Amed – Endam û mamosteyê MED-DERê Rodî Zinar da zanîn ku serlêdanên kursên wan heta 15ê Cotmehê didomin û anî ziman ku heta niha nêzî 2 hezar kesan serlêdan kiriye.
Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) li Amedê ji 2017an heta niha bênavber dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî dide. MED-DER, perwerdeya zimanê Kurdî ya asta yekemîn, duyemîn, sêyemîn û asta mamostetiyê dide. Serlêdanên MED-DERê yên ku ji bo Kurmancî û Kirmanckî destpêkirine dê heya 15ê Cotmehê bidomin. MED-DERê da zanîn ku dersên onlîne jî di nav de heta niha 2 hezar kesan sêrlêdan kirine ji bo perwerdeya zimanê Kurdî. Heya niha 16 pol hatine vekirin. Endam û mamosteyê MED-DERê Rodî Zinar derbarê perwerdeya kurdî û xebatên MED-DERê de ji ajansa me re axivî.

‘Daxwaza perwerdeya ziman zêde ye’
Rodî Zinar di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew di asta yekem, duyem, sêyem û asta mamosteyiyê de perwerdeya Kurmancî û Kirmanckî didin û wiha got: “Ger ku daxwaz hebin em dikarin di astên duyem de perwerdeya Soranî jî bidin. Daxwaza xwendekaran ewqas zêde ye em nikarin bibin bersiv, mamosteyên me kêm in. Ji ber vê yekê hem rû bi rû hem jî bi awayekî onlîne perwerdeyê didin. Dema ku mirov dibînin zimanê wan bikêr tê, bendewariya wan di hêla ziman de zindî dibe.”
‘Divê her kes bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne’
Di berdewamiya axaftina xwe de Rodî Zinar bal kişand ser awayê perwerdeyê û ev tişt gotin: “Di salê de 3 an 4 periyodên me hene. Her yek sê meh in. Asta mamosteyiyê ne tenê rêziman e, di nav de dîrok, beşên zanistî, formasyon, pedagojî û derûnî heye. Yên ku tên vir, asta zanîna xwe tînin asta xwendin û nivîsandinê. Li gorî me divê her kes bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne. Ger tu bi zimanê xwe perwerdeyê nebînî, tu ji xwe re biyanî dibî. Ji ber ku ziman li gorî civakê ye, civaknasiya wî, dîplomasiya wî û derûniya wî heye.”
‘2 hezar kesan serlêdan kirine’
Di dawiyê de Rodî Zinar da zanîn ku xebatên wan berdewam dikin û got: “Qeydên me dê heta 15ê Cotmehê berdewam bikin. Lê belê niha nêzî 2 hezar kesan hem rû bi rû hem jî onlîne serlêdan kirine. Di vê periyoda havînê de me 16 polên rû bi rû vekiribûn. Serlêdan berdewam dikin û baş e jî. Materyal û amûrên me yên perwerdeyê amade ne, di vî warî de pirsgirêk tune ye. Asta vê periyodê heta vê hefteyê ye, ya din dê dest pê bike.”












