• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

1emîn Rojên Pirtûkan ên Şaredariya Erxeniyê dest pê kir

Amed / AW

2 GULAN 2025 - 13:13
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
1emîn Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê dest pê kir. Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken di bernameya destpêkê de axivî û spasî li hevşaredar, nivîskar û weşanxaneyan kir û da zanîn ku di salên pêş de Rojên Pirtûkan ên Şaredariya Erxeniyê weke fûarê dê bê lidarxistin. 
1emîn Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê li Park Orman a navçeya Erxeniyê ya Amedê îro dest pê kir. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, Hevşaredarên Erxeniyê Şiyar Guldîken û Bîrsen Azak Bayar, nivîskar, xwediyên weşanxaneyan, hevşaredar, Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Amedê Abbas Şahîn di nav de gelek kes beşdarî bernameya destpêkê bûn.
Di merasîma destpêkirina bernameyê ya rojên pirtûkan de ewilî Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn axivî. Abbas Şahîn diyar kir ku li erdnîgariyeke ku helbest, çîrokên û romanên herî xweş lê hatine nivîsîn in û wiha got: “Lê dema ev helbest, çîrok û roman hatin nivîsîn wisa hesan nehatin nivîsîn. Bi gelek êşên hatin kişandin hatin nivîsîn. Tevî qedexekirina ziman hatin nivîsandin. Em weke gelê Kurd têkoşîna hebûnê didin. Ji ber ku çand û zimanê me hate qedexekirin tune hatin hesibandin. Lê asta ku em hatinê em ji vê tunebûnê em êdî dersa demokrasiyê didin hemû cîhanê. Em li yekemîn rojên pirtûkan e lê wê ev berdewam bike. Qeyûman ewilî êrişî qadên çand, ziman û jinan kirin. Piştî ku me şaredariyên xwe wergirtin me dît ku gelek tişt hatin guhertin. Divê mirov qiymetê vê bizane û xwedî lê derkeve. Ji bo ku bingeheke xurttir were avakirin em ê bi hev re tevbigerin. Bila ev ewil be lê dawî nebe.”
‘Ew ê rojên pirtûkan di salên pêş de weke fûarê bê lidarxistin’ 
Pişt re Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken axivî. Şiyar Guldîken jî spasî li hemû beşdaran; hevşaredar, nivîskar,weşanxane, helbestvanan kir û got: “Ev hêz dê me bi pêş ve bibe û xurt bike. Me soz dabû ku ala hevalên me hildabû em ê zêdetir bilind bikin. Em li ser navê Şaredariya Erxeniyê vê sozê didin ev cara ewil e lê di salên pêş de em ê vê berdewam bikin û ew ê êdî rojên pirtûkan ên Şaredariya Erxeniyê weke fûarekê were lidarxistin.”
‘Piştî em hatin aktîvîteyên çand û hunerî zêde bûn’ 
Dû re Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak axivî. Serra Bûcak da zanîn ku piştî ew hatin hilbijartin ve aktîvîteyên çand û hunerê zêdetir bûne û wiha got: “Şaredariyên me wê aktîvîteyên çand û hunerê, wêjeyê, sînemayê li bajarên xwe pêk bînin. Ji ber vê yeke em serbilind in.” Serra Bûcak nivîskar Fadil Ozturk ku duh li Îzmîrê dema di nexweşxaneyê de dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û ji hezkiriyên wî re sersaxiyê xwest. Serra Bûcak destnîşan kir ku di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û wiha got: “Em jî weke rêveberên herêmî xebatên xwe yên civakî, aktîvîteyên çandî û hunerî weke parçeyekî vê pêvajoya dîrokî dibînin. Bila ev rojên pirtûkan li hemû pirtûkhezan û gelê Erxeniyê re bixêr be.”
Pêşengeheke pirtûkan a Kurdî dê li dar bixin 
Pişt re rêveberê Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) Jêhat Rojhilat jî qala pêvajoya amadekirin û naveroka rojên pirtûkan kir û spasiyên xwe pêşkeşî sazî û dezgehên keda wan di amadekirinê de derbas bûn kir. Jêhat Rojhilat bi lêv kir ku weke YEWKURD hemû weşanxane anîn ba hev û da zanîn ku di navbera 14 û 18ê mehê de li Qada Şêx Seîd a Amedê bi pêşengtiya YEWKURD û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê pêşengeheke pirtûkên Kurdî li dar bixin.
Rojên pirtûkan wê 4 rojan berdewam bike
Piştî axaftinan rojên pirtûkan bi tevlibûna nivîskar Muslum Uzulmez û Alî Haydar Uzulmez gotûbêja bi navê “Ji duh heta îro Erxenî û nasnameya Erxeniyê” berdewam kir. Ji ber stantên pirtûkan li parkê hatin danîn û baraneke zêde barî îro stand nehatin vekirin û rojên pirtûkan tene bi gotûbêj û panelan berdewam kir. Rojên pirtûkan a di pêşengtiya Şaredariya Erxeniyê de tê lidarxistin dê heta 5ê Gulanê berdewam bike.
Etîket: 1emîn Rojên Pirtûkan ên Şaredariya ErxeniyêpirtûkŞaredariya Erxeniyêweşanxaneyên KurdYEWKURD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

1 COTMEH 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir

26 ÎLON 2026
Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

30 TÎRMEH 2026
Li Erxeniyê Bostanê Komuna Jinan: Ji bo xurtkirina aboriya jinan e

Li Erxeniyê Bostanê Komuna Jinan: Ji bo xurtkirina aboriya jinan e

23 TÎRMEH 2026
Li Erxeniyê ‘Bazara Keda Jinê’ hat vekirin

Li Erxeniyê ‘Bazara Keda Jinê’ hat vekirin

17 HEZÎRAN 2026
Li Mêrdînê rojên pirtûkan dest pê kir

Li Mêrdînê rojên pirtûkan dest pê kir

5 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne