• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Wê li Rojava deng û awazên çanda komînal olan bidin

Bîlal Guldem / AW

6 KANÛN 2025 - 08:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Gelên Rojava vê carê jî di Mihrîcana Muzîkê ya Orkêş a 3yemîn de guh dide muzîk û stranên neteweyan. Di festîvalê de wê komên hemû pêkhateyên Rojava cih bigirin û deng û awazên çanda komînal olan bidin.

Rojava xwe ji bo mihrîcan ango festîvala muzîkê ava dike. Li Rojavayê Kurdistanê, Mihrîcana Muzîkê ya Orkêş a 3yemîn tê lidarxistin. Mihrîcan dê di navbera 8-9-10ê Kanûnê de li bajarê Hesekê bi dirûşma, “Bi çanda komînal deng û awazên gelan vejîn dibe” pêk were.

Bajarên Rojava cihê netew, çand û baweriyan e. Wê bi dehan hunermend û komên muzîkê yên Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Asûrî, Keldanî, Tirkmen û Durzî di festîvalê de cih bigirin. Wê di festîvalê de stranên pirzimanî û pirnetewî olan bidin. Amadekariyên mihrîcanê ber bi dawiyê ve diçin û bajarê Hesekê dê mazûvaniya gelek komên muzîkê bike.

Hevserokê Tevgera Çandê ya Kantona Cizîrê û Endamê Komîta Amadekar a Festîvala Orkêş Selman Îbrahîm derheqê lidarxistina festîvalê de axivî.

23 kom beşdar dibin

Selman Îbrahîm bi bîr xist ku ev festîvala sêyemîn e li dar dixin û di festîvalê de armancên hunerî û siyasî hene. Selman Îbrahîm diyar kir ku fêkiyên talî yên muzîkê xwe di festîvala muzîkê de nîşan didin. Selman Îbrahîm anî ziman ku ev sê meh in xebatên amadekariya festîvalê dihatin kirin û got: “Komîteya amadekar li hemû bajaran geriya û bi hunermend û komên muzîkê re gotûbêj kir. Wê 23 komên muzîkê tev li bibin. Vê carê avantaja vê mihrîcanê jî ew e ku komên ciwan tev li dibin. Gelek komên xwedîtecrûbe jî tev li dibin. Komên pêkhateyên Ereb jî tev li dibin. Roja vekirinê bi komên ji derve tên dê dest pê bike.”

Îsal xelatkirin tune ye

Selman Îbrahîm da zanîn ku hemû pêkhate û saziyên li bajarê Hesekê ji bo wan bûne alîkar û ew li bendê ne ku hejmarek zêde kes tev li festîvalê bibin. Selman Îbrahîm diyar kir ku wê gelek stranên folklorik û stranên nû jî di festîvalê de bên gotin û got ku di du salên ewil ên festîvalê de jûrî hebûn û sê kom dihatin xelatkirin lê îsal jûriyê-xelatkirinê rakirin e.

‘Em dixwazin bersiva alozî û fitneya hikûmetê bidin’

Selman Îbrahîm got ku armanca wan pêşxistina hunerê muzîkê ye û dixwazin rê li ber gengeşiyên li ser cihêkariya di navbera gelan de bidawî bikin. Îbrahîm Selman anî ziman ku ew dixwazin ku bi beşdariya komên hemû netewan bersiva Hikûmeta Demkî ya Şamê ku dixwaze aloziyê di navbera gelan de derbixe bidin û ew dixwazin li ser dikê ruhê yekîtiya neteweyan bidin nîşandan. Selman Îbrahîm destnîşan kir ku ew dixwazin komên muzîkê ji bo pêşketina hunerî di asta herî jor de stranan biafirînin, berhemdar bin û muzîkê ji bo şoreşê û civakê çêkin. Selman Îbrahîm diyar kir ku armanca wan ew e ku hevbeşî û mozaîkiya netewan bidin nîşandan.

 

Etîket: Festîvala muzîkêOrkeşSelman Îbrahîm
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3yemîn bi dawî bû

Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3yemîn bi dawî bû

10 KANÛN 2025
Festîvala Orkêş di roja 2yemîn de didome

Festîvala Orkêş di roja 2yemîn de didome

9 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne