• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên Windayan li aqûbeta Oner û Dayan pirsîn

Amed / AW

10 ÇILE 2026 - 13:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDê ya Amedê di hefteya 883yemîn de çalakiya xwe berdewam kir û li aqûbeta Omer Oner û Nûrî Dayan pirsîn. Di çalakiyê de xwestin ku kujerên Omer Oner û Nûrî Dayan bên eşkerekirin.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 883yemîn de berdewam kir. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu pêk hat. Rêveberên ÎHDê, Xizmên Windayan û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

Vê hefteyê çîroka Omer Oner û Nurî Dayan ku di sala 1994an de li gundê Axtepê yê bi ser navçeya Çinara Amedê hatin revandin û windakirin, hate xwendin.

‘Bila kûjerên hevjînê min bên eşkerekirin’

Di çalakiyê de pêşî hevjîna Omer Oner, Nezîre Baran axivî û anî ziman ku dema hevjînê wê hate windakirin zextên li ser wan zêde bûn û got: “Wê demê, keça min a mezin du salî û nîv bû, kurê min salek û nîv bû. Keça min a biçûk 4 mehî bû. Piştî ku hevjînê min hat kuştin, kurê min jî mir. Ew nexweş bû û min nikaribû wî bibim nexweşxaneyê. Leşkeran ne tenê ne hevjînê min windakirin û kuştin, her şev bi ser mala me de digirtin. Di serdegirtinekê de, min bi darê zorê xistin binçavan û birin. Zarokên min bi pêşa min girtibûn kaş dibûn. Nedixwestin ku leşker min bibin. Ditirsiyan nedixwestin min berdin. Em qebûl nakin, bila kujerê hevjînê min bê eşkerekirin.”

‘Herî dawiyê li ser traktöre hatine dîtin’

Piştre rêvebera Şaxa ÎHDa Amedê Eylem Kaya metna serpêhatiya windakirina Omer Oner û Nûrî Dayan xwend. Eylem Kaya diyar kir ku hevjîna Omer Oner, Nezîre Baran wiha gotiye: “Li gund, biraziyê min Muharrem, wekî şofêrê traktorê yê gundiyekî dixebitî û carinan hevjînê min Omer jî ew traktorê diajot. Roja bûyerê, heywanên me winda bûbûn û hevjînê min bi traktorê derket ku li wan bigere. Xizmê me û gundiyê me Nuri Dayan jî, bi hevjînê min Omer re li traktorê siwar bû û pê re çû. Gundiyên derdorê gotin ku wan herî dawî hevjînê min Omer û hevalê wî Nûrî li nêzî gundên ku Bismilê û Stewrê de li ser traktorê dîtine.

Her dem gef li hevjînê min hate xwarin

Hevjînê min û hevalê wî Nûrî Dayan di navbera van her du gundan de winda bûn. Beriya vê bûyerê, leşkerên qereqola polîsan a Çinarê bi berdewamî êrişî mala me dikirin. Fermandarê qereqola polîsan a Çinarê bi eşkereyî gef li hevjînê min xwar. Piştî vê bûyerê, zext zêdetir bûn. Wan em birin Qereqola Polîsan a Çinarê û zext li me kirin û gotin, ‘Hevjînê te çûye çiyê û ew pir caran tê malê’. Min jî ji wan re got, ‘We hevjînê min winda kiriye; her kes vê dizane, û bi serde jî hûn dibêjin ku ew çûye çiyê’. Nêzîkî 6-7 meh piştî bûyerê, gundiyên gundê Tavuklu ya girêdayî Amedê, traktorek terikandî dîtin. Traktor bi guleyan tijî bûbû û motora wê hatibû derxistin.”

Piştî xwendina metna çîroka windakirinê Xizmên Windayan deqîqeyek çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Etîket: Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandinÎHDa AmedêXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

3 COTMEH 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

19 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne