• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dest pê dike

Fexredîn Kiliç / AW

22 NÎSAN 2025 - 08:50
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – 10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dê di 25ê Nîsanê de bi dirûşma “Çiraya me geş dibe” dest pê bike. Festîvala îsal dê diyarî şanogerê Kurd Bavê Teyar ê di êrişa bi SÎHAyê de jiyana xwe ji dest dabû bê kirin.

10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dê di 25ê Nîsanê de bi dirûşma “Çiraya me geş dibe” dest pê bike û di 4ê Gulanê de bi dawî bibe. Festîvala îsal dê diyarî şanogerê Kurd Cûma Xelîl (Bavê Teyar) ku di 18ê Çileyê de di êrişa bi SÎHAyan a dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dabû bê kirin. Di festîvalê de bi zimanên Kurdî, Tirkî û Ermenkî dê 12 lîstik bên lîstin. Festîval dê di 25ê Nîsanê de bi resepsiyoneke ku dê li Qesra Cemîl Paşa bê dayîn dest pê bike. Di resepsiyonê de dê ji bo Bavê Teyar sînevîzyonek were pêşkeşkirin û dû re performansa dansê dê were pêşkeşkirin. Şanoger Omer Şahîn û Elvan Koçer têkildarî armanc û naveroka festîvalê ji ajansa me re axivîn.

‘Ji bo şanoya kurdî bi pêş bikeve festîval tê lidarxistin’

Şanoger Omer Şahîn diyar kir ku ji ber lidarxistina festîvalê pir bi kelecan in û wiha got: “Festîvala Şanoyê ya Amedê heke ku pirsgirêkek dernekeve her sal tê lidarxistin. Îsal wê 10emîn Festîvala Şanoyê were pêşkeşkirin. Festîval bi hevkariya Şanoya Bajêr a Amedê, Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin. Ji bo şanoya kurdî bi pêş bikeve şanoyên alternatîf bi pêş bikevin her sal qadeke bi vî awayî hatiye avakirin. Ji bo pêşketina şanoyên alternatîf jî girîngiyeke wê ya mezin heye. Em her sal di nav erdnîgariya Kurdistanê de kîjan kom çi lîstik derxistibin wan di ber çavan re derbas dikin û bi vî awayî festîvalekê amade dikin.”

Festîval bi dirûşma ‘Çiraya me geş dibe’ tê lidarxistin

Omer Şahîn da zanîn ku festîvala xwe ya îsal diyarî Cûma Xelîl (Bavê Teyar) dikin û wiha domand: “Bavê Teyar li Tişrînê şehîd bû. Ji ber vê em festivalê diyarî wî dikin. Dirûşma me jî ‘Çiraya me geş dibe’ ye. An ku em ê bi hêviyên xwe û gel vê festîvalê li dar bixin. Em hemû dê bi dengekî xurt biqîrin û bêjin ‘Çiraya me geş dibe’. Ev dirûşm girêdayî hemû rojevê ye jî. Girêdayî rojeva hunerê, ruhê kurdewarî pêşketinên ku li Rojhilata Navîn diqewine jî. Girêdayî van hemûyan em di warê pêşeroja gelê xwe de hêviyekê dibînin. Em dixwazin vê hêviyê bi awayekî xurt di festîvala xwe de bînin ziman.”

Omer Şahîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em li benda hemû şanohezan e ku werin li vê derê. Gelek lîstikên xweş hene, em bi hev re temaşe bikin û piştî lîstikê jî bi germahiya hevdû, li gelêk rûnin, sohbet bikin û roja xwe û festîvala xwe geş bikin.”

Di festîvalê de 12 lîstik hene

Elvan Koçer jî qala naveroka festîvalê kir û wiha got: “Ji aliyê Tirkiyeyê dê çar lîstik hene wê çar komên me ji wir tev li festîvalê bibin. Em dixwazin çar aliyê Kurdistanê bînin bahev. Lê mixabin ji parçeyan dê kom neyên. Ji Rojhilat dê du kom, ji Başûr komek jî dê komek tev li bibe. Wekî din lîstikeke me ya Şanoya Bajêr a Amedê ku me ji nû derxistiye heye. Ew jî dê cara ewil di 26ê mehê de were lîstin û promiyera xwe bike. Di festîvalê de bi temamî 12 lîstik hene. Wekî din mevanên me yên ji Ewropa, Rojhilat, Başûr û Bakur jî hene ku werin festîvalê bişopînin. Şanoya Bajêr a Amedê, Yenî Sahne ya Êlihê, Şanoya Şaneşînê ya li Mêrdînê dê ji Bakur tev li festîvalê bibin.”

Elvan Koçer xwest ku hemû gelê Amedê werin tev li festîvalê bibin.

Bernameya festîvalê wiha ye;

“25ê Nîsanê saet 19.00 li Qesra Cemîl Paşa Resepsiyon – Axaftin

Sînevîzyon (Bavê Teyar) û Dans (Palma – Performans Stenbol)

26ê Nîsanê saet 11.00 li Çand Amedê Kargeha Nivîskariyê – Perwerdekar Sureya Karacabey

Saet 20.00 Çand Amed lîstika Romeo û Juliet (Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê – Kurdî)

27ê Nîsanê saet 11.00 li Çand Amedê Kargeha Nivîskariyê – Perwerdekar Sureya Karacabey

Saet 20.00 li Şanoya Bajêr a Amedê “Şohret Kapisi – Deriyê Navdariyê” (Îstanbûl Împro –Tirkî)

28ê Nîsanê saet 10.00 li Çand Amedê Kargeha Jixweberiyê – Perwerdekar Koray Tarhan

Saet 15.00 – Çand Amed lîstika “Dilê min li çiya ye” (Hangartz-Ermenkî-Stenbol)

Saet 20.00 – Çand Amed lîstika “39 derence û nîv – 39 bûçûk basamak(Adam Tiyatro-Tirkî-Stenbol)

29ê Nîsanê saet 15.00 û 20.00 Çand Amed lîstika “Ustat Shakespear – BGST” (Matîne/Suare-Tirkî-Stenbol)

30ê Nîsanê saet 20.00 Çand Amed lîstika “Hîzmetçîler-Xizmetkar” (Moda Sahnesi- Tirkî – Stenbol)

1ê Gulanê saet 20.00 Çand Amed lîstika “Kela Dimdimê “ (Şaneşîn Performans -Kurdî-Mêrdîn)

2yê Gulanê saet 11.00 li Çand Amedê Kargeha Rejîsoriya Şanoyê – Perwerdekar Mizgîn Bîlmen

Saet 20.00 Çand Amed lîstika “Bekoyê Ewan” (Yenî Sahne-Kurdî-Êlih)

3yê Gulanê saet 15.00 Çand Amed lîstika “Rotbûn” (Şanoya Goran-Kurdî-Silêmanî)
Saet 20.00 Çand Amed lîstika “Chonour” (Akademiya Huner-Kurdî-Sine)

4ê Gulanê saet 20.00 Çand Amed lîstika “Promte Le Zincîrda” (Bertevg a Kargeha Şanûya Hûman-Kurdî-Seqiz)”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partî bi çapemeniya re civiya: Di pêvajoyê de dê çi dibe?

DEM Partî bi çapemeniya re civiya: Di pêvajoyê de dê çi dibe?

7 COTMEH 2026
ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

7 COTMEH 2026
‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

7 COTMEH 2026
Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

7 COTMEH 2026
Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

7 COTMEH 2026
Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne