• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

19 jin û 9 zarok li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin

23 SIBAT 2025 - 14:32
Kategorî: ROJANE
A A

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 19 jin û 9 zarok hatin kuştin. 13 jin û 2 zarok bi guman kuştî hatin dîtin.

Yek ji welatê ku herî zêde jin lê têne kuştin Îran e. Li gorî raporan li Îranê tundiya li ser jinan zêde ye. Ji ber hişmendiya Rejîma Îranê ewlehiya jinan tune ye. Ev dibe sedem ku mêr bi hêsanî karibin jinan bikujin. Herî dawî derket holê ku Ayla Pasdar a 15 salî, di bin navê “namûsê” de ji aliyê birayê xwe yê 18 salî û xizmên xwe yên mêr ve hatiye kuştin. Piştî vê bûyerê, rewşa trajîk a ku jinên li Îranê tê de ne, bi awayek eşkeratir xuya bû. Ayla Pasdar, di 11 saliya xwe de bi darê zorê hat zewicandin. Di 15 saliya xwe de ji mêrê xwe veqetiya. Her tim rastî tundiya fizîkî hat. Birayê wê, ap û pismamên wê gefên kuştinê lê xwarin. Birayê wê yê mezin berê jî hewl daye ku Ayla serjê bike, lê ji ber ku cîranan nehiştin, Ayla nemir. Piştre jehrê pê dan vexwarin, destên wê zincîr kirin û xwestin bi vî awayî wê bikujin. Lê ew rakirin nexweşxanê û xilas kirin. Dawiyê jî, di 13ê Gulana 2024an de hat kuştin.

Zagonên Îranê rê li pêşiya kuştinê vedike

Kuştina Ayla Pasdar, careke din nîşan da ku li Îranê yasayên bi bandor ên pêşî li kuştina jinan a bi hinceta “namûsê” bigirin, tunene.

Parazvanên mafên jinan, van pirsan dikin:

Yasayên heyî çima nikarin jinan biparêzin?

Medya û propagandaya dewletê çima cînayetên jinan rewa dikin?

Yasa çima zewaca zarokan asteng nakin?

Li Îranê rayedar çima ji bo parastina jinan formên yasayî yên pêwîst çênakin?

Her meh li Îran û Rojhilatê Kurdistanê cînayetên jinan ji aliyê beşa Farisî ya ajansa me ve tên raporkirin. Li gor raporê di Çile û Sibata 2025’an de 19 jin û 9 zarok hatine kuştin. Her wiha 3 jinên ku berê ji ber kuştina mêrê xwe cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn jî, li girtîgehên cuda hatin înfazkirin.

Jin û Zarokên ku di çile û sibatê de hatin kuştin

23yê Çileyê: Nîlufer Necahti, li Fakulteya Tibê ya Hamedanê pispora ortopediyê bû, bi awayek bi guman mir.

23yê Çileyê: Sahba Gorgi, li Karajê bijîşka diranan bû, bi awayek bi guman mir.

25ê Çileyê: Li Meşhedê jinek 45 salî, ji ber şerê nav malbatî ji aliyê mêrê xwe ve hat kuştin.

27ê Çileyê: Cesedê keçika 18 salî ya wenda bû, piştî 10 rojan li perava Nûşehrê hat dîtin.

28ê Çileyê: Li Kirmanşahê mêrek, jina xwe Sîmâ Moradî û du zarokên wê kuşt.

28ê Çileyê: Jina ciwan a 16 salî aya bi navê Kanî Abdullahî, ji aliyê bavê xwe ve bi hinceta “namûsê” hat kuştin.

29ê Çileyê: Jina 37 salî ya bi navê Solmaz Ghorbanî, li Meragê ji aliyê mêrê xwe ve hat kuştin.

29ê Çileyê: Li Lorîstanê jinek ji aliyê mêrê xwe ve hat kuştin.

30ê Çileyê: Jina 27 salî, li Asadabadê ji aliyê mêrê xwe ve hat kuştin.

1ê Sibatê: Jina ciwan a 17 salî ya bi navê Atîfe Zegîbî, li Şuşterê ji aliyê bav û birayê xwe ve hat kuştin.

2yê Sibatê: Jina 27 salî ya bi navê Gulnaz Rasmî-Sefet, li Mahîdeştê ji aliyê tiyê xwe ve hat birîndarkirin, piştre bi tevî bebeka xwe ya 8 mehî, jiyana xwe ji dest da.

2yê Sibatê: Li bajarê Kurdkovê jina 35 salî Fatma Badelî, ji ber ku xwest ji mêrê xwe veqete, mêrê wê li ber çavên herdu zarokên wê, Fatma qetil kir.

4ê Sibatê: Meryem Kavîanî, ji ber kuştina mêrê xwe, rastî cezayê darvekirinê hatibû. Di Girtîgeha Hurremabadê de hat darvekirin.

5ê Sibatê: Li Benabê mêrek, hevjîna xwe, keça xwe ya 15 salî û kurê xwe yê 11 salî kuşt, piştre xwe kuşt.

5ê Sibatê: Li Hamedanê li bajarê Curkanê mêrek, jina xwe, xesuya xwe, xezûrê xwe, gorm û baltûza xwe kuşt, piştre jî xwe kuşt.

5ê Sibatê: Keçikek 15 salî ya bi darê zorê hat zewicandin, li bajarê Garvê yê Rojhilatê Kurdistanê hat îdîakirin ku xwe kuştiye.

5ê Sibatê: Jinek 25 salî li Şîrazê ji aliyê xizmên xwe ve hat kuştin.

6ê Sibatê: Saena Muhammedî, li Bujnurdê bi awayek bi guman mir.

7ê Sibatê: Cesedê jinek 32 salî, li Merageyê piştî mehek di qadeke avasaziyê de hat dîtin. Derket holê ku mêrê wê qatilê wê ye.

7yê Sibatê: Jinek 30 salî, li Meşhedê bi êşkenceyê hat kuştin. Cesedê wê yê perçekirî hat dîtin.

8ê Sibatê: Jina bi navê Zehra Azîzî, li Sinê bi awayek bi guman mir.

9ê Sibatê: Jina 47 salî ya bi navê Mehtap Kazizadeh, li Girtîgeha Sariyê hat darvekirin.

9ê Sibatê: Keçikek 16 salî, li Sinê ji qada 4’an hat avêtin û mir.

10ê Sibatê: Keçika 5 salî ya bi navê Sara Bahadurzehi, Li Pîranşarê bi tevî malbata xwe hat kuştin.

11ê Sibatê: Andiya Parsa, li Sinê bi awayek bi guman mir.

12ê Sibatê: Manzar Seydi, piştî merasîma cenazeyê mêrê xwe, bi awayek bi guman mir.

14ê Sibatê: Nadia Balochi, li Nikşehrê bi hinceta “namûsê” ji aliyê birayê xwe yê mezin ve hat kuştin.

14ê Sibatê: Termê şewitandî yê jina bi navê Samîra Beşertî ya 37 salî ye û ji bajarê Kurdkoviyê ye, li daristanên Bandargazê hat dîtin. Derket holê ku Samîra ji aliyê 2 mêran ve hatiye şewitandin.

14ê Sibatê: Keçika 10 salî, li bajarê Semnanê ji aliyê damariya xwe ve hat kuştin.

18ê Sibatê: Jina bi navê M.Ş., li Serpol Zehabê bi awayek bi guman mir.

19ê Sibatê: Termek şewitandî yê jinek, li çola Garmdareyê hat dîtin.

19ê Sibatê: Li gor rapora ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ve hatiye amadekirin, di navbera 10-16’ê Sibatê de ji Kirmanşahê Farishte Ghasemi û Mîna Gholamî, ji Ûrmiyê Fatemeh Balanji, ji Mahabadê Pervîn Mohammadî û ji Shabadê Leyla Hosseinî, bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.

20ê Sibatê: Li Gundê Bariyî Xanî ya navçeya Dalahoî ya Kirmanşahê jina 23 salî ya bi navê Seyedah Danya Hosseinî, ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.

21ê Sibatê: Jina 45 salî ya bi navê Bagherî Nejad, di Girtîgeha Adel Abad a li Şîrazê hat darvekirin.

21ê Sibatê: Ji Gundê Nesa Masalê jina 40 salî ya bi navê Nachiba Hassankhanî, ji aliyê mêrê ku pê re zewicandî bû ve, bi hinceta ku xwest jê biqete, hat qetilkirin.

Ev rapor, tenê li ser bûyerên di nûçeyan de cîh girtine hatiye amadekirin. Lê tê payîn ku hejmarên rastîn, zêdetir in.

Encam: Li Îranê Cînayetên Jin û Zarokan Zêde Dibin

Aktîvîstên mafên jinan diyar dikin ku li Îranê piraniya cînayetan di medyayê de cîh nagirin, ji ber zextên siyasî û çandî de hê mirov nikare bighêje hejmarên rastîn.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne