* Kadriye Aykut û Terfa Gorgun ên bi salan e çêkirina selikan re mijûl dibin destnîşan kirin ku ew hewld didin çanda çêkirina selikan bidomînin da ku neyê jibîrkirin û windakirin.
* Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala nû ya perwerdehiyê di nav qeyranên kûr û polîtîkayên înkarê de dest pê kir. Bi milyonan zarokên Kurd îsal jî ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar man. Endamê Înîsîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê Serdar Akturk bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, destnîşan kir ku naskirina fermî ya mafê zimanê zikmakî şerteke sereke yê aştiyê ye.
* Nivîskar Mahîr Dogan di hejmara 8emîn a Kovara Ozgur Halkê de bi gotara xwe ya bi sernavê “Ji Sêdarê Ber bi Maseya Mizakereyê ve” pêvajoyên dîrokî û siyasî yên têkoşînê, veguhêzên stratejîk û tekoşîna aştiyê digire dest. Dogan di nivîsa xwe de destnîşan dike ku nêzîkatiya maseya mizakereyê ne tesadufî ye, encama berxwedana dîrokî ya ji sêdaran heta îro ye.
* Rêvebera ANKA-DERê Emîne Oguz diyar kir ku ji bo perwerdehiya Kurdî serlêdanên kargehên wan destpêkiriye û got: “Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye. Em jî bang li gelê xwe dikin ku werin tev li kargehên me bibin û ji zimanê xwe fêr bibin.”









