• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Selahattîn Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî, gelek girîng û bi hêvî ye

    Selahattîn Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî, gelek girîng û bi hêvî ye

    Halîde Turkoglu: Wezareta Dadê li benda çi ye

    Halîde Turkoglu: Wezareta Dadê li benda çi ye

    Ceylan Akça ji bo lêkolîna şikefta li Farqînê pêşniyazname da meclisê

    Ceylan Akça ji bo lêkolîna şikefta li Farqînê pêşniyazname da meclisê

    Omer Faruk Gergerlîoglu: Duh girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest daye

    Omer Faruk Gergerlîoglu: Duh girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest daye

    Malezya wê zêdeyî 6 hezar 500 welatiyên Myanmarê vegerîne

    Malezya wê zêdeyî 6 hezar 500 welatiyên Myanmarê vegerîne

    Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Înisiyatîfa Hurmeta Ji Bo Miriyan derbarê şikefta li Farqînê de daxuyanî da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Zilmê qebûl nekir û berê xwe da çiya

Sema Gezîcî - Onder Akbûlût / AW

24 November 2026 - 09:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bedlîs – Xwişka Hafiz Karaaslan, Hezîne Kiliç behsa birayê xwe yê ku di sala 2007an de li navçeya Pulurê ya Dêrsimê şehîd ketiye kir û diyar kir ku wî zordarî û zilma dewletê qebûl nekir û li ber vê serî rakir.

Keç û xortên Kurdan di dîroka Kurdistanê de bi helwesta xwe ya azadiyê gelek çîrokên lehengiyê nivîsandin û di vê oxirê de canê xwe dan. Ew di nava gelê xwe de bûn sembola azadiyê û di dilê her Kurdekî de gihîştin asta herî bi nirx. Ji cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Hafiz Karaaslan (Cemşîd Tetwan) jî yek ji wan xortan e ku di sala 2001ê de li dijî zordestiya dewletê serî hildede û berê xwe dide çiya. Karaaslan di 14ê Nîsanê sala 2007an de li navçeya Pulurê ya Dêrsimê di şerekî bi leşkerên Tirk re jiyana xwe ji dest dide.

Xwişka Hafiz Karaaslan Hezîne Kiliç behsa tevlibûna birayê xwe ya nav Tevgera Azadiyê kir û bal kişand ser dilsoziya wî.

‘Leşkeriya Tirk red kir, bû gerîla’

Hezîne Kiliç behsa tevlibûna birayê xwe kir û da zanîn ku Hafiz kesekî bêdeng bû, ciwanekî di halê xwe de bû. Hezîne Kiliç diyar kir ku ew bi darê zorê ji gund hatine derxistin û birayên wê jî çûne Îzmîrê û wiha got: “Dê û bavê min pir zehmetî kişandin û dîsa zivirîn welat. Gund qedexe bû, ew jî hatin li Tetwanê bi cîh bûn. Dema ku leşkeriya Hafiz hat, dayika min jê re got ku here leşkeriyê bike. Wî jî digot dewlet ewqas tiştan li Kurdan dike, ew dê çawa biçe leşkeriyê bike. Rojekê me bihîst ku tev li gerîlayan bûye. Dayika min şeş mehan nizanibû li ku derê ye, me digot bila dayika min meraq neke û me digot telefona wî xira bûye. Piştî salekê Hafiz telefon vekir, dayika min bersiva telefonê da, lê dayika min wî pêşî nas nekir û bawer nekir ku ew Hafiz e. Bavê min jî jê re got ku ‘Kurê min hay ji xwe û tifinga xwe hebe, mirinê neyne ber çavê xwe, jêhatî be’. Hevalên Hafiz jî digotin ‘Bavê te çiqas dilê me xweş kir’. Piştî wê telefonê me careke din dengê wî seh nekir.”

‘Gora wan li gel hev e’

Hezîne Kiliç bal kişand ser pêvajoya anîna cenazeyê birayê xwe û got: “Ez çûm, min cenazeyê wî anî. Li Dêrsimê li Ovacixê şehîd ketibû û şeş roj bû ku hatibû hilanîn. Me cenazeyê xwe bi şahinekî anî, welatiyên Dêrsimê jî bi me re bûn û pir alîkariya me kirin. Niha gora dayik, bav û birayê min li gel hev in.”

‘Bila yekîtiya me çêbibe’

Hezîne Kiliç di dawiya axaftina xwe de banga yekîtiyê li gelê Kurd kir û got: “Bingeha têkoşîna me û hêviya me ew e ku bila yekîtiya me çêbibe, çand û zimanê me bê parastin. Eger em nebin yek, em ê wenda bibin yek bi yek. Em dibêjin êdî bes e, me Kurdan zêde bedel da. Li her quncikekê, axekê zarokên me hene, kezeba me dişewite. Ez nabêjim ev birayê min e, hemû xwişk û birayê min in û ewladê me ne. Roj tune bû ku dayika min neçûba ser mezela birayê min. Heta ku krîza dil derbas kir û çû rehma Xwedê. Her roj behsa birayê min dikir.”

Etîket: Hafiz KaraslanHezîne Kiliç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne