• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnamegeran ji bo doza Nedîm Orûç banga piştevaniyê kir

Ugur Dînler / AW

22 NÎSAN 2026 - 08:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rojnameger Hakki Boltan û Bîlal Guldem ji bo danişîna doza nûçegihanê me Nedîm Orûç bang li hemû sazî, dezgeh, komele û sendîkayên rojnameger kirin ku piştgiriya dozê bikin û destnîşan kirin ku girtina Nedîm Orûç li dijî qanûnan e û divê demildest were berdan û vegere ser karê xwe.

Çapemeniya Kurd her wext li her dewerê û li her qadê rastî zext û zordariyê hatiye. Lê her çiqas çapemeniya azad rastî van polîtîkayan were jî bi her awayî li ber xwe dide û bi hêzek xurttir karê xwe dimeşîne. Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç jî yek ji rojnamegerekî Kurd e ku dema karê xwe dimeşand hate astengkirin, binçavkirin û girtinê. Hevalê me Nedîm Orûç herî dawî dema ku di 14ê Çileyê de li Taxa Nûrê ya Cizîrê nûçe dişopand bi lêdanê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Derbarê nûçegihanê me Nedîm Orûç de îdianame hate amadekirin. 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê îdianameya ku dozgeriyê amade kiriye û rojnamgeriyê weke sûc dihesibîne qebûl kir. Danişîna ewil a nûçegihanê me Nedîm Orûç dê di 24ê Nîsanê de were lidarxistin.

Nûnerê DÎSK Basin-Îşê yê Amedê Hakki Boltan, rêveberê DFGê û edîtorê Ajansa Welat Bîlal Guldem banga xwedîderketina dozê û tehliyeya nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç kirin. Rojnameger Hakki Boltan û Bîlal Guldem bi vê wesîleyê Roja Rojnamegerên Kurdî li hemû rojnamegerên Kurd ên li girtîgehan û derveyî welat in pîroz kirin.

‘Girtina di şexsê Nedim de li hemberî rojnamegeriya serbixwe ye’

Hakki Boltan dest nîşan kir ku li qadê pêkanîna rojnamegeriyê her ku diçe zortir û zehmetir dibe û ev tişt anî ziman: “Dema Nedîm Orûç li Cizîrê nûçe dişopand, bi awayekî plankirî êrîş hat kirin û hate girtin. Çima em dibêjin plankirî? Ji ber ku dema ku ew girtin û ew binçav kirin bi awayekî sistematik li ser rojnamegeriya wî êriş hate teyîdkirin. Dema ku rojnamegeriya wî teyîd bû, wî nas kirin bi tûndî û bi êrîş, ferman dan û Nedîm li wê derê binçav kirin û birin girtîgehê. Ev girtina di şexsê Nedim de li hemberî rojnamegeriya serbixwe ye. Yanî tê xwestin ku hûn di qadê de nûçeyan neşopînin û hûn rojnamegeriyê nekin. Bi vê helwestê nêzîkî Nedim bûn û Nedim binçav kirin. Em jî vê dibêjin, belê hûn wekî rojnameger qebûl nakin, lê em rojnamegeriyê qebûl dikin û em ê êrîşên we jî şermezar bikin. Em dibêjin em rojnameger in û em ê qadê neterikînin. Nedim çawa rojnamegeriyê kir û di rojnamegeriya xwe de israr e, her wiha çapemeniya azad jî di wê çarçoveyê de dê rojnamegeriya xwe li qadê bike.”

‘Nedim rojnameger e û demildest berdin’

Di berdewama axaftina xwe de Hakki Boltan da zanîn ku heger desthilatdarî bi xwe, rojnameger û karê rojnamegeriyê esas girtibûna û destûra rojnamegeriyê hebûya ev êrişa li ser çapemeniyê pêk nedihat û ev tişt got: “Ji ber vê yek ê pêwîstiya me bi Nediman heye û divê Nedim di qadê de rojnamegeriyê bikin. Di 24ê mehê de doza Nedim heye û divê em hemû bi yek dengî yekîtiya xwe diyar bikin. Em dibêjin ev doz doza me ye, doza rojnamegeriyê ye, hûn nikarin rojnamegeriyê bidarizînin. Ev helwesta me ye, wekî nunerê DÎSK Basin-İşê yê Herêm û Amedê, ez bangawaziyekê jî dikim. Sazî û dezgehên rojnamegeriyê yên li Tirkiyê û yên navneteweyî û her wiha yên li herêmê û evalên Nedîm em hemî bi hev re xwedî vê dozê derkevin û em di 24ê mehê de doza Nedim bişopînin û ne Nedim, em daraza ku Nedim didarizîne mehkûm bikin û em bêjin Nedim rojnameger e û demildest berdin.”

‘Çi dibe bila bibe em rojnameger in’

Hakki Boltan bi minasebeta roja 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ev roj li rojnamegeran pîroz kir û got: “Çapemeniya azad êdî li dinyayê jî, Kurdistanê û li Tirkiyeyê cihê xwe yê rojnamegeriyê bi her awayî girtî ye. Bi hêza xwe, bûye pêşengê rojnamegeriyê ya Kurdistanê û ya Tirkiyeyê û ya cîhanê bi xwe re. Gelek nûçeyên xwe jî di vê derbarê de pêk tîne. Ji bo demokratîkkirina Tirkiyê, ji bo avakirina civakeke nû ya demokratîk, hebûna çapemeniya azad pir girîng e. Û çiqas êrişên desthilatdariyê yên li ser çapemeniya azad em dibînin, sedemê wê jî ew e ku rojnamegeriya heqîqetê dikin. Ev di şexsê hemû şehîdên çapemeniya azad, ji Apê Mûsa bigire heta niha, em bi her awayî pesend dikin. Ev rojnamegerî dê her bê xurtkirin û pêşxistin. Ji Nediman bigire heya çapemeniya azad û yên niha di zindanan de cih digirin jî, di wê soz û biryarê de ne. Di vê 22yê Nîsanê da Roja Rojnamegeriya Kurdî de jî em wekî DÎSK Basin-Îşê bangawazî dikin, em ê xwedî li çapemeniya azad derkevin, li rojnamegeriyê derkevin û çi dibe bila bibe em rojnameger in, em ê rojnamegeriyê bikin. Di vê çarçoveyê de em hemû hevalên xwe yên ku keda wan li heye bi rêzdarî silav dikin.”

‘Girtina Nedîm li dijî qanûnan e û ev yek nayê qebûlkirin’

Bîlal Guldem jî anî ziman ku Nedîm Oruç ev nêzî çar meh e girtî ye û girtina wî qet ne hiqûqî ye û ev tişt gotin: “Hevalê me Nedîm Orûç dema ku nûçe dişopand, geşedanên derbarê Rojava de dişopand polîsan ew dorpêç kirin, îşkence lê kirin û binçavkirin û pişt re jî ew girtin. Yanî girtina wî li dijî qanûn û yasayan e û ev yek nayê qebûlkirin. Rojnamegerek bêguman bi şopandina nûçeyan, an jî em bêjin bi parvekirina geşedanan karê xwe dike, karê xwe diafirîne û hildiberîne çibe ew jî bi vî awayî dikir û hat girtin. Divê ku Nedîm îro ne di zindanê de, li ser wezîfe û li ser karê xwe bûya û karê xwe bimeşanda. Lê mixabin wekî ku min di destpêkê de got, teqrîben çar meh e girtî ye û ev girtin jî bi rastî nayê qebûlkirin.”

‘Nedîm ji ber ku rojnamegeriya Kurdî dikir hat girtin’

Bîlal Guldem da zanîn ku heke ku Nedîm Oruç ne rojnamegerekî Kurd bûya, an ku ne li pey şopa heqîqetê bûya, muhtemelen wê îro li ser wezîfeya xwe bûya, wê karê xwe bikira û wiha axivî: “Nedîm ji ber ku rojnamegeriya Kurdî dikir hat girtin. Ev jî neheqiyeke gelek mezin e. Nedîm berê jî rojnamegerî kiribû, hatibû girtin û hatibû berdan, li Şirnexê rojnamegerekî tê zanîn e. Ya rast, ez girtina wî wek tolhildanê, an jî heyfstandina ji kar û barên medyaya Kurdî û çapemeniya azad pênase dikim. Em li bendê bûn di mehkemeyên navberê de bihata berdan. Lê belê her çiqas parêzer serlêdan kir jî hat redkirin. 24ê vê mehê danişîna wî ya yekemîn dê bê lidarxistin. Em bang li hemû komele, sazî, dezgeh û sendîkayên rojnamegeran dikin ku piştgiriyê bidin doza Nedîm Orûç ku ji zindanê were berdan û dîsa vegere ser erk û wezîfeya xwe. Ev piştgiriya ji bo rojnamegeriyê hêzê dide wan. Berê jî ev piştgirî derketibû holê, di encama vê piştgiriyê de gelek doz pûç bûn û rojnameger hatin berdan. Em hêvîdar in ku 24ê mehê, ev piştgiriya ku hewce dike, hem di qada navxweyî hem jî navneteweyî de ji bo Nedîm Orûç were nîşandan. Em bang li rêxistinên mafên mirovan û hemû aliyên pêwendîdar dikin ku derbarê wî de biryara tehliyeyê bidin û ne tenê tehliye, divê ku ji vê dozê were beraetkirin.”

Roja Rojnamegeriya Kurdî

Di dawiya axaftina xwe de Bîlal Guldem diyar kir ku her çiqas îro Roja Rojnamegeriya Kurdî be jî hêj li ser çapemenî û medyaya Kurdî de zext, sansur û êriş ten kirin û wiha got: “Em bi minasebeta Roja Rojnamegeriya Kurdî hemû cangoriyên ku li ser wezîfeya rojnamegeriya azad û kurdewar jiyana xwe ji dest dane, bi bîr tînin. 128 sal in ku ev kevneşopî berdewam dike. Em di demek wisa de derbas dibin ku li Rojhilata Navîn geşedanên pir girîng diqewimin û bêguman ev yek Kurdan jî eleqedar dike. Rojnamegerên Kurd bi taybetî şopînerên van geşedanan in û ji raya giştî re radigihînin. Lê belê çawa ku girtina hevalê me Nedîm nehiqûqî ye, di heman demê de, teqrîben di çar mehên dawî de malperên ku xizmeta Kurdan û xizmeta neteweyî dikin, neman ku nehatin girtin. Malper tên girtin, nûçe tên sansurkirin, hesabên medyaya dîjîtal ên rojnamegeran, ên sazî û dezgehên medyayê tên girtin. Bi taybetî girtina Nedîm Orûç û rojnamegerên din, astengkirin û girtina hesabên medyaya dîjîtal û zextên li ser rojnamegeran sîstematîk e.”

 

Etîket: Doza Nedîm OrûçNûnerê DÎSK Basin-Îşê yê Amedê Hakki Boltanrêveberê DFGê û edîtorê Ajansa Welat Bîlal GuldemRojnameger Nedîm OruçUgur Dînler
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

Doza rojnemeger Nedîm Orûç hate taloqkirin

25 HEZÎRAN 2026
‘Em dixwazin aştî pêk bê û vegerin gundê xwe’

‘Em dixwazin aştî pêk bê û vegerin gundê xwe’

15 HEZÎRAN 2026
Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

14 GULAN 2026
Çanda resen: Govenda Kurdî

Çanda resen: Govenda Kurdî

5 GULAN 2026
‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

30 NÎSAN 2026
Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

28 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (29)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne