994an de gundê wan şewitî ye û 29 sal in li Enqereyê dijî hesreta xwe ya ji bo vegera gund anî ziman û xwest dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe, lêborînê bixwaze û ji bo kêsên dixwazin vegerin gundên xwe derfetan ava bike.

Li bakurê Kurdistanê di salên 1992-1995an de ji aliyê dewletê ve li gorî lêkolînan nêzî 4 hezar gund vala kiriye û şewitandiye û bi sedan welatî ji aliyê leşkeran ve hatine kuştin. Bi şewitandina gundan re bi tevahî zêdetirî 378 hezar kes li bajarên Kurdistanê koçber bûne û piraniya wan li bajarên rojavayê Tirkiyeyê bi cih bûne. Welatiyên ku ji cih û warên xwe koçber bûne li metropolan jî bi gelek zor û zahmetiyan re rû bi rû mane. Bi destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re yek ji mijarên tê nîqaşkirin jî rûbirûmayîna dewletê ya bi sûcên xwe re ye. Welatiyên ku gundên wan hatine şewitandin jî li bendê ne ku di vê pêvajoyê de dewlet bi bi sûcên xwe re rû bi rû bimîne û zerar gundiyan bide wan da ku welatî bikaribin vegerin gundên xwe.

Yek ji kesên ku gundê wan hatiye şewitandin Abdullah Ay e. Abdullah Ay 75 salî ye û 29 sal in li xerîbiyê dijî. Abdullah Ay bi eslê xwe ji gundê Huseynî yê bi ser navçeya Licê ya Amedê ve ye. Gundê Huseynî jî di sala 1994an de ji aliyê leşkeran ve tê şewitandin. Piştî şewitandina gund Abdullah Ay 2 salan li navenda Amedê dimîne û piştre jî koçî Enqereyê dibe. Abdullah Ay ku 29 sal in li Enqereyê dijî û di xewn û xeyalên wî de vegera ji bo gund heye, tenê daxwaza wî ew ê ku dewlet bi sûcên xwe re rû bi rû bimîne û ji bo vegera wan a gund derfet bên çêkirin.

‘Her tiştên me şewitandin’

Abdullah Ay bi malbata xwe re li navçeya Yenîmahalle ya Enqerê dijî. Abdullah Ay ji ajansa me re qala serpêhatiya koçberiya xwe kir. Serpêhatiya vê malbatê di heman demê de çîroka bi hezaran welatiyên Kurd e. Ew jî bi şewitandina gund re neçarî koçberiyê bûye û niha jî li welatê xerîbiyê bi xwen û xeyalên gund re dijî. Abdullah Ay li aliyekî wêneyên gund nîşan dide û li aliyê din jî qala bêrîkirina xwe ya gund dike. Abdullah Ay bi gotina “Çîroka min kûr û dirêje” dest bi axaftinê kir û wiha qal kir: “Meha Gulanê bû. Beriya cejnê bû. Wê demê min têcirî (bazirganiya sewalan) dikir. Ji bo firotina pez ez hatibûm Enqereyê. Ez dema vegeriyam gund ya ku min dît nikarim ji bîr bikim. Li gund tiştek nemabû, her tişt şewitîbû. Mala me şewitîbû. Hevjîn û zarokên min jî çûbûn mala birayê min. Malbata min hemû di bin bataniyeke de bû. Ez pir êşiyam. Çîroka me jî li wir dest pê kir. Gelek kes li gund hatin binçavkirin. Leşkeran li biraziyê min dabû û xwestin wî bikujin.”

Xerîbî û zextên dewletê

Abdullah Ay û gundiyên xwe ji ber ku pergala cerdevaniyê qebûl nekirine, leşkeran gundê wan şewitandiye û ew bê cih û war dimînin. Malbata Ay piştre koçî navenda Amedê dike û dewlet li vir jî wan rehet berneda. Abdullah Ay bi malbata xwe ve li navenda Amedê xaniyek kirê dike lê ji ber zextên dewletê û aboriyê neçar dimîne ku ax û welatê xwe biterikîne û koç bibe. Piştî 2 salan Abdullah Ay bi malbata xwe ve di sala 1996an de koçî Enqereyê dibe û 29 sal in li Enqereyê dijî. Abdullah Ay li Enqereyê jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Dewletê li vir jî wî rehet bernade. Abdullah Ay ji bo debara malê di gelek karan de dixebite û dibêje, “Li Enqereyê jî me gelek zehmetî kişandin. Ez di înşaetê de dixebitîm û zarokên min jî simît difirotin. Me bi vî awayî debara xwe kir. Her wiha diçûm dervayî bajêr berhevkirina findiqan. Bi wî awayî me debara xwe dikir. Li Enqereyê jî dev ji me bernedan. Her tim zext li ser me hebû. Hem zext li ser min hebû hem jî li ser malbatê. Ji min re digotin tu çima diçî HADEPê. Sîxurî li ser min ferz dikirin. Heta îro jî her tim li ser me zext hebûn. Lê me bi paş ve gav neavêt.”

‘Xwezî beriya mirinê vegeriyam gundê xwe’

Abdullah Ay li ser pirsa “Tu dixwazî vegerî gundê xwe” kelogirî bû û gotin di devê wî de lal dibin. Abdullah Ay bi gotinên, “Ez li Enqereyê dijîm lê xewnên min li gund in, rez û baxçeyê min, dara min, xewna min, gundê min e” hesreta xwe ya ji bo gund tînê ziman. Abdullah Ay dibêje, “Beriya mirinê xwezî vegeriyama gundê xwe” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xaniyê min û axûrên me hemû şewitandin. Niha derfetên me tune ne ku em bikaribin xanî çêbikin. Her wiha tapuyên erdê me jî girtine, ji bilî cihê xanî tapuyên me jî tune ne. Heke xaniyê me çêkin û tapuyên me bidin me, em dixwazin biçin gundê xwe. Tapuyên hemû gundiyan tune ne. Xeyala me ew e ku biçim li gundê xwe xaniyekî çêbikim û bi aramî li gundê xwe bijîm. Ji 1996an vir ve ez neçûme gund.”

‘Divê dewlet lêborînê bixwaze’

Abdullah Ay di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” û xwest dewlet bi sûcên xwe re rû bi rû bimîne. Daxwaza Abdullah Ay jî weke gelek Kurdên ku gundê wan hatiye şewitandin ew e ku dewlet heqê zerara wan bide û ji bo vegerê derfetan çêbike. Abdullah Ay bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Divê dewlet ji ber van sûcên ku kiriye lêborînê bixwaze û li xwe mikûr were. Xaniyên me, milkê me dîsa bide. Ji ber ku dewletê şewitand. Divê zerara wan jî dewlet bide. Divê em jî biçin ser mal û milkên xwe. Gorên bav, dayik û kalên me li wir in. Malên me li wir in. Em jî dixwazin vegerin cih û warên xwe.”

Etîket: dewletKocberipêvajoPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîkşewitandina gundanvegera gundanzextzordarî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

1 TÎRMEH 2026
MYKa DEM Partiyê dê sibe bicive

MYKa DEM Partiyê têkildarî pêvajoyê civiya

1 TÎRMEH 2026
Wezîrê Îngilîz Falconer: Li Îranê Kurd bi zexteke giran re rû bi rû ne

Wezîrê Îngilîz Falconer: Li Îranê Kurd bi zexteke giran re rû bi rû ne

29 HEZÎRAN 2026
Wanî: Keştiya Serokatî bi bawer e û li benda gel e

Wanî: Keştiya Serokatî bi bawer e û li benda gel e

28 HEZÎRAN 2026
Şahidê salên 90î: Em dixwazin di nav pargelek demokratîk û azad de bijîn

Şahidê salên 90î: Em dixwazin di nav pargelek demokratîk û azad de bijîn

27 HEZÎRAN 2026
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: Ji bo aştiyê divê gavên berçav bên avêtin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: Ji bo aştiyê divê gavên berçav bên avêtin

26 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (29)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne