• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Têkildarî rewşa Şêxmeqsud û Eşrefiyê peyman îmze kirin

Navenda Nûçeyan /AW

1 NÎSAN 2025 - 17:02
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Meclisa Sivîl a taxên Şex Meqsûd û Eşrefiye û şandeya desthilata Şamê li bajarê Helebê der barê rewşa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku piraniya Kurd in de, peymana ji 14 xalan pêk tê îmze kirin.

Meclisa Sivîl a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û şandeya desthilata Şamê ya ku ji aliyê seroketiya desthilata Şamê ve hatiye erkdarkirin, li ser rewşa herdu taxan peymanek îmze kir. Peymana ku li Şamê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û desthilata Şamê de hat îmzekirin, ji 14 xalan pêk tê.

Xalên peymanê wiha ne:

“1- Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku piraniya şêniyên wê Kurd in, ji taxên bajarê Helebê ne û di aliyê îdarî de girêdayî bajarê Helebê ne. Parastin û rêzigirtina ji taybetmendiya civakî û çandî ya şêniyên herdu taxan ji bo xurtkirina jiyana hevbeş a aştiyane, mijareke girîng e.

2- Ev lihevkirina demkî dê heta lihevkirineke domdar a ji aliyê komîteyên hevbeş ve, di pratîkê de be.

3- Wezareta Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berpirsiyarên parastina şêniyên herdu taxan in.

4- Ji bo ewlehî û aramiya şêniyên herdu taxan, çek di nav taxan de tên qedexekirin û tenê di destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku girêdayî Wezareta Hundirîn in de, dimînin.

5- Heta ku rewşa herdu taxan aram bibe, ax ji ser rêyên giştî tê rakirin û rêbendên kontrolê yên sereke di destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku girêdayî Wezareta Hundirîn in de, dimînin.

6- Hêzên leşkerî bi çekên xwe ji herdu taxan ber bi herêma rojhilatê Firatê ve vedikişin.

7- Li taxa Eşrefiyê û li taxa Şêxmeqsûd 2 navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tên vekirin.

8- Tevgera çûnûhatinê ya şêniyên herdu taxan bi serbestî ye. Nabe kesekî ku destê wî bi xwîna Sûriyeyiyan nebûye û berî lihevkirinê xwestî (metlûb) bû, were girtin.

9- Ji bo hêsankirina tevgera çûnûhatinê di navbera bajarê Helebê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, komîteyeke koordînasyonê tê avakirin.

10- Ji bo pêkanîna vê lihevkirinê komîte di herdu taxan de tên avakirin.

11- Hemû saziyên sivîl ên herdu taxan bi koordîneya bi saziyên sivîl ên din re dixebitin û bê ku cudahiyê bixin navbera taxên bajarê Helebê, alîkariyê didin saziyên din, ew jî bi rêya herdu şaxên şaredariyê yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

12- Girtiyên herdu aliyan tên berdan û hemû dîlên ku piştî rizgarkirinê hatine dîlgirtin, bi hev tên guhartin.

13- Nûnertiya herdu taxan bi awayekî giştî û wekhev di Meclisa Parêzgeha Helebê de û di Odeya Bazirganiyê û hemû qadên din de, li gorî qanûnan tê kirin.

14- Saziyên xizmetguzarî, rêveberî, perwerdehî, şaredarî û meclisên xwecihî yên herdu taxan, heta pêkanîna lihevkirineke domdar ji aliyê komîteyên hevbeş ve, wekî xwe dimînin.

Di 1/4/2025 de

Nûnerên komîteyê: Mihemed Ebdulxenî – Mesûd Betal

Hevseroketiya Meclisê: Nûrî Şêxo – Hêvîn Silêman”

Etîket: EşrefiyeHelebpeymanŞêx Meqsûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Iraq û Îranê peyman îmze kirin

Iraq û Îranê peyman îmze kirin

23 TÎRMEH 2026
Şandeya Qatarê ji bo îmzekirina peymanê li Tehranê ye

Şandeya Qatarê ji bo îmzekirina peymanê li Tehranê ye

14 HEZÎRAN 2026
Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

14 HEZÎRAN 2026
Îran naxwaze ûranyûmê bide: Deriyê tunelên ûranyûmê hatin mayînkirin

Îran naxwaze ûranyûmê bide: Deriyê tunelên ûranyûmê hatin mayînkirin

13 HEZÎRAN 2026
Besnîk Hasî bû rahênerê Amedsporê

Besnîk Hasî bû rahênerê Amedsporê

10 HEZÎRAN 2026
Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

10 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne