• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Berendamê serokkomariyê yê YNKê Nizar Amedî kî ye?

Navenda Nûçeyan / AW

11 NÎSAN 2026 - 17:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Nizar Amedî ku wekî berendamê YNKê yê ji bo Serokkomariya Iraqê îro di dengdana yekemîn de ji 250 parlementeran dengê 200an girt û gelek nêzîk serkeftinê bû. Amedî ku di dengdana duyemîn de tê payîn teqez bê hilbijartin, siyasetmedarek ji kevneşopiya YNKê ye û berê wezîrtiya Hikûmeta Iraqê kiriye.

Berendamê Serokkomariya Iraqê Nizar Amedî ku di dengdana îro ji 250 parlementeran dengê 200an girt û tê payîn ku di dengdana duyemîn de bibe Serokkomarê Iraqê. Amedî kesek demên dirêj di nav YNKê de cih girtî û kesek di aliyê siyasî de xwedî danevek girîng e.

Siyasetmedarek ji kevneşopiya YNKê ye

Nîzar Amedî ku wekî namzetê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo posta serokkomariya Iraqê derketiye pêş, bi paşxaneya xwe ya siyasî û malbatî kesayeset balkêş e. Amedî ji malbateke ji berê de di nav kevneşopiya siyasî ya ji YNKê de mezin bûye. Lê cihê jidayikbûna wî navçeya Amediyê ya Dihokê ye. Ev herêm her çend bi giştî wekî keleha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bê zanîn jî, di heman demê de malovaniya herikînên xurt ên mixalîf jî dike.

Endezyarê makîneyê ye

Nîzar Amedî yê ku perwerdeya endezyariya makîneyê dîtiye, ji sala 1993yan ve di ofîsa Talebanî de kar dike. Ev xebata wî ya demdirêj û nêzîkatiya wî, wî dixe nav xeleka herî pêbawer a YNKê. Ew îro weke yek ji hevalbendên herî nêz ê malbata Telebanî ye.

Di Hikûmeta Iraqê de wezîrtî kir

Piştî ku Bafil Talebanî bû serokê YNKê pêbaweriya bi Amedî encama xwe da û ew di nava polîtburoya YNKê de bi lez bilind bû.

Amedî ku di dema borî de wezîrtiya hikûmeta Iraqê jî kiriye, niha ofîsa polîtburoya YNKê ya li paytext Bexdayê bi rê ve dibe. Têkiliyên malbata wî yên di nava sîstema serokkomariyê de jî bi kok in. Birayê wî Gohdar Amedî, niha sêwirmendê serekî yê serokkomarê Iraqê ye.

Nakokiya bi PDKê re

Dîroka malbata wî bi bûyereke trajîk û xwîndariyeke kevn ve girêdayî ye. Bavê wî yê karsaz û rewşenbîr, ji aliyê karsazekî hevrik ê girêdayî PDKê ve tê kuştin. Çavkaniyên xwecihî destnîşan dikin ku sedema vê suîqestê bi esasî nakokiyeke darayî bûye. Lê belê, ji ber ku kujer rayedarekî PDKî bû û ji aliyê partiyê ve hate parastin. Vê yekê malbata Amedî bi temamî nêzî YNKê kir.

Têkiliyên Amedî bi fraksiyonên Şiî re

Li gorî agahiyan têkiliya Amedî bi partiyên siyasî yên Şiî yên li Iraqê re jî baş e. Wekî kesek di sererastkirina têkiliyên YNKê û fraksiyonên Şiî de rolek girîng dilîze derdikeve pêş. Ev têkilî û daneheva Nizar Amedî jî derfet dide ku bi van deveran re riyên çaresiriyê peyda bike û têkiliyan danê.

 

Etîket: Bafil TalebanîNizar AmedîPDKYNK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hêzên Pêşmerge bûn yek

Hêzên Pêşmerge bûn yek

21 ÎLON 2026
Der barê hevdîtina Talebanî û Fîdan de daxuyanî

Der barê hevdîtina Talebanî û Fîdan de daxuyanî

4 TÎRMEH 2026
Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

2 TÎRMEH 2026
Nizar Amêdî: Em gavên Çarçoveya Hemahengiyê bi germî pêşwazî dikin

Nizar Amêdî: Em gavên Çarçoveya Hemahengiyê bi germî pêşwazî dikin

2 HEZÎRAN 2026
YNK: ENKS dubendiyê dixe nava parçeyên Kurdistanê

YNK: ENKS dubendiyê dixe nava parçeyên Kurdistanê

18 NÎSAN 2026
PDK li Parlamentoya Iraqê çalakiya rûniştinê li dar dixe

PDK li Parlamentoya Iraqê çalakiya rûniştinê li dar dixe

18 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne