• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

    ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

    Xizmên Windayan li sê bajaran daxwaza edaletê kir

    Xizmên Windayan li sê bajaran daxwaza edaletê kir

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Gunkan pirsîn

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Gunkan pirsîn

    Bîranîn û şîna cangoriyan bi serdanên girseyî didome

    Bîranîn û şîna cangoriyan bi serdanên girseyî didome

    Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

    Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

    Li cihê bîranîna cangoriyan posterê Ocalan hate daliqandin

    Li cihê bîranîna cangoriyan posterê Ocalan hate daliqandin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

    ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

    Xizmên Windayan li sê bajaran daxwaza edaletê kir

    Xizmên Windayan li sê bajaran daxwaza edaletê kir

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Gunkan pirsîn

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Gunkan pirsîn

    Bîranîn û şîna cangoriyan bi serdanên girseyî didome

    Bîranîn û şîna cangoriyan bi serdanên girseyî didome

    Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

    Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

    Li cihê bîranîna cangoriyan posterê Ocalan hate daliqandin

    Li cihê bîranîna cangoriyan posterê Ocalan hate daliqandin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên Windayan li sê bajaran daxwaza edaletê kir

Navenda Nûçeyan / AW

22 TEBAX 2026 - 14:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Çalakiyên Xizmên Windayan û ÎHDê ya ji bo aqûbeta windayan ku her hefteyê tê lidarxistin berdewam kir. Di çalakiya li Amed de li aqûbeta Mehmet Selîm Acar, di çalakiya Êlihê de li aqûbeta Abdullah Tarim û di çalakiya li Colemêrgê de jî li kujerên Feysel Aslan hate pirsîn.

Xizmên Windayan û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên heftane ku daxwaza dîtina windayan, darizandin û girtina kujeran dikin, berdewam kirin.

AMED

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHDê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” di hefteya 915emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xist. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHDê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Saît Acar ê ku di 20ê Tebaxê 1994an de li navçeya Bismilê a Amedê ji aliyê kesên ku xwe weke polîs nîşan didin ve bi erebeyekê bê plaka hatiye ve hat binçevkirin û heta niha tu agahî jî ne hatiye girtin, hate pirsî.

Çalakiyêde kurê Mehmet Saît Aca, Îhsan Acar axivî. Îhsan Acar qala jiyana bavê xwe kir û wiha got: “Ger hewce bike bila konê şînê ya dawî ya me be lê tenê bila kujer werin dîtin.”

Piştre rêveberê şaxa ÎHDê ya Amedê Yahya Polat çîroka Mehmet Salîm Acar xwend. Yahya Polat diyar kir ku malbat ji bo zanîna aqûbeta Mehmet Selîm Acar ku 20ê Tebaxa 1994an de hat windakirin, ji Serokkomariyê heta wezaretiya karê hundir, wezaretiya dadê û saziyên navneteweyî serlêdan kir û wiha got: “Li hemberî hemû zext û gefan malbatê dest ji lê pirsîna hiquqê berneda û serî li Dozgeriya Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.”

Her wiha Yahya Polat diyar kir ku malbat daxwaza lêprisîna bibandor dike û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Çend sal derbas bibe jî em ê ji bo Mehmet Salîm Acar û hemû windayan daxwaza edaletê bikin.”

Çalakiya xizmên windayan bi deqeyeke rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDê ya Êlihê jî ji bo ku aqûbeta windayan were zelalalkirin û bi daxwaza darizandina kujeran, di hefteya 751emîn de çalakiya xwe li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê li dar xist.
Di çalakiyê de li aqûbeta Abdullah Tarim hate pirsîn. Abdûllah Tarim ê ku di Îlona 1994an de li Êlihê, dema ji mala xwe ya li Taxa Kulturê ber bi firinê ve diçû, li Kolana Aydin Aslanê bi darê zorê li wesayîteke spî hatibû siwarkirin û hatibû revandin.

Rêveberê Şaxa ÎHDê ya Êlihê Metin Nas daxuyanî xwend û diyar kir ku malbata Tarim bi salan e li benda edaletê ye û wiha got: “Bêdengîmayîn li hemberî sûcên dijî mirovahiyê û nepêkanîna daxwazên hiqûqê sûc e.”
Metîn Nas anî ziman ku ji malbatên ku bi salan e li benda edaletê ne re hîn jî bersivê nadin. Metîn Nas destnîşan kir ku heta aqûbeta windayan zelal bibe û edalet pêk werê wê berxwedana xwe bidomînin û wê parastina mafên miroan bêdeng nemînin.

COLEMÊRG

Çalakiya ji bo windayan li Colemêrgê jî berdewam kir. Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya, “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin.” li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di hefteya 241emîn a çalakiyê de li kujerên Feysel Aslan yê ku 13 Tîrmeha sala 1994an hatibû winda kirin hate pirsîn.
Di destpêka çalakiyê de daxuyaniya ÎHDê ji aliyê Hevserokê ÎHDê yê Colemergê Sîbel Çapraz ve hate xwendin. Çapraz ragihand ku ev 32 sal in kujerên Feysel Aslan nehatine dîtin û darizandin û wiha got: “Kujer diyar in, li ku ne?”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

 

 

Etîket: Çalakiya ÎHDê û Xizmên WindakiriyanWindaXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

15 TEBAX 2026
‘Divê dewlet ji xizmên windayan lêborîn bixwaze’

‘Divê dewlet ji xizmên windayan lêborîn bixwaze’

8 TEBAX 2026
Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

1 TEBAX 2026
Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn

Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn

25 TÎRMEH 2026
Xizmên Windayan: Dawî li bêcezahiştinê bînin!

Xizmên Windayan: Dawî li bêcezahiştinê bînin!

18 TÎRMEH 2026
‘Em dixwazin hêzên krîmînal bên cezakirin û windayên me bên dîtin’

‘Em dixwazin hêzên krîmînal bên cezakirin û windayên me bên dîtin’

11 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne