• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji bo ‘mafê hêviyê’ kampanyaya navneteweyî

Navenda Nûçeyan / AW

20 ADAR 2026 - 09:11
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Komîteya Parastina ‘Mafê Hêviyê’ û Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya Navneteweyî xwest, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevahî rabe û ji bo bicihanîna ‘Mafê Hêviyê’ dest bi kampanyayeke îmzeyan a navneteweyî kir.

Komîteya Parastina ‘Mafê Hêviyê’ û Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya Navneteweyî ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest serbest bê berdan qampanyaya îmzeyan a navneteweyî da destpêkirin. Kampanya ku ji welatên cuda gelek siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr û hunermend tevlî bûn, di demeke kurt de gihîşt zêdeyî 500 îmzeyan. Komîteyê bi vê piştgiriya xurt daxwazên xwe gihandin sazî û raya giştî ya navneteweyî.

Îmalî tê wateya ji holêkirina derfeta guherîn, diyalog û hêviyê

Komîteyê derbarê kampanyayê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di demek li cîhanê şer, zext û rewşa nediyar heye, bêdengî wê bê wateya hevkariya bêedaletiyê. Komîteyê bi bîr xist ku Abdullah Ocalan ji 15ê Sibata 1999an û vir ve li Îmraliyê tê ragirtin û ev rewş tenê rewşeke ragirtinê nîne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev yek tê wateya jiholêrakirina derfetê guherîn, diyalog û hêviyê ya bi rêk û pêk. Komîteyê anî ziman ku Îmrali êdî ne tenê girtîgehek e, ew bûye sembola desteserkirina ‘mafê hêviyê.

‘Tu dewlet nikarin mirovekê ji hêviya azadiyê bêpar bihêlin’

Komîteyê işaret bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û mekanîzmayên mafên mirovan ên navneteweyî kir û diyar kir ku ‘mafê hêviyê’ mafekî gerdûnî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku tu dewlet nikarin mirovekî ji hêviya azadiyê, ji derfetê jinûve nirxandina çarenûs û diyalogê bêpar bihêlin.

‘Divê gavên şênber bên avêtin’

Komîteyê daxwazên xwe bi van sê sernavan anî ziman: “Divê tecrîda li ser Rêber Apo demildest bê rakirin, şert û merc bêne afirandin ku karibe bi malbatê, parêzeran û heyetên navneteweyî re hevdîtinê bike. Ji bo aştî û jiyana hevpar a li herêmê pêvajoya diyalogê ya wekhev û mayinde bê destpêkirin. Saziyên navneteweyî dawî li bêdengiya xwe bînin û gavên şênber û bi biryar biavêjin” Ev gav ne tenê gavek hiqûqî ye, di heman demê de pêwîstiyeke dîrokî û siyasî ye.

‘Dawîkirina tecrîdê ji bo çareseriyê girîng e’

Komîteyê diyar kir ku bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ji bo şikandina tundiyê û ji nûve avakirina baweriya di navbera gelan de gelekî krîtîk e û ragihand ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo siyaset ji nûve derbasî ser zemîna diyalogê bibe û pênaseya ‘hêviyê’ bibe xwedî wateya dîrokî gigrîng e.

Komîteyê ragihand ku ev banga bi kampanya îmzeyan xurt bû wê pêşkêşî Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û saziyên pêwendîdar ên navneteweyî bê kirin.

Kampanya îmzeyan li ser vê navnîşanê dewam dike:  https://www.change.org/p/support-visit-and-freedom-for-abdullah-%C3%B6calan-realization-of-the-right-of-hope?utm_medium=custom_url&utm_source=share_petition&recruited_by_id=f87143f0-a099-0130-edd3-3c764e04dd47

 

 

Etîket: Abdullah Ocalanazadiya Rêber ApoKampanyaya îmzeyan a navneteweyîMafê Hêviyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne