• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sûcên Tirkiyeyê yên şer hatin darizandin

Navenda Nûçeyan /AW

5 SIBAT 2025 - 22:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Roja yekem a Dadgeha Gel a Rojava bi dawî bû. Di roja ewil de dewleta Tirk ji ber sûcên xwe yên şer hat darizanindin. Delîlên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ji dadger re hatin pêşkêşkirin.

Di rûniştinê de Parezer Îbrahîm Şêxo yê ji Efrînê zanîn û tecrûbeyên xwe anîn ziman. Şêxo diyar kir ku ew heya sala 2018an ku dîroka dagirkirina Efrînê ye, li Efrînê jiyaye û piştre jî heya sala 2024an li Şehbayê jiyaye. Îbrahîm Şêxo binpêkirinên mafan anîn ziman û wiha got: “Li Efrînê jin jî di navde li 20 girtîgehan bi hezaran welatiyên kurd belasebeb tên rehîngirtin. Li herêmê taciz, destdirêjî, kuştin, dizî, talan, bişaftin û her cure tundî pêk tên. Piştre Endamê Senatoya Spanyayê yê berê û Parêzerê Katalon Urko Azurtza sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Girê Spî û Serêkaniyê eşkere kirin.

Urko Azurtza diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşan li Girê Spî û Serêkaniyê paqijiya etnîkî kiriye û di heman demê de mal û milkên welatiyên li herêmê desteser kirine. Azurtza piştre anî ziman ku kesên biyanî ji cih û warên kesên ku hatine koçberkirin hatine bicihkirin û demografiya herêmê hatiye guhertin. Azurtza bi bîr xist ku dewleta Tirk di bin navê “Operasyona Kaniya Aşitiyê” de herêm dagir kiriye û êrîşî welatiyên herêmê kiriye. Azurtza piştre diyar kir ku bi destûra hêzên navneteweyî ev dagirkirin dest pê kiriye û wiha got: ‘’Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) dewleta Tirk li vir bi bombeyan sivîl hedef girtine. Di van êrîşan de SMO jî weke amûrekê hate bikaranîn.’’

Urko Azurtza, hemû sûcên têkildarî êrîşan yek bi yek anîn ziman. Urko Azurtza delîlên têkildarî bikaranîna bombeya Fosfora Spî ya Qedexekirî pêşkêşî heyeta dadgehê kirin û got ku rojnameya Brîtanyayê bilaranîna Bombeya Fosforê belge kiriye û ev sûc di raporên saziyên mafên mirovan ên navneteweyî de jî hatine belgekirin. Urko Azurtza piştre wêneyên êrîşên li dijî Serêkaniyê nîşan dan û anî ziman ku di wêneyê berbehs de bikaranîna Fosfora Spî tê xuyakirin.

Urko Azurtza pişte diyar kir ku birîndarên li Serêkaniyê ji bo dermankirinê diçin Nexweşxaneya Til Temirê û li gorî bijîşkekî nexweşxaneyê nêzîkî 200 kes bi gazinda şewatê hatine nexweşxaneyê û got ku ew êrîş jî bi bombeyên qedexekirî hatine kirin. Azurtza piştre destnîşan kir ku welatiyên li herêmê jî dibêjin ku êrîşên dagirkirinê bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî pêk hatine.

Suryan û ermenî hatin koçberkirin

Urko Azurtza piştre da zanîn ku ji ber derfetan delîl nehatine lêkolînkirin û got ku di hin delîlên ku ji Swîsreyê re hatine şandin de şopên bikaranîna fosforê hatine dîtin. Urko Azurtza destnîşan kir ku Ermenî û Suryaniyên li herêmê jî hatine hedefgirtin û got ku tevahiya gelên Ermenî û Suryanî hatine koçberkirin. Azurtza piştre delîl û agahiyên têkildarî talankirina herêm pêşkêş kirin û got ku talana li Girê Spî û Serêkaniyê pêk hatiye, ji aliyê Komîsyona Mafên Mirovan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî ve jî hatine belgekirin û raporkirin û delîlên xwe parve kirin.

Piştre dadgerê ji Îtalyayê Ezo Menzione têkildarî êrîşên li ser çavkaniyên av û ceyranê axivî. Ezo Menzione da zanîn ku nabe çavkaniyên av û ceyranê bibin hedefeke leşkerî û diyar kir ku tesîsên xaz ûpetrolê yên li Swêdiyeyê gelek caran hatine hedefgirtin. Menzione bi bîr xist ku ev êrîşên bombebarankirinê ne tasadûfî ne têkildarî êrîşên li ser çavkaniyên av û ceyranê wêne parve kirin. Ezo Menzione bal kişand ser êrîşên hewayî yên di 2’yê Mijdara 2022’yan de got ku tesîsa avê ya li Tebqayê tevahiya saetekê hatiye hedefgirtin û ev yek anîn ziman: ‘’Di haman rojê de êrîşa sêyemîn pêk hat. Ev yek jî nîşan dide ku ev tesîs bi zanebûnî hatiye hedefgirtin. Ez ê qala Tesîsa Avê ya Alokê jî bikim. Ev navenda ku avê dide Holê ji bo gelek navendan jî girîng e. Her wiha ev tesîs jî hate hedefgirtin.’’

‘Jiyana sivîlan di talûkeyê de ye’

Ezo Menzione bal kişand ser êrîşên li ser çavkaniyên sereke yên jiyanî û got: “Dewleta Tirk li herêmê ji şerekî leşkerî wêdetir rasterast sivîlan û cih û warên wan hedef digire. Ev yek tên wateya binpêkirina peymanên navneteweyî.”

‘Du rojnameger hatin kuştin

Piştre endamê Parlamentoya Katalan Ruben Wagensberg Ramon axivî û Ramon çavdêriyên xwe yên li herêmê parve kirin û anî ziman ku ew bi şahidên li herêmê re axivîye û di 19’ê Cotmeha 2022’yan de li Teqil-Beqilê qadên sivîlan hatine hedefgirtin û got: ‘’Kesên ji bo alikariya birîndaran ber bi herêmê ve çûne jî bi SIHA’yan hatine hedefgirtin. Her wiha rojnamevan jî tên hedefgirtin. Çend hefteyan beriya niha du rojnamevan bi SIHA’yan hatin qetilkirin.’’

Piştre Hiqûqnasê Alman Heike Geisweid behsa êrîşên li dijî nexweşxaneyên herêmê kir. Heike Geisweid diyar kir ku navendên tenduristiyê û nexweşxane tên hedefgirtin û dewleta Tirk 3 caran êrîşên bejayî û herî kêm 200 carî jî êrîşên asîmanî pêk anîne.

Heike Geisweid destnîşan kir ku 26’ê Cotmeha 2023’an de Navenda Tenduristiyê ya Kobanê hatiye hedefgirtin û got hedefgirtina navenda diyalîzê nayê qebûlkirin. Heike Geisweid dîmenên hedefgirtina Navenda Tenduristiyê ya Miştenûrê jî parve kirin û bal kişand ser wê yekê ku li gor nexşeyê jî li herêmê tu navendên leşkerî nînin, loma ev nexweşxane bi qestî hatiye hedefgirtin.

Heike Geisweid, delîlên êrîşên dewleta Tirk ên li dijî nexweşxane û navendên tenduristiyê parve kirin û axaftina xwe bi dawî kir.

Qirkirina ekolojîk didome

Piştre Parêzer Declan Owens, li ser qirqirina ekolojîk pêşkêşiyek kir. Owens behsa darên ku li herêmê hatine birîn û anîne Tirkiyeyê kir û got daristanên li herêmê bi awayekî sîstematîk tên tunekirin. Owens her wiha diyar kir ku daristan bi bombebaranan jî tên hedefgirtin, darên fêkiyan tên rûxandin, berhem tên dizîn û wan dibin Tirkiyeyê. Owens bi dîmenên fezayê talankirina daristanan piştrast kir. Owens destnîşan kir ku êrîşên li dijî çavkaniyên avê jî parçeyek ji qirqirina ekolojîk e û got ku daristan ji bo jiyana li herêmê çavkaniya jiyanê ne.

Roja yekemîn a dadgehê bi pirsên dadgeran bi dawî bû.

Etîket: Dadgeha geldewleta TirkEfrinsûcên şer
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

SOHR: Arteşa Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê vekişiya

SOHR: Arteşa Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê vekişiya

10 TEBAX 2026
Efrîniyên ku dixwazin vegerin warên xwe rastî gef û şantajên darayî tên

Efrîniyên ku dixwazin vegerin warên xwe rastî gef û şantajên darayî tên

26 TÎRMEH 2026
Li Efrînê kesek hat kuştin

Li Efrînê kesek hat kuştin

24 TÎRMEH 2026
Ji ber baregeha leşkerî nikarin vegerin malên xwe

Ji ber baregeha leşkerî nikarin vegerin malên xwe

20 TÎRMEH 2026
Efrînî bi karesatê re rû bi rû dimînin: Asîmîlasyon, talan û siyaseta fîdyeyê

Efrînî bi karesatê re rû bi rû dimînin: Asîmîlasyon, talan û siyaseta fîdyeyê

16 TÎRMEH 2026
Dayikên Aştiyê: Divê dewlet demildest gavan biavêje

Dayikên Aştiyê: Divê dewlet demildest gavan biavêje

11 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne