• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xebatkarên tendurustiyê: Ji bazirganiya tendurustiyê re na

Amed / AW

16 KANÛN 2025 - 15:32
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
7 Saziyên tendurustiyê têkildarî rêziknameya hekîmên malbatan li pêşiya Miduriyeta Tendurustiyê ya Amedê daxuanî da.

Li Amedê li ber derê Miduriyeta Tendurustiyê ya Amedê gelek bijîşk, pîrik, hemşîre û xebatkarên tenduristiyê ku li Navendên Tenduristiyê yên Malbatê (ASM) dixebitin, careke din dengê xwe li dijî zêdebûna kar, kêmkirina mûçeyên li gorî performansê û şert û mercên xebatê yên ne ewle bilind kirin. Xebatkarên tenduristiyê, di nav de gelek sendîka û rêxistinên pîşeyî, di civîna çapemeniyê ya ku li pêşiya Miduriyeta Tendurustiyê ya Amedê hate lidarxistin de gotin, “Sîstema tenduristiyê nayê rêvebirin; em westiyane û mafê tenduristiyê yê gel tê binpêkirin.”

‘Divê destwerdanê li pîşeyê me nekin’

Di çalakiyê de li ser navê bijîjkan endamê Sendîkaya Yekitî û Piştevaniyê (BDS) Ferhat Babur daxuyanî xwend û daxwazên xebatkarên tendurustiyê anî ziman û wiha got: “Em dixwazin xizmetên tenduristiyê yên seretayî yên wekhev, belaş, têrker, pêşîlêgirtinê, bi kalîte, berdewam û berfireh ji gelê xwe re peyda bikin. Em mûçeyeke yekane û adil dixwazin ku keda me nîşan bide, ne li ser bingeha performansê be, di teqawidiya me de were nîşandan û bihêle ku em bi rehetî hemî hewcedariyên xwe yên bingehîn ên mirovî bicîh bînin. Em dixwazin ku kêmkirina bacê, ku niha digihîje %35an, herî zêde bigihêje %15an, da ku dadmendyê di bacgirtin û dahatê de misoger bike. Ev navendên tenduristiyê yên seretayî (ASM) yên bi awayekî giştî hatine avakirin, bi amûr û bi tevahî fonksiyonel in ku ji bo peydakirina xizmetên tenduristiyê guncav in, li hember erdhejê berxwedêr û ewle ne. Em rêveberiyeke tenduristiyê dixwazin ku destwerdanê li pîşeyê me neke, xebatkarên tenduristiyê neke tiştên razîbûnê, zext û cezayan biqedîne, û peydakirina xizmetên tenduristiyê yên pêşîlêgirtinê û bi kalîte ji bo gel gengaz bike.

‘Divê ev daxuyanî wek hişyariyekî bê dîtin’

Paşê jî Endamê Navenda Yekitiya Bijijkên Tirkiyeyê Şerîf Derînce di daxuyaniyê de bang kir û got: “ Îro, em dîsa li vir kom bûne ji bo daxuyaniyê û ev daxuyanî ne ya dawî ye; divê ew ji hêla rayedaran ve wekî hişyariyekî were dîtin. Her wiha em dixwazin dubare bikin ku me ji bo rojên pêş bernameyeke demdirêj amade kiriye.  Em ê xebata xwe ya bêpere bidomînin û têkoşîn jî dê berdewam bike.”

‘Rêzikname ji bo bazirganiyê ye’

Rêvebirê Odeya Bijîjkan a Amedê Veysî Ulgen jî derbarê rêziknameya ku saleke ketiye meriyetê axivî û wiha got: “Em iro ji bo zagona bijîjkên malbatan dîsa daketin qadan. Ev zagon û rêzikname ji bo tendurustiya gel nebaş e û astengiyan drdixe. Li ser bazirganiyê hatiye çêkirin ne wek karê bijîjkan e. Vê rêzikanmeyê qebûl nakin. Divê  Wezareta Tendurustiyê vê rêziknameyê paşve bikişîne. Tendurustî bila bê pere, wekhev û zimanê dayikê bibe. Ji ber vê sedemê gelek rêvebir li derderê Miduriyeta Tendurustiyê ya Amedê civiyan. Di naveroka vê zagonê de bazirganî heye. Ji bo ku qezenca xwe zêde bikin vê rêziknameyê li xebatkarên tendurustiyê ferz dikin. Gelek karê burokrasiyê tînên pêş me û xebatkar nikarin serê xwe li ser kar rakin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Em zext, zulim û koletiyê naxwazin qediya.

 

Etîket: Xebatkarên Tenduristiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne