• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Xizmên Windayan xwestin kujerên Mehmet Tekdag bên darizandin

Amed / AW

7 SIBAT 2026 - 13:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDa Amedê di hefteya 887emîn a çalakiya xwe de xwestin ku kujerên Mehmet Tekdag werin dîtin û darizandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tekdagê birîndar ji ber îxmala rayedarên dewletê jiyana xwe ji dest daye.

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe di hefteya 887emîn de berdewam kirin. Xizmên Windayan li pêşberî Bîrdariya Mafên Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê di bin barîna baranê û sermayê de çalakiya xwe lidar xistin û tev li xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û yê Mehmet Tekdag hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de hat xwestin ku kujerên Mehmet Tekdag ê ku di 12ê Sibata 1993yan de hatibû qetilkirin, werin dîtin û darizandin. Di çalakiyê de Sekreterê ÎHDa Amedê Firat Akdenîz beriya daxuyaniyê axivî.

‘Têkoşîna me dê hertim berdewam bike’

Akdenîz di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna xizmên windayan û ev tişt gotin: “Têkoşîna me dê bi malbatê me re berdewam bike. Îro em ji bo Mehmet Tekdag li vir in. Piştî salek li ser qetilkirina Mehmet Tekdag derbas bû birayê wî Alî Tekdaq jî hate qetilkirin. Em kujerên wan dipirsin, heya ku kujer têne eşkere kirin û darizandin em dê li vir têbikoşin.”

‘Heta dawiya jiyana xwe ez ê têbikoşim’

Piştî axaftina Firat Akdenîz xwîşka Mehmet Tekdag, Îffet Mûtaş anî ziman ku heta sax be dê hesaba birayê xwe bipirse û wiha got: “Ka birê min çi wan kiribû. Xwedê heqê me nehêle. Heta jiyana me berdewam bike em ê li pey doza wan bin. Kezeba me şewitandin. Hesret di dilê me de maye. Xwedê heqê me ji wan re nehêle.”

Polîsan êrişkar negirtin

Herî dawî Rêvebera ÎHDê Berfîn Elçî çîroka Mehmet Tekdag xwend. Elçî diyarkir mu Mehmet Tekdag zewicî bû û bavê çar zarokan bû. Berfîn Elçî di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku Mehmet Tekdag wekî endamê Lijneya Dîsîplînê di nava Rêxistina Bajarê Amedê ya Partiya HEPê de çalakiyên xwe dimeşand û ev tişt gotin: “Di 2yê Sibata 1993yan de, dema diçe ser karê xwe (pastaxaneya xwe), li mevkîyê Dortyola Rezan ya Amedê ji aliyê kesekî nenas ve rastî êrişeke çekdarî tê. Di encama vê êrişê de Mehmet Tekdag giran birîndar dibe. Di dema bûyerê de, welatiyek ji bo ku nehêle êrişkar bireve, dikeve pey wî lê polîsên sivîl wî welatî digrin. Tevî ku welatî bi israr êrişkar nîşan dide û dibêje ew direve jî, polîsên sivîl bersiva ‘temam, em ê çareser bikin, hûn miriyê xwe rakin’ didinê. Polîs wî welatiyê ku di peyketina êrişkar de bi israr bû, dixin mînîbusê û pirsên wekî “Te êrişkar dît? Te ew naskir?” jê dipirsin.”

Piştî êrişê di encama îxmala rayedaran jiyana xwe ji dest da

Berfîn Elçî anî ziman ku Mehmet Tekdagê birîndar, ji aliyê welatiyên li derdorê ve tê rakirin nexweşxaneyê, lê belê bijîşk mudaxele nakin û wiha bi lêv kir: “Nêzî 4 saet piştî êrişê, her çend bijîşkek ji bo mudaxelekirinê were jî, kêmasiya amûrên nexweşxaneyê wekî hincet nîşan dide û dibêje ‘divê ev nexweş bibe Stenbol an jî Enqereyê’ û mudaxele nake. Walîyê Herêma Rewşa Awarte (OHAL) Ünal Erkan bi hinceta ku wext dereng e û ewlehî nayê dabînkirin, Balafirgeha Amedê venake.”

Berfîn Elçî dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku roja din, tevî ku derfeta Mehmet Tekdag hebû bi balafira yekem were şandin jî, karûbarên nexweşxaneyê wekî hincet tên nîşandan û wî naxin balafira yekem û dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mehmet Tekdag, dema li benda balafira duyem bû, li Balafirgeha Amedê jiyana xwe ji dest dide. Piştî bûyerê, malbata Tekdag her çend têkoşîna hiqûqî bimeşîne jî, di pêvajoyê de tu pêşketin çênabe. Kuştina Mehmet Tekdag wekî “faîlê nenas” dimîne.”

Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHDê bi deqeyekê çalakiya rûniştinê pêkanîn û çalakiya vê hefteyê bi dawî kirin.

Etîket: ÎHDa AmedêXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

15 TEBAX 2026
‘Divê dewlet ji xizmên windayan lêborîn bixwaze’

‘Divê dewlet ji xizmên windayan lêborîn bixwaze’

8 TEBAX 2026
Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

1 TEBAX 2026
Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn

Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn

25 TÎRMEH 2026
Xizmên Windayan: Dawî li bêcezahiştinê bînin!

Xizmên Windayan: Dawî li bêcezahiştinê bînin!

18 TÎRMEH 2026
‘Em dixwazin hêzên krîmînal bên cezakirin û windayên me bên dîtin’

‘Em dixwazin hêzên krîmînal bên cezakirin û windayên me bên dîtin’

11 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne