• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger Umut Taştan: Desthilat medyayeke di bin rêveberiya xwe de dixwaze

Omer Demîr / AW

18 MIJDAR 2026 - 09:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Rojnameger Umut Taştan ê ku piştî qeyim tayînî ser Halk TVyê hate kirin û dest ji kar berda, diyar kir ku kesên ku salên berê li dijî êrişên li ser çapemeniya azad bêdeng man, niha heman tiştî dijîn û wiha got: “Bi tirsa ‘bila tiştek neyê serê me’ wê demê tenê li êrişan temaşe kirin. Lê îro ew kesên ku temaşe dikirin jî heman encamê dijîn. Heke wê rojê bertek û hevgirtina pêwîst bihata nîşandan, dibe ku îro nikaribûyan bi hêsanî Tele1ê, Halk TV û Sozcu TV bihatana desteserkirin. Desthilat medyayeke di bin rêveberiya xwe de dixwaze.”

Di 14ê Cotmehê de polîsan ser avahiyê Halk TVê yê li Stenbolê girtibû, piştî serdagirtinê qeyim tayînî kanalê hatibû kirin. Di operasyonê de 13 kes hatibû binçavkirin û 5 kes jî hatibûn girtin. Herî dawiyê di 17ê Mijdarê de polîsan di ser Sozcu Tvyê de girt û di avahiya qanalê de lêgerîn kir. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê operasyonê de daxuyanî da û diyar kir ku Fona Sîgortiya Mevduatê ya Tasarrufê (TMSF) weke qeyim tayînî ser televîzyonê hatiye kirin.

Rojnameger Umut Taştan beriya qeyim li Halk Tvyê dixebitiya, piştî ku qeyim tayînî qanalê hate kirin dest bi kar berdabû. Rojnameger Umut Taştan derbarê polîtîkayên qeyimê de ji ajansa me re axivî.

‘Desthilatdar medyayeke di bin rêveberiya xwe de dixwaze’

Umut Taştan diyar kir ku niha ew bi taybetî derbarê qeyimên Tele1ê, Halk TVyê û dawiyê yê Sozcu TVyê de diaxivin lê helbet beriya vê heye û wiha got: “Bi operasyona ku li ser ÎMC TVyê hat kirin, nîşandabû ku ew çawa bixwazin dikarin êrîşî medyayê bikin. Heke wê rojê bertek û hevgirtina pêwîst bihata nîşandan, dibe ku îro nikaribûyan bi hêsanî dest biavêjin ser Tele1ê, Halk TVyê û Sozcu Tvyê. Desthilatdar medyayeke di bin rêveberiya xwe de dixwaze. Rewşa xirab a aboriyê, xizaniya gel û di dawiyê de jî qeyrana fonê eyarên AKPê xera kir. Bi van operasyonan dixwaze bibêje; hûn dikarin tenê tiştê ez dixwazim û bi qasî ez dixwazim biaxivin.”

‘Divê em bi hev re li kolanê di nav piştigirî û têkoşînê de bin’

Umut Taştan anî ziman ku diyar e ku ev operasyonên li ser qanalan bi plankirî ye û wiha axivî: “Dema qeyim tayînî TELE1, Halk Tv û Sozcu Tvyê kirin hem saet heman bû hem jî rewşa hewayê heman bû. Di her sê operasyonan de jî baran bû ev ne rasthatinekî ye. Hate xwestin ku mirov di wan şertan de nekarin herin piştgiriyê li pêşiya saziyan. Demeke dirêj e dadgeh wekî darê desthilatdarê tevdigerê. Her tiştê ku li xweşiya AKPê nayê, dibe mijara lêpirsînê. Şaredarên hilbijartî girtî ne, rojnamevanên muxalîf di girtîgehê de ne û qanal di bin rêveberiya qeyim de ne. Li hemberî vê divê helwesteke hevpar bê nîşandan. Piştî qeyima Halk TVyê hem li ber avahiyê çalakî hatibû kirin. Di salvegera tayînkirina qeyima Tele1ê de li gelek bajaran rojnamevan û gel derketibûn kolanan. Divê ev tenê carekê nemîne. Madem em nikarin li ser ekranên xwe û di rojnameyên xwe de bin, wê demê divê em bi hev re li kolanê di nav piştigirî û têkoşînê de bin.”

‘Li hember tiştên diqewimin divê qadên alternatîf bên avakirin’

Her wiha Umut Taştan destnîşan kir ku sazî bi bendemayînê tenê çend mehan li ser piya bisekinin lê encam nayê guherandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di êrîşên li ser ÎMC TV, Hayat TV an jî saziyên din ên ku di kevneşopiya berdewamiya çapemeniya azad de gelekî beşê civakê bêdeng man. Bi tirsa ‘bila tiştek neyê serê me’ êrişan tenê temaşe kirin. Lê îro ew kesên ku temaşe dikirin jî heman encamê dijîn. Bêyî ku em têkevin di nav cudahiyên nasname û bîrdoziyê de , divê em bi pêşengiya rêxistinên çapemeniyê xeteke têkoşîna hevpar ava bikin. Mixabin me bertekeke pêwîst nîşan neda. Qeyima Halk TVyê çend rojan bû rojev paşê bi dawî bû. Qeyim hat, pêşî yên ku gotin ’em bi tu awayî bi qeyimê re berdewam nakin’ ji kar derxist. Paşê hevkarên me yên ku difikirîn bimînin jî ji kar kir. Niha dibêje dê dest bi weşanê bike. Lê weşaneke çawa? Bê guman ew ê li ser xeta Halk TVyê weşanê neke. Dê têgihîştineke weşanê tiştên ku AKPê dixwaze diaxive û tiştên ku nexwaze heta di binnivîsê de jî nade. Divê em li hemberî van tiştan qadên alternatîf ava bikin.”

Etîket: çapemeniya muxalîfrojnameger Umut TaştanUmut Taştan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne