• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên Windakiriyan li aqûbeta Mehmet Yildiz pirsîn

Amed / AW

26 TÎRMEH 2025 - 13:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHDê ya Amedê di hefteya 859emîn de li aqûbeta Mehmet Yildiz di sala 1994an de li Amedê hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate wergirtin pirsîn.

 

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê malbat û xizmên windakiriyan bi deh salan e li aqûbeta kesên hatine windakirin dipirsin. Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 859emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê pêk hat. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHDê, Dayikên Aştiyê, xizmên windakiriyan û gelek kes tev li bûn. Di hefteya 859emîn de li aqûbeta Mehmet Yildiz ê di 22yê Tîrmeha 1994an de di navbera navçeyên Hezro û Pasûrê de hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate wergirtin hat pirsîn.

 

‘Emîne Ocak politîkayên necezakirinê aşkere kir’

Li vir ewilî Sekreterê Şaxa ÎHDê Omer Saman axivî û bi bîr xist ku berî çend rojan Emîne Ocak jiyana xwe dest da û ev tişt got “Emîne Ocakê ji bo zarokê xwe çalakî da destpêkirin û paşê 30 sal têkoşiya. Zilma desthilatê nîşanî tevahî cîhanê da. Politîkayên necezakirinê aşkere kir. Em ê li her qadê daxwazên xwe bilind bikin.” Endama Komîteya Windayan a Şaxa ÎHDê ya Amedê Berfîn Elçî serpêhatiya Mehmet Yildiz xwend.

‘Mehmet Yildiz di sala 22 Tirmehê 1994an ve windayê’

Berfîn Elçî diyar kir ku Mehmet Yildiz li Mersînê dijiya û wiha axivî: “Birayê Mehmet Yildiz, Kemal Yildiz li Amedê di qehwexaneyekê de dixebitî. Beriya roja bûyerê polîsên bi cil û bergên sivîl diçin qehwexaneya Kemal Yildiz û kontrola nasnameyan dikin. Dema polîsên bi cil û bergên sivîl di kontrola nasnameyan de Mehmet Yildiz pirsîn, Kemal Yildiz yekser çû malê û agahî da Mehmet. Dema Mehmet Yildiz pê zanî ku polîs li pey wî ne, tiştên xwe dixe çenteyekê û ji Amedê derdikeve. Dema Mehmet Yildiz di 22yê Tîrmeha 1994an de ji Amedê ber bi navçeya Pasûrê ve diçe li gundê Reşik ê navçeya Hezroyê leşker nasnameyan kontrol dikin. Di dema kontrola nasnameyan li gel Mehmet Aktar û Mehmet Şîrîn tên binçavkirin. Her 3 kesan dibin Fermandariya Cendirmeyan a Hezroyê. Tevî serledana malbatê jî tu agahî ji Mehmet Yildiz nehatin girtin û Mehmet Yildiz hêj jî winda ye.”

Pişt re ji bo bîranîna Mehmet Yildiz û hemû windakiriyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.

Etîket: Aqûbeta Mehmet YildizBerfîn ElçîÎHDa AmedêOmer SamanXizmên Windakiriyan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

13 HEZÎRAN 2026
Hevşaredar Dogan Hatûn: Em ê hejmara Zarokistanan zêde bikin

Hevşaredar Dogan Hatûn: Em ê hejmara Zarokistanan zêde bikin

10 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

23 GULAN 2026
Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

9 GULAN 2026
Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

2 GULAN 2026

Xizmên windayan li 5 navendan aqûbeta windakiriyan pirsîn

11 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne