Amed – 10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 4emîn de berdewam dike. Xebatkarê Weşanxaneya Aramê Salîh Keleş anî ziman ku hemû berhemên wan civakî ne û wiha got: “Ji pirtûkên zarokan bigire heta felsefe, wêje û dîrokê ji bo hemû beşên civakê her cure berhemên me hene.”
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 4emîn de berdewam dike. Pêşengeh bi hevkariya Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê û TUYAPê û bi piştgiriya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê li Navenda Fuar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin û dê heta 4ê Cotmehê bidome. Weşanxaneyên Kurdî û saziyên ziman û çanda Kurdî jî di pêşengehê de cih digirin û standên xwe vekirine. Di pêşengehê de 27 weşanxane û saziyên ku ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di bin banê Komeleya Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEW-KURD) de cih digirin, li pêşengehê standên xwe vekirine. Di pêşengehê de 74 hevpeyvîn û panel û 300 çalakiyên îmzeyan dê bên lidarxistin.
Di pêşengehê de Weşanxaneya Aramê jî bi zêdetirî 250 berheman tev li bûye û li ber xwînerên xwe ye. Xebatkarê Weşanxaneya Aramê Salîh Keleş li ser weşangeriya Kurdî û derbarê pêşengehê de ji ajansa me re axivî.
‘Hemû berhemên me civakî ne’
Salîh Keleş diyar kir ku weke Weşanxaneya Aramê van berhemên xwe li gorî pêdiviya civakê, çapkirine û wiha got: “Wekî Weşanxaneya Aramê, ji bo xwesteka xwînerên ku dixwazin pirtûkan bikirin em amade ne. Jixwe wate û armanca bingehîn a pêşengehê ew e ku berhemên weşanxane çap dikin rasterast bigihine civakê û têkiliya wan bi civakê re xurt bibe. Nêzîkatî û polîtîkaya me ya weşanê jî li ser bingeha qada civakî hatiye avakirin. Ji ber vê yekê, hemû berhemên me civakî ne. Ji pirtûkên zarokan bigire heta felsefeyê, wêje û dîrokê, Ji bo her cûre û beşên civakê berhemên me hene. Di vê çarçoveyê de berhemên me yên nû jî hene. Ev berhem hem bi Kurmancî û Tirkî, hem jî bi Dimilkî hatine amadekirin.”
‘Amedê bendewariya me bi temamî pêk anî’
Salîh Keleş da zanîn ku di rojên bihûrî de ji bo pêşengehê eleqeyeke mezin a Amediyan hebû û ev yek anî ziman: “Xelk hema hema vê weşanxaneyê wekî weşanxaneya xwe dibîne. Eleqeyeke bi vî rengî heye. Jixwe her kesê ku tê, dibêje ‘Aram’ kêfxweş dibin û xwe wekî parçeyekî Aramê pênase dikin. Pirtûkên ku herî zêde têne xwestin û belav dibin jî ew berhem in ku rasterast bi paradîgmaya heyî û bi pêvajoyê ve girêdayî ne û di vê çarçoveyê de hatine derxistin. Gel dixwaze rasterast ji çavkaniya wê fêr bibe ka pêvajo çi ye û çi nîn e. Wekî ku tê zanîn, manifestoya nû jî hatiye çapkirin. Ew jî li ser ref û maseyên me cîh digire û gel eleqeyeke mezin nîşanî wê dide. Li ser vê yekê mirov dikare bêje ku eleqeya gel ji bo hemû pirtûkên Aramê û ji bo hemû beşan heye. Lê belê berhemên ku rasterast bi bîrdozî, dîrok û çandê ve girêdayî ne, hê zêdetir balê dikişînin. Xwîner dixwaze rasterast ji çavkaniya resen fêr bibe ka dîrok çi ye, dîroka wî bi xwe çi ye û di boriyê de çi derbas bûye. Ji ber vê yekê eleqeyeke berçav heye. Di vê mijarê de xelkê Amedê ew bendewariya me bi temamî pêk anî.”
‘Werin berheman rasterast ji çavkaniya xwe bigirin’
Salîh Keleş da zanîn ku pêşengeh dê di 4ê Cotmehê de bi dawî bibe û got: “Dîsa jî bangawaziya me ew e ku civak, ciwan û hemû beşên civakê di domandina çanda xwe û di hînbûna ji çavkaniyên xwe de bi biryardarî tevger bikin. Bendewarî û banga me ev e; divê civak, ciwan, jin û hemû beşên civakê di vê mijarê de bi israr bin; werin berheman rast e rast ji çavkaniyên xwe wergirin û ji wan çavkaniyan rast hîn bibin ka rastî çi ye.”












