• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

SESa Êlihê êrişa li Colemêrgê şermezar kir

Êlih / AW

8 GULAN 2026 - 13:57
Kategorî: ROJANE
A A
Şaxa SESê ya Êlihê derbarê êrişa li Colemêrgê li dijî hempîşeyê wan hatibû kirin daxuyanî da û got: “Xurtkirina pergaleke xizmeta civakî ya zelal ku keda karmendan diparêze, berpirsiyariya me ya hevpar e.”

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tendirustî û Xizmetên Civakî (SES) ya Êlihê derbarê êrişa li dijî hevkarê wan ê derûnnas ku beriya du rojan li Colemêrgê pêk hatibû, li pêşiya avahiya Rêveberiya Xizmetên Malbat û Civakî ya Êlihê daxuyanî da û êriş şermezar kir. Di daxuyaniyê de gelek rêveber û endamên Şaxa SESê beşdar bûn. Hevserokê SESa Êlihê Cîhan Tuzun metna daxuyaniyê xwend.

Cîhan Tuzun nerazîbûna xwe ya li dijî êrişên ku li dijî hevkarê wan hatiye kirin, wiha anî ziman: “Em nerazîbûna xwe ya li dijî her cûre tundîtiyê diyar dikin û ji hevkarê me yê ku rastî êrîşê hatiye re silavên xwe dişinin û şîfayê jê re dixwazin. Em ji girîngiya xebata pêşîlêgirtinê tespîtkirina zû ya rîskan û xizmetên parastinê di warê xebata civakî de haydar in. Divê xebatek wisa bi berçav girtina şert û mercên heyî yên ewlehiya karmendan û nirxandinên pîşeyî bê plankirin. Lêkolîna nexşeya rîska civakî ya ku vê dawiyê hatiye kirin, nirxandinên girîng nîşan didin. Lawazbûna têkiliya mirovan divê di destwerdana xizmetên civakî de navendî be. Ji ber zexta dijwar a têketina daneyan bandorek neyînî li ser têkiliyên pîşeyî yên di qadê de dike. Girîng e ku îfadeya karmendan a kêmasî û deverên ji bo başkirinê di pergalê de wekî amûrek zextê neyê bikaranîn. Berovajî vê yekê divê ev bersiv ji bo xurtkirina pergalê bê hesibandin. Em bawer dikin ku ev bûyer ji hêla şert û mercên xebatê, ewlehiya karmendan û nirxandinek berfireh hewce dike. Xurtkirina pergaleke xizmeta civakî ya zelal, beşdar û li ser bingeha mafê jiyanî, navûdengê pîşeyî û keda karmendan diparêze, berpirsiyariya me ya hevpar e.”

Di vê çarçoveyê de daxwazên hatin kirin, ev in:

* Pêkanîna tedbîrên ku ewlehiya karmendan didin pêşiyê.
* Xurtkirina pratîkên tenduristî û ewlehiya kar.
* Dabînkirina personel û binesaziya teknîkî ya têr û tije.
* Şopandina bi baldarî ya prensîbên exlaqî, qanûnî û pîşeyî.
* Têxistina nêrîn û pêşniyarên karmendan di pêvajoyên biryardanê de.
* Rakirina kêmasiyên avahîsaziyê di warê xizmetên civakî de.
* Ji nû ve nirxandina lêkolînên nexşeya rîska civakî, bi beşdariya rêxistinên pîşeyî, akademiyê û xebatkarên zeviyê.
* Pêşxistina mekanîzmayên destwerdanê yên parastin-pêşîlêgirtin, hêzdarkirinê û her wiha destnîşankirina rîskê.
* Danîna standardên serîlêdanê ku ewlehiya fîzîkî, psîkososyal û pîşeyî ya personelên ku li zeviyê dixebitin didin pêşiyê.
* Heta ku daxwazên me neyên bicîhanîn, divê Projeya Nexşeya Rîska Civakî ya ‘Jiyan-Tehdîtkar’ bê sekinandin.

Etîket: Şaxa Sesê ya Êlihê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne