• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tuncer Bakirhan: Divê gavên pêwîst demildest bên avêtin

Enqere / AW

7 NÎSAN 2026 - 14:12
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan anî ziman ku ji bo pêşvêçûna pêvajoyê divê gavên pêwîst demildest bên avêtin û wiha got: “Bahçelî jî got hewcehî bi xwe mijûlkirinê tune ye. Lê ji kê re dibêje? Kî divê gav biavêje? Divê gavên pêwîst demildest bên avêtin. Ji bo wê jî bêyî çêkirina qanûnan dikarin biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêk bînin û sepanên qeyiman bi dawî bikin.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê axivî. Tuncer Bakirhan bi Kurdî xêrhatina mevanan kir û 8ê Nîsanê Roja Romanan bi bîr xist û pîroz kir û got ku ew ji bo hemû gel û baweriyan baweriyê dixwazin. Tuncer Bakirhan ji Federasyona Şoreşgerên 78an ku weke mêvan beşdarî komcivînê bûn jî silav kir û bixêrhatina wan kir.

Tuncer Bakirhan anî ziman ku şer li ser rêya enerjiyê tê kirin û wiha axivî: “Kapîtalîzm her tim bi krîzan jiyana mirovan kiriye tengasiyê û bûye bela serê mirovahiyê. Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinê de bal kişandibû ser xeta Amerîka û Îsraîlê û Xeta Îngilistanê û xeta demokrasiyê. Ew xeta demokrasiyê xeta me ye ku wekhevî û azadiya civakê diparêze. Li Îranê jî em maf û azadiya gelên Îranê diparêzin. Em Îranê û Rojhilata Navîn weke petrol û gaza xwezayî/sirûştî nanêrin. Tirkiye jî divê ne bi kodên berê bi kodên aştî û civakî polîtîkayê pêş bixe. Em her tim zimanê aştiyê û hiqûqê pêş dixin lê aliyek heye her tim Kurdan wisa parçe dike dibêje, ‘Kurdên baş û xirab’. Ew ziman xizmeta aştiyê nake. Bi parçekirina Kurdan tu kes nikare bigihîje tu cihî. Kurd dixwazin bi dewletên di nav de dijîn re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Li Îranê jî Kurd dixwazin pirsgirêkên xwe bi dewleta Îranê re pirsgirêka xwe çareser bikin. Lê divê ew dewlet jî ji maf û azadiya Kurdan re rêzê bigirin. Heke Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyê rêzê ji mafê Kurdan re bigirin, dê di warê meseleyên xwe yên navxweyî de xurt bibin.”

‘Divê gavên pêwîst demildest bên avêtin’

Tuncer Bakirhan bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê pêvajoyê de li benda sekinandina piştrastkirinê pêvajoyê bimînin dê pêvajo bi derengî bikeve û ev yek xizmeta kesên li dijî pêvajoyê dê bike. Birêz Devlet Bahçelî jî got hewcehî bi xwe mijûlkirinê tune ye. Lê ji ke re dibêje? Kî divê gav biavêje? Gavên pêwîst demildest biavêjin. Ji bo wê jî bêyî çêkirina qanûnan dikarin biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêk bînin û sepanên qeyiman bi dawî bikin. Ji bo aştiyê em li her derê digerin. Dem dema mezinkirina aştiyê ye. Hemû kes li pey edalet û hiqûqê ye.”

Bertek nîşanî zextên desthilatê yên li ser muxalefetê da

Tuncer Bakirhan bertek nîşanî zextên desthilatê yên li ser muxalefetê da û wiha pê de çû. “Desthilat ji bo çewisandina muxalefetê hiqûqê bikar tîne. Ji desthilatê re hiqûqa cuda û ji muxalefete re cuda nabe. Heke gendelî û neqanûnî hebe bila bê lêkolînkirin. Em li dijî gendliyê ne. DEM Partî ji vê re amade ye. Lê gelo hûn amade ne? Dizanin ku heke gendelî were kirin dor dê bê wan jî. Wezîrê Karên Hundir dibêje hezar û 48 şeredariyan re lêpirsîn hatiyê vekirin. Ji van şaredariyên derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin 472 şaredarî yên AKPê ne, 217 şaredarî yên CHP, 78 şaredarî yên MHP ne û 16 şaredarî jî yên DEM Partiyê ne. Herî kêm şaredariyên me ne. Yanî şeredariyên herî zêde derabarê wan de lêpirsîn hatiyê destpêkirin ên AKPê ne. Lê çima sepana qeyiman ji bo muxalefetê tê sepandin ji AKPê re nayê sepandin? Ew jî tê wateya hiqûq li gorî partiyan pêk tê. Em ji birêz Wezîr re dibêjin; ev çawa hiqûq e. Em hiqûqeke wisa qebûl nakin.”

Bang li desthilatê û muxalefetê kir

Tuncer Bakirhan bang li desthilatê û muxalefetê kir ku werin cem hev û wiha got: “Em di vê gengaşeya Rojhilata Navîn de ji bo li Tirkiyeyê aramî pêk were bang li desthilatê û muxalefetê dikin ku werin cem hev. Heke di siyasetê de rewşeke asayî pêk were aborî jî wê baş bibe. Divê akademîsyenên aştiyê demildest vegerin ser karê xwe. Malbatên qurbaniyên Dîloavasiyê jî hatine vir. Em ji wan re careke din sersaxiyê dixwazin. Ev bûyer jî ji ber xemsariya rayedaran û şaredariyê pêk hat. Hê jî lêpirsîneke bi bandor nehatiye destpêkirin. Daxwaza malbatan ew e ku li Meclîsê de ji bo lêkolînkirinê û pêkanîna edaletê komîsyonek bê avakirin. Weke DEM Partiyê em piştgiriya vê daxwazê dikin û weke DEM Partî em ê her tim li cem malbatan bin.”

‘Di navbera xizan û dewlemendan de cudahiyeke mezin heye’

Tuncer Bakirhan bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê her ku diçe dijwar dibe jî diyar kir ku di navbera xizan û dewlemendan de cudahiyeke mezin heye û got: “Êdî kesên teqawîd û bi meaşa asgarî dixebitin nikarin debara xwe bikin. Li vir şerê tune ye lê şerê aboriyê heye. Zamên tên kirin bandoreke mezin li ser debara mirovan dike. Yên ku vê meaşa asgarî diyar dikin bila werin ji me re bêjin dê çawa bi van peran debara xwe bikin? Êdî fabrîkayên tekstîlê tên girtin. Divê polîtîkayeke ku bikaribe pêşiya krîzê bigire û piştgiriya welatiyan bike ku bikaribin debara xwe bikin bê lipêşxistin. Her wiha divê qada aboriyê jî bê demokratîkirin. Divê bi nêrîneke demokratîk li aboriyê binêrin û debara hemû welatiyan bifikirin.”

Tuncer Bakirhan bal kişand ser talankirina xwezayê ya li navçeya Gimgimê ya Mûşê û got ku ew li dijî talana xwezayê ne û divê polîtîkayeke parastin û pêşxistina ekolojiyê bê afirandin.

Etîket: Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê  HATE NÛKIRIN

Hevserokên DEM Partiyê: Divê Meclis ji bo rewşa aboriyê bi awayekî awarte bicive

17 ÎLON 2026
Hemserekê DEM Partî do Numan Kurtulmuşî reyde bêrê têhet

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê desthilat dawî li binçavkirin û zextan bîne

5 TÎRMEH 2026
Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk dest pê kir

Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk dest pê kir

8 HEZÎRAN 2026
Hevserokên DEM Partiyê nameya ‘Mafê Hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re şand

Hevserokên DEM Partiyê nameya ‘Mafê Hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re şand

5 HEZÎRAN 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

5 HEZÎRAN 2026
Bakirhan: Îro dora CHPê be, sibê dora AKPê ye

Bakirhan: Îro dora CHPê be, sibê dora AKPê ye

2 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne