• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Lubnanê şerê Îranê: Beyrûd hate bombebarankirin, 11 hezar kes derbasî Sûriyê bûn

Navenda Nûçeyan / AW

3 ADAR 2026 - 14:37
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Di encama zêdebûna şerê di navbera Hezbollah û artêşa Îsraîlê de, êriş û bombardîmanên hevdem li gelek herêmên Lubnanê berdewam dikin. Rewşa ewlehiyê ya herêmê bi lez giran dibe û hezaran sivîl ji herêmên şer ber bi Sûriyeyê ve koç kirin. Her wiha Beydûr cardin ji hêla Îsraîlê ve hate bombebaran kirin.

Bandora şerê Îran û Îsraîlê li Lubnanê zêde dibe. Bi taybetî piştî daxuyaniya şer a Hizbûllahê Îsraîlê êrişên xwe yên hewayî li başûrê Lubnanê berfireh kirin. Di encama êrişan de li derdora 11 hezar kes, ku piraniya wan penaberên Sûriyeyî ne, ji deriyê Cedîda Yabûs ê li gundewarên Şamê û her weha ji Cosiya ya girêdayî parêzgeha Himsê derbasî Sûriyeyê bûn. Di heman demê de li deriyê El Mesnei yê li ser sînorê Buqaî ya Lubnanê bi sedan erebe ketine pey hevdû û xelk hewl didin ku ji herêmên pevçûnê dûr bikevin.

Artêşa Lubnanê ji hin baregehan vekişiya

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Ajansa Ragihandinê ya Fermî ya Lubnanê ve hatine belavkirin, artêşa Lubnanê hinek baregehên xwe yên li ser sînorê Îsraîlê vala kirine û hêzên xwe ber bi cihên din ve kişandine. Berpirsekî ewlehiyê yê Lubnanê ji bo Reuters ragihand ku herî kêm artêş ji 7 baregehên sînorî vekişiya.

Artêşa Îsraîlê bi bejahî kete Lubnanê

Heman çavkanî diyar kir ku hêzên Îsraîlê li hin cihên sînorê ketine hundir û li Girê Hemamis ber bi El Xiyam û Sehila Merceyon ve dest bi operasyonê kiriye. Her wiha topbarana artêşa Îsraîlê li herêmên El Xiyam, Hora û çiyayên nêzî kelha Şeqîf bi demkî berdewam dike.

Îsraîl: Operasyona Zeîr El Esed dest pê kiriye

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee berê ragihandibû ku di çarçoveya operasyona ‘Zeîr El Esed’ de dê li başûrê Lubnanê gelek nuqteyên stratejîk bên kontrolkirin, hêzên leşkerî li herêmên bakurê sînorê zêde bikin û xeta parastinê xurt bikin.

Di daxuyaniya artêşê de hate gotin ku ew dixwazin xeteke ewlehiyê çêkin, jêrzemîn û tunelên girêdayî Hizbullah bombebaran bikin û asteng bikin ku şervan ji Lubnanê derbasî xaka Îsraîlê bibin. Wezîrê Parastinê yê Îsraîl Yesraîl Kats jî di daxuyaniyekê de got ku ferman hate dayîn da ku artêşa Îsraîlê ber bi baregehên stratejîk ên nû ve pêş bikeve û Hizbullah berpirsyarê şerê heyî ye.

Beyrûd hate bombebaran kirin, rayedarek Îsrîlê hate kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişekê li Beyrûdê de rayedarê Hizbûllahê Riza Xezayî hatiye kuştin. Li gor daxuyaniya Îsraîlê, Xezayî di nav koordinasyona çalakiyên çekdarî yên di navbera Hizbullah û Îranê de rolek girîng dilîst û ji veguhestina çekan berpirsiyar bû.

He wiha artêşa Îsraîlê îro serê sibê avahiya radyoya El Nûr a girêdayî Hizbullah bombebaran kir. Berdevkê artêşa Îsraîlê şêniyên taxên Hirêk, El Xebîrî û herêmên derdora wan hişyar kir ku ji bo ewlehiya xwe hemû avahiyên ku heta 300 metreyî nêzî navendên Hizbullah in vala bikin.

Koç û metirsiya berfirehbûna şerê herêmî

Koçên girseyî û zêdebûna operasyonên leşkerî nîşan didin ku pevçûn êdî ne tenê li sînorê Lubnanê maye. Li gorî çavkaniyan şer dikare ber bi qonaxeke berfireh a herêmî ve biçe, bi taybetî di demek ku rageşî li gelek deverên Rojhilata Navîn bi awayek hevdem zêde dibe, qeyrana heyî kûr dike.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne