• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Taniş û Denîz 24 sal in winda ne: Tevî kujer diyar in jî nehatin cezakirin

Mahmût Altintaş / AW

24 ÇILE 2025 - 08:19
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A

Şirnex – Serdar Daniş û Ebûbekîr Denîz 24 sal berê li qereqola cendirmeyan winda bûn û agahî ji wan nayê girtin. Şuayîp Taniş anî ziman ku kujerê kurê wî Serdar Taniş û hevalê wî Ebûbekîr Denîz fermandarê cendirmeyan Levent Ersoz e û 24 sal in hîna nehatiye cezakirin.”

Di salên 1990an de li bakurê Kurdistanê bi hezaran kes hatin binçavkirin û pişt re jî hatin windakirin. Kesên hatin windakirin jî nehatin dîtin û kujerên wan jî nehatin cezakirin. Yek ji van kesên hatiye windakirin Serokê Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) a Silopiyayê Serdar Taniş e û yek ji wan jî rêveberê HADEP a Silopiyayê Ebûbekîr Denîz e. Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz di 25ê çileya 2001an de hatin binçavkirin û piştrê jî tu agahî ji wan nehat girtin. Tevî guman hebûn ku di windakirina wan de Fermandarê Lîwayê yê Cendirmeyan a Şirnexê yê wê demê Levent Ersoz berpirsyare jî derbarê wî de tu lêpirsîn nehatin destpêkirin. Malbata Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ji bo aqubeta wan bê zanîn û kujer bên cezakirin doz vekirin lê ji dozên hatine vekirin jî encam nehat standin. Malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û DMMEyê di 2yê Tebaxa 2005an de Tirkiye mehkûm kir ku tazmînatê bide malbatan. Herî dawî jî parêzerên malbatan ji bo aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz bê zanîn û kujer bên ceza kirin di 7 Çileya 2020an de serî li DMMEyê dan. Lê heta niha DMMEyê tu bersiv nedane.

‘Fermandarê cendermeyan gef li me dixwar’

Serdar Taniş dema hat windakirin 2 zarokên wî yên biçûk hebûn. Tevî 24 sal bi ser windakirina Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz re derbas bûye jî aqubeta wan nayê zanîn. Bavê Serdar Taniş Şuayîp Taniş bi lêv kir ku tevî 24 sal bi ser windakirina zarokê wî re derbas bûye jî kujer nehatine cezakirin û ev tişt anîn ziman: “Serdar wê salê ji lêşkeriyê hatibû û nû zewicî bû. Wê demê mala me li Cizîrê bû. Piştî Serdar zewicî hat Silopiyayê. Piştî hat Silopiyayê ket nava xebatên partiyê. Pişt re bû serokê partiyê. Piştî Serdar bû serokê partiyê, Fermandarê Lîwayê yê Cendirmeyan a Şirnexê yê wê demê Levent Ersoz her tim gef li min dixwar. Rojekê bang li min kir û got werin qereqolê. Li wir Levent Ersoz ji min re got, ‘Em nahêlin hûn li vir partiyê vebikin.’ Gef li min dixwar, ‘Digot hûn vekin ez nahêlim hûn li vir bijîn.’ Min jî bertek nişan da. Serdar dişopandin. Wê rojê Serdar çûbû Amedê. Ji min re got dema Serdar hat bila bê qereqolê. Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeya Silopiyayê Suleyman Can jî bang li min kir. Li wir Levent Ersoz dîsa telefonî wir kir û gef li min xwar û got, ‘Heke Serdar were Silopiyayê ez nahêlim ew bijî.”

Li qereqolê hate windakirin

Di berdewama axaftina xwe de Şuayîp Taniş anî ziman ku piştî kurê wî Serdar Taniş partiya HADEPê li Silopiyayê ava kir hate windakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serdar çûbû PTTê ku telefonê li partiya xwe bike. Li wir texsiyek hatiye û xwestine wî li wesayîtê siwar bikin. Serdar jî bertek nişan daye û neketiye erebeyê. Serdar ji wan re dibêje heta wesayiteke fermî neyê ez siwar nabim. Piştî nîvro ji qereqola navçeyê Suleyman Can geriya û bang li Serdar kirin. Serdar jî çûbû qereqolê. Piştî wê rojê me ji qereqolê pirsî, gotin Serdar nehatiye vir. Ez jî li Suleyman Can geriyam û got, we bi sedan kes li Şirnexê winda kirin lê em dev ji vê bernadin. Pişt re me serî li serdozger da.”

‘Bila kujer bên ceza kirin’

Di dawiya axaftina xwe de Şuayîp Taniş anî ziman ku tevî kujerên zarokê wî diyar in jî nehatine ceza kirin û ev tişt gotin: “Piştre bûyer di çapemeniyê de jî belav bû. Pişt re ji me re gotin 2 cenaze li Kerboran in. Me DNAya xwe da. Lê heta niha me nekarî tu encamekê bi dest bixînin. Her sal em daxwaza cenazeyên xwe dikin. Heta niha ne aqubeta wan diyar bû. Ne goreke wan heye. Heta em sax in em dev ji doza xwe bernadin. Heta hestiyên wan nebînin em rihet nabin. Em dixwazin aqubeta zarokên me bê ronîkirin. Kujerên kesên hatine windakirin jî bên tespîtkirin û cezakirin. Tu sucekî zarokên me tune bû. Yên me faîl jî diyar in. Faîlê me Levent Ersoz e. Lê tevî vê yekê jî nehate ceza kirin. Tenê daxwaza me ew e ku hestiyên me bidin me û kujerên wan jî ceza bikin.”

Etîket: Ebûbekîr DenîzSerdar TanişŞûayb Taniş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn

31 ÇILE 2026

Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujerên wan li Rojava Kurdan qetil dikin

25 ÇILE 2026
Xizmên Windayan di dorpêça polîsan de li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn

Xizmên Windayan di dorpêça polîsan de li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn

24 ÇILE 2026
‘Em tu carî Serdar û Ebûbekîr nadin jibîrkirin’

‘Em tu carî Serdar û Ebûbekîr nadin jibîrkirin’

25 ÇILE 2025
Ji bo Taniş û Denîz kom bûn

Ji bo Taniş û Denîz kom bûn

25 ÇILE 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne