• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

SOZ-DER: Parastina Rojava parastina hêviya hemû Kurdistanê ye

Mêrdîn / AW

3 SIBAT 2026 - 16:03
Kategorî: ROJANE
A A
SOZ-DERê têkildarî Rojava li navçeya Dêrikê daxuyanî da diyar kir ku êrîşên li dijî destkeftiyên Şoreşa Rojava êrîşên rasterast ên li ser hebûn, rûmet û mafên rewa yên neteweya Kurd e û destnîşan kir ku parastina destkeftiyên Rojava, parastina hêviya hemû parçeyên Kurdistanê ye.

Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî (SOZ-DER) ji bo piştgiriya Rojava û parastina destkeftiyên Kurdan ên li Rojava li avahiya xwe ya li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên komeleyê tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de SOZ-DERê bal kişand ser geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û wiha got: “Rewşa heyî ya li Rojava ne tenê qeyraneke herêmî ye, rûbirûbûneke dîrokî ya ‘hebûn û tunebûnê’ ya gelê Kurd e. Êrîşên li dijî destkeftiyên Şoreşa Rojava weke êrîşên rasterast ên li ser hebûn, rûmet û mafên rewa yên neteweya Kurd binav dikin.”

‘Heta ku Kurd nebin yek dê li Rojhilata Navîn bê parastin bimînin’

SOZ-DERê destnîşan kir ku parastina Rojava, parastina Amedê, Hewlêrê û Mehabadê ye û wiha domand: “Parastina destkeftiyên Rojava, parastina hêviya hemû parçeyên Kurdistanê ye. Heta ku Kurd weke netewek nebin yek deng, yek helwest û yek rêxistin, ew ê di nav bahozên siyasî yên Rojhilata Navîn de bêparastin û di bin metirsiyê de bimînin.”

SOZ-DERê diyar kir ku jinên Kurd di Şoreşa Rojava de bûne sembola azadî û rûmetê, dîrokê ji nû ve diafirînin, sînoran dişkînin û pêşerojeke azad ji bo hemû gelê Kurd ava dikin. SOZ-DERê destnîşan kir ku ruhê yekîtiyê yê li her çar aliyên Kurdistanê derket holê bê parastin û bê meşandin.

‘Bêdengî şirîkatiya zilm û êrişan e’

Komeleyê bang li cîhanê kir û got: “Bêdengî şirîkatiya zilm û êrîşan e.” SOZ-DERê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bang li saziyên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, ronakbîr, nivîskar û hemû kesên azadîxwaz kir ku li dijî êrîşên qirker bêdeng nemînin û helwesta xwe ya zelal nîşan bidin.

‘Bi helwesta xwe yekîtiya Kurdan xurt bike’

SOZ-DERê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi raman û çandê sînoran rake, bi ruhê şoreşa jinan azadiyê bîne ziman, bi helwest û xebatên xwe yekîtiya dil û hişê Kurdan xurt bike. Yek e, Yek e, Yek e! Kurdistan Yek e!’, Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e!”

 

 

Etîket: SOZDER
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Leyla Zana: Her der ji bo me qada têkoşînê ye

SOZDER: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li ser aştiyê ye

22 KANÛN 2025
SOZDER Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyan pîroz kir

SOZDER Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyan pîroz kir

23 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne