• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Wî bi fen û fûtê digirin û xistine hucreya yek kesî

Bazîd Evren / AW

25 ÇILE 2025 - 08:02
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Colemêrg – Girtî Fûat Taşkin ku di Girtîgeha Sîncanê de tê ragirtin, ji ber ku naxwaze biçe nava girtiyên bêalî, ew kirin hucreya yek kesî.

Ciwanê bi navê Fûat Taşkin, di 8ê Mijdara 2017an de bi îdiaya “amûrên talûke li cem xwe hiştin e û endamtiya rêxistinê” li Colemêrgê hatiye girtin û 8 sal û 8 meh cezayê hepsê lê hatiye birîn. Taşkin ê ku li Girtîgeha Tîpa L ya Espiye ya Gîresînê dihat ragirtin, 3 roj piştî danişîna di 18ê Cotmeha 2024an de di rûniştina li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê hat lidarxistin, ji ber sedema “zêde di girtîgehê de maye” hat berdan. 83 roj piştî tehliyeyê di 9ê Çileya 2025an de Taşkin, li Enqereyê ji aliyê polîsan ve bi hinceta “Divê tu îfadeyê bidî” hat binçavkirin. Taşkin ê ji bo îfadeyê çû dadgehê bi hinceta “cezayê wî hatiye erêkirin” hat girtin û birin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Hejmara 2 ya Sîncanê. Gardiyanên girtîgehê zext li Taşkin kirine ku biçe qawişa bêaliyan. Taşkin ê ku ev yek red kir û xwest biçe nav girtiyên siyasî, kirin hucreya yek kesî û zextên li ser wî zêde kirin.

Bi telefonê bi malbata xwe re axivî ye

Taşkin ê ku ev 16 roj in di hucreya yek kesî ya li Girtîgeha Sîncanê de tê ragirtin, bi rêya telefonê ji malbata xwe re rewşa xwe ragihandiye. Taşkin gotiye ku tevî serlêdanên wî yên ji bo çûyîna qawişa girtiyên siyasî jî ev 16 roj in di hucreyê de tê girtin. Taşkin aniye ziman ku di nava van 16 rojan de bi muameleyeke xerab re rû bi rû maye û gelek mafên wî hatine binpêkirin. Her wiha Taşkin di peyama xwe de jî bi lêv kiriye ku divê daxwazên wî bên bicihanîn û zextên li ser girtiyan bên dawîkirin.

Polîs ewilî li malabatê geriyan e

Hat zanîn ku di 9ê çileya 2025an de hejmareke ku xwe weke polîs dide naskirin, li xwîşka Taşkin digere û jê re dibêje ku ji ber dosyeyeke 2016an divê Fûat Taşkin îfade bide. Polîsan ji xwîşka wî pirsiye ka Taşkin li ku ye û dû re jî li bavê Taşkin geriyan e. Polîsên ku ji malbatê nekaribûne tiştekî hîn bibin li Fûat Taşkin bixwe digerin û dixwazin ew navnîşana xwe ji wan re bişîne. Taşkin navnîşana mala xala xwe ku li cem wan li Enqereyê dimîne dişîne û polîs diçin wî dixin binçavan.

‘Ji aliyê derûnî ve ez nebaş im’

Hat zanîn ku Taşkin bêyî îfadeya wî bê girtin, şandine girtîgehê. Di têketina girtîgehê de gardiyanan jê pirsîne ku dixwaze li kîjan qawîşê bimîne û Taşkin jî aniye ziman ku ew dixwaze di nava girtiyên siyasî de bimîne. Lê hat diyarkirin ku gardiyanan zext li Taşkin kiriye ku biçe di nava girtiyên bêalî de bimîne û ji ber ku Taşkin ew red kiriye, ew kirine hucreyê. Taşkin di hevdîtina xwe ya telefonê de gotiye ku ji aliyê derûnî ve ew gelekî nebaş e. Malbata Taşkin jî bertek nîşanî vê yekê da û da zanîn ku divê zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. Ferdên malbatê anîn ziman ku heke tiştek bê serê kurê wan rêveberiya girtîgehê û kesên rayedar berpirsiyar in û bang li raya giştî kirin ku hê tiştek neyînî çênebûye, bikeve nava tevgerê û xwedî li lawê wan bê derketin.

 

Etîket: Fûat Taşkin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne