• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Stenbol ji erdhejê re ne amade ye

Omer Demîr /AW

6 SIBAT 2026 - 09:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Li Stenbolê her kes ji ber erdhejê metirsîdar e û avahiyên li Stenbolê ji erdhejê re ne amade ne. Endamê Odeya Endezyarên Înşaetê ya Stenbolê Denîz Polat diyar kir ku xebatên Şaredariya Bajarê Mezin û Walitiya Stenbolê têr nake û got: “Heke xebatek baş bê meşandin dê di nava 5 salan de amadekariya erdhejê bi dawî bibe.”

 

Di 6ê Sibata 2023an de li navçeyên Bazarcix û Elbîstan ên Mereşê bi pîleya 7.7 û 7.6an 2 erdhejên mezin pêk hatin. Li ser erdehejê 3 sal derbas bûn. Îro metirsiya çêbûna êrdhejê li Stenbolê heye. Li Stenbolê wek fermî 15 milyon kes dijî. Avahiyên Stenbolê yên navçeyên navêndê bi piranî kevn in. Di her navçeyên navendî de avahî bi gelemperî apartmanên bilind in. Welatiyên li Stenbolê dijîn jî bi piranî di avahiyên kevn û bilind de rûdinin. Di erdehejekê de ev ji bo welatiyên Stenbolê talûkeyekê mezin e.

Li çend navçeyên Stenbolê veguherandina avahiyan hatibû destpêkirin. Li navçeyên Uskudar û Beykozê 9 sal beriya niha gelek avahî ji ber veguherandinê hatine hilweşandin. Lê îro tevî ku li ser hilweşandina avahiyan 9 sal derbas bûne jî hêj xanî teslîmê xwediyên wan nehatine kirin. Halê hazir alîkariya kiriyê jî hatiye qutkirin.

Endamê Odeya Endezyarên Înşaatê ya Stenbolê Denîz Polat têkildarî amadekariyên erdhejê yên Stenbolê ji ajansa me re axivî.

‘Xebatên amedakariyên erdhejê têr nakin’

Denîz Polat diyar kir ku Stenbol ji erdehejê re amade nîn e û wiha got: “Şaredariya Bajarê Mezin û Walitiya Stenbolê li dijî erdehejê hin xebat pêk anîn lê ev xebat sînordar in û têrê nakin. Rê hatin çêkirin, hin avahî hatin nûkirin lê ev ji bo amadekariya erdehejê ya Stenbolê ne bes in. Li gorî rapora TUÎKê di sala 2022an de li Stenbolê 1 milyon û 200 hezar avahî hene. Ji van avahiyên dê çendî wan di erdhejê de hilweşin em nizanin. Lê em erdheja 6ê Sibata 2023an ji xwe re mînak bigirin. Di erdheja 6ê Sibatê de 31 hezar 143 avahî hilweşiyan, bi tevahî 3 milyon 304 hezar avahî ji erdhejê bandor bûn. Li gorî rapora ÎBBê jî di erdeheja Stenbolê de bi texminî derdora 24 û 36 hezaran avahî hilweşiyan. Lê li Stenbolê ji bo avahî gelek in di erdehejê de yek avahî jî hilweşê dê rê bê girtin û alikarî nagihije gel.”

‘Ne ÎBBê ne jî AKPê xebatekê baş nameşîne’

Denîz Polat di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê tevahî avahiyên saziyên dewletê bên nûkirin û wiha pê de çû: “Ji sedî 60 avahiyên saziyên dewletê hatine nûkirin. Lê hêj jî hin avahiyên şaredariyan rizî ye. Divê avahiyên li ser rêyan bên nûkirin. Lê ev tişt ne di rojava ÎBBê ne
jî ya desthilatdariyê de ye. Ne ÎBB ne jî AKP xebatekê baş nameşîne. Heke xebateke baş bê meşandin dê di nava 5 salan de amadekariya erdhejê bi dawî bibe. Lê bajar bi rêya rantê tê birêvebirin.”

 

Etîket: Endamê Odeya Endezyarên Înşaatê ya Stenbolê Denîz PolatErdheja StenbolêXaniyên kevn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne