• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Sînemaya Kurdî dikare astengiyên li ser nasnameya Kurdî bide nîşandan’

Omer Demîr / AW

10 KANÛN 2025 - 08:15
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – Montajkerê belgefîlma “Kardeş Turkulerê” Erhan Ors diyar kir ku festîvalên wisa hêz dide sînemageran û got: “Dewlet bi hinceta nasnameya Kurdî ji me re astengiyan derdixe. Lê sînemaya Kurdî dikare astengiyên li ser nasnameya Kurdî bide nîşandan.”

Di navbera 7 û 14ê Kanûnê de Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemîn bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzetoriya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê tê lidarxistin. Festîval bi coş bênavber didome. Bi dehan derhênerên bi fîlmên cûr bi cûr tev li festîvalê dibin. Di festîvalê de li ser fîlman gelek nîqaşên girîng tên kirin. Montajkerê belgefîlmê “Bi Kardeş Turkuler re 30 sal” Erhan Ors jî tev li festîvalê bû. Erhan Ors di sala 2022yan de ji bo karên wî yê sînemayê hatibû girtin û 7 meh girtî mabû. Erhan Ors têkildarî girîngiya Festîvala Fîlman a Amedê û astengiyên li ser sînemaya kurdî axivî.

‘Di festîvalê de nêzî 45 film bi kurdî ne’

Erhan Ors diyar kir ku piştî 8 salan Festîvala Fîlman a Amedê tê lidarxistin ji bona wî pîroz e û ev tişt anî ziman: “Ev festîval ji bo gel û sînemageran pêk tê. Wekî tê zanîn li bajarên Kurdan polîtîkayên qeyûman hebûn. Bi sedema ve gelek festîval û çalakiyên çandê hatin qûtkirin. Di sala 2012an de cara yekemîn herî dawî jî di sala 2016an de ev festîval hatibû lidarxistin. Îro jî festîval cara 3yemîn tê lidarxistin. Em gelek bi kelecan in. 84 fîlm dê bên pêşkeşkerin. Nêzî 45 film jî bi Kurdî ne. Sînema di nava wan 8 salan de berdewam kir. Derhêner fîlmên xwe çêdikirin. Lê kişandin gelek zehmet bû, me ji bo festîvalan cih nedidît. Festîval nedihatin lidarxistin. Ji bona wê me fîlmên xwe festîvalên li Ewropa û Tirkiyeyê nîşan dida. Lê ew ne festîvalên me bûn. Ji bo fîlmên kurdî kota hebûn.”

‘Ev festîval sînemaya Kurdî xurt dike’

Erhan Ors anî ziman ku festîval hêz dide derhêner û sînemageran û wiha axivî: “Dema ku derhênerêk xebatên wisa dibîne dibêje ‘ez dikarim vî karî pêk bînim.’ Ji xwe ev kar ji bo nîşandanê tê çêkirin. Dema ku fîlmekê ku neyê nîşandan tu wateya wî fîlmî jî namîne. Fîlm ji bo temaşekeran tê çêkirin. Sînema ne tenê ji bo belavkirina berhemê ye. Di festîvalê de li ser sînemaya kurdî nîqaş tên kirin ev jî bandorek baş dide derhêneran. Divê xebatên wisa berdewam bikin. Divê li tevahiya Kurdistanê xebatên wisa bên çêkirin. Ev festîval sînemaya Kurdî xurt dike.”

‘Sinemaya Kurdî dikarê astengiyên li ser nasnameya Kurdî bide nîşandan’

Erhan Ors destnîşan kir ku mirov Kurd be ji gelek aliyan ve tê astengkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo em Kurd in dewlet asteng dike. Lê ev astengî ne tenê ji bo sînemageran pêk tê, her kes van astengiyan dijî. Ev astengî girêdayî nasnamaya me ye. Li ser nasnameya Kurdî zordarî tê kirin. Lê sînemaya Kurdî dikarê astengiyên li ser nasnameya Kurdî bide nîşandan. Sînemagerên Kurd dikarin van tiştan pêk bînin.”

Etîket: Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemînfîlmên KurdîKardeş TurkulerMontajker Erhan Ors
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Li Kurdistanê Şev û Mij’ qala rêwîtiya 7 keçên Êzidî dike 

‘Li Kurdistanê Şev û Mij’ qala rêwîtiya 7 keçên Êzidî dike 

11 KANÛN 2025
‘Em dixwazin gelê Kurd çanda xwe di nava fîlman de bibîne’

‘Em dixwazin gelê Kurd çanda xwe di nava fîlman de bibîne’

8 KANÛN 2025
Festîvala Fîlman a Amedê dest pê kir: Em ji sînemaya heqîqetê re rê vedikin

Festîvala Fîlman a Amedê dest pê kir: Em ji sînemaya heqîqetê re rê vedikin

7 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne