• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Saziyên Şirnexê: Divê dewlet ji aliyê qanûnî ve gavan biavêje

Mahmût Altintaş / AW

24 TÎRMEH 2025 - 08:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Li Şirnexê 55 saziyên sivîl ji bo piştgiriya pêvajoyê daxuyanî dan. Serokê Odeya Bijîjkan a Şirnexê Serdar Kûnî û Cigirê Serokê Komeleya Astengdaran a Şirnexê Hakîm Kizilcan ku tev li daxuyaniyê bibûn xwestin dewlet jî ji bo pêşveçûna pêvajoyê gavan biavêje û qanûnan derxîne.

Piştî daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bidîmen PKKê ji bo pêşveçûna pêvajoyê bi merasîmekê li bajarê Silemaniyê yê Herêma Kurdistanê çekên xwe şewitandin. Piştî merasîma PKKê çavê raya giştî ya Kurdistanê jî ji dewlete ye ku gavên şênber biaveje. Ji bo pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd serbikeve gelek sazî jî daxuyaniyan didin û piştgiriya aştiyê dikin. Li Şirnexê jî 55 saziyên sivîl ên demokratîk, karmend û hiqûqî bi daxuyaniyekê piştgiriya pêvajoyê kirin.

Serokê Odeya Bijîjkan a Şirnexê Serdar Kûnî û Cigirê Komeleya Astengdaran a Şirnexê Hakîm Kizilcan ku tev li daxuyaniyê bibûn, piştgiriya xwe ya pêvajoyê anîn ziman û xwestin ji bo pêşveçûna pêvajoyê dewlet jî gavan baveje.

‘Divê ji aliyê dewletê ve jî zemîna hiqûqî pêk were’

Serokê Odeya Bijîjkan a Şirnexê Serdar Kûnî bi lêv kir ku piştî merasîma şewitandina çekan a PKKê divê dewlet jî ji aliyê hiqûqî ve gavan biavêje û ev tişt gotin: “Em jî piştgiriya pêvajoya aştiyê dikin. Ew nêzî 50 sal in li Kurdistanê şerek heye. Em jî dixwazin şer bi dawî bibe û gelên li vir dijîn bigihin aramiyê. Pêvajo bi tenê rawestandina çekan nabe. Divê edalet û daxwazên civakê jî pêk were. Ji bo wê jî em partiyên desthilat, muxalefet û saziyan re dibêjin ku piştgiriyê bidin pêvajoyê ku bila serkeftî encam bigire. Ew pirsgirêk bi tenê bi danîna çekan nabe. PKKê rol û mîsyona ketiye ser milê wê bi cih aniye û divê ji aliyê dewletê ve jî zemîna hiqûqî pêk were. Divê desthilat û muxalefet jî qanûnan derxînin ku ew pêvajo bi serkeftî encam bigire.”

‘Heta dawiyê piştgiriya pêvajoyê bikin’

Cîgirê Serokê Komeleya Astengdaran a Şirnexê Hakîm Kizilcan jî diyar kir ku ew ji bo destpêkirina pêvajoyê kêfxweş in û ev tişt anîn ziman: “Em jî weke komele piştgiriya aştiyê dikin. Em ji ber vê pêvajoyê pir kêfxweş in. Ev pêvajo ne tenê ji bo me ji bo hemû dinya û mirovan pêvajoyeke baş e. Em hevî dikin ku ev pêvajo bi serkeftî encam bigire. Divê ji bo pêvajo biçe serî dewlet jî mafê Kurdan ku daxwaz dikin pêk bîne. Em jî dê heta dawiyê piştgiriyê bidin û çi ji destê me were em ê bikin.”

Etîket: Abdullah OcalanaştîKomeleya Astengdaran a ŞirnexêOdeya Bijîjkan a Şirnexêpêvajopkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Hêza ku aştiyê pêk bîne têkoşîna me ya hevpar e

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Hêza ku aştiyê pêk bîne têkoşîna me ya hevpar e

14 TEBAX 2026
‘Divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin’

‘Divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin’

14 TEBAX 2026
Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

13 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne