Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê yê girtî Selahattîn Demîrtaş dê sibê, bi bavê Narîn Guranê Arîf Guran re hevdîtinê pêk bîne.
Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê di Girtîgeha Edîrneyê de tê ragirtin dê sibê saet 10:00an de bi bavê Narîn Guran a di 8 saliya xwe de hatiya kuştin, Arîf Guran re hevdîtinê pêk bîne. Selahattîn Demîrtaş ji parêzerên dosyayê agahî girt û derbarê bûyera kuştina Narîn Guranê de agahî kom kirin. Tê payîn ku dê Selahattîn Demîrtaş piştî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî bide.
Hat zanîn ku hevdîtin dê bi destûra taybet a Wezareta Dadê were kirin.













