• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
20 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ziyareta ‘Bavê Hazir’ jî di bin metirsiya madenê de ye

Omer Demîr / AW

1 TEBAX 2025 - 08:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Xelkên Zozanê Hesendînê her sal bi girseyî diçin serdana ziyareta “Bavê Hazir.” Xelkê herêmê diyar kirin ku ev ziyaret ji bo wan gelek girîng e û gotin: “Bi destê şîrketa madenê tê xwestin ku ziyareta me jî xera bikin.”

Şîrketa Anonîm a Bazirganiya Derve û Kanzakariyê ya Pasûrê bi awayekî bêhiqûqî Zozanê Hesendînê talan dike. Li zozanan nobeta xelkê herêmê ya ji bo parastina ax, av û xwezayê berdewam dike. Şêniyên herêmê her sal di 26ê meha Tîrmehê de diçin Çiyayê Andokê û 28ê mehê jî diçin serdana ziyareta “Bavê Hazir.” Ev ziyaret ji bo xelkê herêmê gelek pîroz û girîng e. Bi sedan sal e diçin serdana ziyaretê. Li Zozanê Hesendînê bi çar hawirdor di bin metirsî û gefa madenê de ye. Her wiha xelkên herêmê dibêjin ku Ziyareta Bavê Hazir ku ji bo wan pîroz e jî di hedefa şîrketa madenê de ye. Welatiyên ku serdana ziyaretê kirin hestên xwe yên ji bo ziyaretê û dijberiya xwe ya madenê û metirsiyên wê anîn ziman.

‘Bi sedan sal e ev ziyaret ya me ye’

Welatiyê bi navê Ramazan Îlgen destnîşan kir ku malbata wî bi sed salan e tên vir ziyaretê û got: “Pîrika min berî sed sal e hatiye ziyareta ‘Bavê Hazir’. Bavê min jî hatiye îro jî ez hatime ser ziyaretê. Ez 70 salî me ez têm vir. Îro tê xwestin ku ziyareta me were rûxandin. Nêzî 10 gund li derdora ziyaretê hene. Her kes bi salan e tên li vir ziyaretê. Îro Zozanê Hesendînê tê xwestin ku bê talankirin. Her tiştê me li ser zozanan e. Em debara xwe bi zozanan pêk tînin. Bi sedan sal e ev ziyaret ya me ye.”

‘Ziyaret ji bo me gelek girîng e’

Dayîka bi navê Azîze Can jî diyar kir ku ev ax û ziyaret ya bav û kalê wan e û wiha axivî: “Ev ax bi hezaran sal e ya me ye. Em naxwazin ziyareta me bê xerakirin. Îro zilmê li me dikin. Av û debara me li ser zozanên me ne. Îro hatine zozanên me talan dikin. Ev ziyaret ji bo me gelek girîng e. Em madanê li vir naxwazin.”

‘Bi destê madanê tê xwestin ziyaret were xerakirin’

Welatî Fadil Kaya jî anî ziman ku ev sed sal e tên li vir ziyaretê tewaf dikin û wiha got: “Îro bi destê madanê tê xwestin ku ziyareta me were xerakirin. Îro maden çêbibe dê zozan, ziyaret û malên me herin. Em madanê qebûl nakin. Ziyareta ‘Bavê Hazir” dîrokî û olî ye. Her sal em tên li vir. Lê îro ziyareta me di bin xeterê de ye. Dewlet jî jixwe me dixapîne. Di serî de gotin maden tuneye lê dawiyê eşkere kirin ku dê maden were çêkirin.”

‘Xwedê qebûl neke’

Welatiyê bi navê Feyzullah Îpek jî diyar kir ku ev ziyaret bi salan e li vir e û ew jî bi salan e tên li serdana ziyaretê. Feyzullah Îpek bi bîr xist ku xelkê herêmê debara wan li ser zozanan e û da zanîn ku îro ji bo madanê gelek kes axa xwe difiroşin û got: “Xwedê van tiştan qebûl neke.”

Etîket: PasûrZiyareta Bavê HazirZozanê Hesendînê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

17 ADAR 2026
Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

13 KANÛN 2025
‘Em ê av û axa xwe biparêzin’

‘Em ê av û axa xwe biparêzin’

24 MIJDAR 2025
Li dijî talana Dorşînê dar û berû çandin

Li dijî talana Dorşînê dar û berû çandin

23 MIJDAR 2025
Platforma Ked û Demokrasiyê qezaya karkeran şermezar kir

Platforma Ked û Demokrasiyê qezaya karkeran şermezar kir

13 MIJDAR 2025
Îskeleya pirê hilweşiya: 3 karker mirin, 2 jî birîndar bûn| HATE NÛKIRIN

Îskeleya pirê hilweşiya: 3 karker mirin, 2 jî birîndar bûn| HATE NÛKIRIN

11 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2
    Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne