• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tunç: Êdî dora dewletê ye

Navenda Nûçeyan /AW

5 ADAR 2025 - 11:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nivîskarê Rojnameya Welat Ciwan Tûnç, têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sernavê “Rêber Apo serdemeke nû da destpêkirin, êdî dora dewletê ye” ye gotarek girt dest û destnîşan dike ku êdî pêwist e dewlet gavan bavêje.

Nivîskarê Rojnameya Welat Ciwan Tûnç, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibatê de bi raya giştî ya cîhanê re parve kir, gotarek girt dest. Ciwan Tûnç, diyar dike ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga dîrokî ya sedsalê kiriye û wiha cih dide nivîsê: “Rêber APO, Banga Sedsalê ya dîrokî kir. Êdî top li qada dewleta Tirk e. Bi mehan e ku di çarçoveya siyaseta dagirker û qirker de, rêveberiya AKPê dixwest nîfaqê bixe nav Tevgera Azadiya Kurdistanê (TAK). Hewl didan ku gelê Kurd, bi taybet jî mîlîtanên TAK bêmoral bixin. Serê wan tevlîhev bikin. Hemû nûçeyên kanalên şerê taybet di xizmeta vê siyasetê de bûn. Digotin TAK girêdayî hêzên derve ye, Rêber APO bang nake, bike jî bandora wî tine ye û hwd. Rêber APO careke din nîşan da ku kî çi dibêje, çi dike bila bike, ew girêdayî rêgezên xwe ye, li ser xeta Sosyalîzma Zanistî û Demokratîk e. Di biryargeha dijminê xwe de jî weke sosyalîstekî difikire û dijî.”

Nivîskar Ciwan Tunç, balê dikişîne ser şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên tecrîde û analîza wî ya cîhanê û bi van gotinan şirove dike: “Her wiha careke din derket holê ku li gel ku Rêber APO di hucreyeke tarî û di bin tecrîd, îzolasyon û êşkenceyê de jî herêm û cîhanê ji her kesî rastir, baştir û kûrtir fêhm dike. Girêdayî vê rastiyê jî mirovê herî xurt û zêdetir jixwebawer jî ew e. Wêrekiya xwe nîşan da. Di Banga Sedsalê de li ser navê Tevgerê rexne li xwe girtin; zîhniyet û siyaseta qirker jî rexne kir, sedem û zemîna pirsgirêkan rave kir û riya çareseriyê raber kir. Şêwaza Rêber APO ya fikirînê, hîs/sehekên wî, hesasiyetên wî yê mirovî, welatperwerî û şoreşgerî; ji tevan jî wêdetir jiyana wî, dike ku her kes neçarî nirxandin, tespît, daxwaz û fermanên wî bibin. Dijminê wî yê ji 50 salî zêdetir e pê re şer dike; 26 sal in di bin êşkencê û tecrîdê de dihêle dibêje ku, “26 sal e ji bo xwe tiştek nexwestiye. Mirovekî wisa zererê nade kesî, ji bo wê me baweriya xwe pê aniye.” Rastiya Rêber APO; ked, berxwedan û berhemên Wî, li holê ne, weke Wî gotî, “Encax xwedayên mîtolojîk ên zalim dikarin vê înkar bikin.”

Nivîskar Ciwan Tunç, bibîr dixe ku di encamê de êdî dost-dijmin her kes hebûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke “şens û lutfeke xwedayî-xwezayî” dibîne û dinirxîne û wiha li nivîsa xwe zêde dike: “Rêber APO guhertin û veguhertinên di 200 salî de encax pêk bihata, di 20-30 salî de pêk anîn. Xwe ji nû de afirand, Tevgera xwe guherand, civaka xwe veguherand û dewletê jî neçarî guhertinê dike. Ji ber ku tempo û pratîka TAK weke Wî dixwest ango têrker nebû, bêyî ku hinek bixwazin û lê bisepînin, dîsa Ew dixwaze TAK şêwaz û rêbaza hebûn û têkoşîna xwe biguherîne. Bi vê yekê Rêber APO dixwaze hincetên nexêrxwaz û dijberan ji holê rake. Êdî wê ti kes nikaribe bêje, “hûn di lîsteya terorê de ne, sûcdar in”, “şaredar girêdayî rêxistina çekdar in, ez ê qeyûman bavêjim” û hwd. Li gel ku hêzên navneteweyî û statukoparêzên herêmî riya siyasetê li ber Kurdan girtibûn, digotin “çekan deynin, werin siyasetê bikin.” Lê em dizanin ku di esasê xwe de yên ji siyaseta PKK’ê ditirsiyan û nedikarin bi Rêber APO re di siyasetê de bikevin pêşbirkê ew bûn…”

Nivîskar Ciwan Tunç, destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan pêngavek da destpêkirin û wiha cih da nirxandina xwe: “Rêber APO pêngavek da destpêkirin. PKK’ê jî weke dihat payîn, Banga Sedsalê bersivand û weke ferman qebûl kir û daxuyakirin ku wê pêwîstiyên wê bike. Lê divê Komara Tirk (KT) jî gavên pêwîst bavêje. Mesela em li Qadên Parastinê yên Medyayê digerin. Li hin deran 2, li hin deran jî heta 11-12 balafirên keşfê digerin. Her kêlî balafirên şer êrîşên hewayî dikin. Tank, top, helîkopter, her tim êrîş dikin. Di vê kêliya em dinivîsin de jî leşkerên dagirker, li devê deriyên tunelên şer disekinin, êrîş dikin. Di van şert û mercan de wê pêvajo çawa pêş bikeve? Wê kongre çawa pêk were? Ku Rêber APO rasterast xîtab neke, bi rê ve nebe weke ku Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan gotî, “Kî dikare ji fedaiyan re bêje ‘çeka xwe deyne?” Ji bo wê jî yên ku çareserî û aştiyê dixwazin dive zextê li KT bikin, da ku riya çareseriyê vebe. Ku civak aştiyê bixwaze û li gorî wê tevbigere, dewlet neçare gavan bavêje.”

“Mirov ji ku ve lê binêre û binirxîne, ev rastî derdikeve holê ku divê KT gavên pêwîst bavêje, vê fersanda zêrîn binirxîne, destê Rêber APO û gelê Kurd li hewa nehêle. Divê her kes bizanibe vê carê kî masa hilweşîne, ew ê di bin masa û bahoza Rojhilata Navîn de bimîne…”

Nivîskar Ciwan Tunç, herî dawî nîşeyek ji bo ragihandina Tirkiyeyê jî parve kir û got: “Notek jî ji bo ragihandina Tirkiyeyê… Bi dehan sal e derveyî çend kes û saziyên birûmet, piraniya ragihandinê weke tetikkêşa dewletê axivî, nivîsî û civakên me jahrî kirin. Ji bo ku hinekî xwe paqij bikin û ji rûmeta pîşeya ragihandinê sûd bigirin, ji bo ragihandina Tirkiyê jî ev pêvajo şenseke xwe paqijkirinê ye. Ji bo wê jî destpêkê bila li hemberî Rêber APO devê xwe yê qirêj paqij bikin, li hemberî Rêberê gelekî bi hurmet nêz bibe. Herî kêm bikaribin helwesteke ev qasî birûmet raber bikin…”

https://rojnameyawelat7.com/reber-apo-serdemeke-nu-da-destpekirin-edi-dora-dewlete-ye/

Etîket: Abdullah OcalanAFC ChampionshipCiwan TunçdewletNivîskarRêber apoWelat.
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne